“Destmêja nimêja li mizgeftê av divê; destmêja nimêja azadîyê re xwîn divê.”
-Jan Dost, Sê Gav û Sêdarek-
Jan Dost wek nivîskarekî kurd xwedî pênûsek bi hêz e. Wek her tim vê carê di berhema xwe ya bi navê ‘’ Sê Gav Û Sêdarek ‘’ jî xweş û çêj bi kar anîye, ku ew xweşbûna ji hinav û dilên kurdî dotîye, ji sedî sed bi fikr û hestên kurdewarî nivîsîye. Di vê berhemê de behsa dema dawiya jiyana Şêx Se’îdê Kal ya li ber sêdarê dike.
Mijar û navberoka di vê berhemê de behsa dawiya jiyana Şêx Se’îdê Kal ya ku çend saet ma ye jê re ku bê darde kirin dike. Şêx Se’îdê Pîran li ber sêdarê, mehkûmê mirinê di navbera çend kêliyan de ji zarotiyê heya bi kalbûna wî de wî li ber sêdarê radiwestîne; xwestek, hêvî, keder, êş û zar; hezkirin, evîn û xeyalên wî tevde wek mîna gulokek tayê hevrêşîmî ku neqetandî bê girêk li hevudû dipêçe û dixe rû û rengê keseyatîyek bê hemba. Evîna kalekî, serkêşê serhildêrekê, hezkirina azadî û serxwebûna gelê wî di kesayetiya keça ciwan ya bi navê Perîxanê de dide rû. Bi heman rengî mijara navberoka berhemê jî li ser vê yekê dihûne.
Di berhema ya bi navê ‘’ Sê Gav û Sêdarek ‘’ ê di destpêkê de mîna mirovekî di rêze de nêzî kalê Şêx Se’îd dibe. Her ku pêş de diçe wî dixe asta pîrozî.
Dema mirov pirtûkê dixwîne di wê demê de di warê çandê, cil û berga, rewşa siyasî, aborî û mirovahiyê de agahdar dibe. Weke di warê siyasî de têkilîya Enqere û devletên der û dor dike mijar; nerînên dewletên der û dorê û nêzîkayiya wan ya li ba tevgera kalê Şêx Se’îd tîne berçav. Wek ku mebûsê kurd Yusif Ziya, genarêlê bê artêş Xalît Begê Cibrî bi bîr dixe. Ji bilî wê wek; ( mêvanek girîng di rêde bû. Yusif Ziya Beg, kurê Hecî Suad, mebusê Bedlîsê yê berê di meclisa Enqere de, Endamê Kurdistana Te’alî Cemiyetî û helbestvanê rojnameya Rojî Kurd û Jînê, xebatkarên Komelya Îstiqlala Kurdistanê, di rê de bûn. 3 gav û 3dar pel:143) rêxistinbûyina Kurda jî nişan dide, her wiha rewşa siyasi ya wê demê şanî mirov dide.
Ev berhema, bi awayekî herekbarî û naverokek hevgirêdayî, hevokên xwe bi şêweyek hunerî bi kar aniye. Di çarçova navberokê û teşê de jî bi avayekî xweş li hevûdû honandiye
Di çarçova nirxandinê de, berhema bi navê (Sê Gav û Sêdarek) ê li ser şêwaz û teşeyê de wek ku me li jêr rawe kiriye em dikarin wê binirxînin.
ŞÊWAZ: Di vê berhemê de nivîskar şêwaza berhemê hem li ser realîzmê û hem jî li ser sembolîzmê bi teşeya romana dramatîk bi kar aniye. Jibo ku em binê vê şîroveya xwe tije bikin divê beriyê em bi çend xalan û şîroveyan behsa realîzmê û sembolîzmê bikin
Realîzm: Realîzm ji hevoka Fransizî ya ‘’ realîte ‘’ bi wata ‘’ rastiyê ’’ tê. Wateya realîzmê bi tevahî ji feraseta ku ji ber fikara behs kirina xwezayê, mirova û bûyera bê xweş kirin û zêdekirinê di hunerê de bê kirin. Bizava Realîzmê li hember bizava romantîzm wek mîna bizavekî pertekî li Fransayê di serê sedsala 19. de ketiye nav edebîyatê.
Hin Taybetiyên Realîzmê:
a) Pejirandina şêweya zimanekî zexm û bijarte: Nîvîskarên realîst gelekî girîngîyê didin ziman, şêwe û teşe ya berhemên wêjeyî. Jiber ku nivîskarên realîst dixwazin hûnerên xwe bi awayekî şênber û hûnerî (estetîk ) bînin ziman.
b) Hûnandina bi kar anîna ’’rastî ‘’ û ‘’xweşikbûn ’’ ê ya li ser hûnerê: Di realîzmê de hûner ji bo ‘’xweşikbûn’’ ê û ‘’rastiyê’’ Di hûnerê de bi kar anîna ji bo sincên olî an jî pêk anînek cîvakî nahewînin. Nîvîskarên realîst rastiyê bi awayekî hûnerî (estetîk) tîne ziman
c) Tixûbkirina bûyeran: Di berhemên realîst de honandina bûyeran ji bûyerên rojane û di reze de pêk tên. Bûyer bi awayekî zexm xwe dispêre têkiliya sedem û encamê. Cih nade tesadûfê û awartebûna bûyeran.
d) Girîngdayîna cih û derdorê û pêşdarî (teswîr): Nivîskarên realîst ji ber bi fikarbûna rastî û çavdêriyê, bûye sedem ku di berhemê wan de têgehên cih û derdorê girîng be û di heman demê de ji ber k u cih û derdor li ser jiyana mirovan bandorek derûnî dihêle bûye sedem ku baldarî pêşdarîyê bibin. Realîstan; cih û derdor û dinya şênber çawa xwûya dike bi wî awayî bi xêzikên rast pêşdar dikin (teswîrkirin).
e) Objektîfî (camidî): Peywîra nîvîskar ‘’rastî ’’ ya ku çavdêriya wê dike divê wê ‘’rasti’’ yê tucarî xera neke, neguhere zêde xweş (mublaxa) neke û ‘’ rastî ‘’ çawa be wusa wê bîne ziman.
Romana Dramatîkî: Li şûna ku bûyerên dawî lê nayên ji alî vebêjer ve bi piranî bi awayê teknîka ‘’sehneyî / nîşandanî ‘’ ve tê honandin. Bûyer ne bi gotin û behskirinên vebêjer ve tê gotin; li gor bi beranîna çavên xwendekar ango bi awayê ku li ber çavên xwendekar bûyer, dîmenekî tê zindî kirin. Çarçova wê dihone û tê dramatîze kirin. Romanên dramatîzeyî; di çarçoveya ‘’dem, cih û war’’ de hatiye tixûp kirin. Di çarçova bûyerên rojane, di rêzê de û li ser tecrûbeya derûnî ya leheng radiwest e.
Realîstên Navdar û Berhemên Wan:
Stendhal (1782- 1842 ) Sor û Reş, Manastira Parma
Honore de Balzac (1799-1842 ) Baba Gorîot, Eugenîe Grandet
Fusrave Flaubert (1821 – 1880 ) Madam Bovary, Salambo, Sê çîrok
Îvan Turgenyev ( 1818 -1883 )Li gund Heyvek, Rudîn,Nîşeyên Neçîrvankî
Danîel Defoe (1859 -1731) Moll Flanders, Robînson Crusoe,Roxano
Pîştî ku hinekî şîroveye realîzm û romana dramatîkî hat kirin, em dikarin edî di vê çarçovê de berhema bi navê ‘’Sê Gav û Sêdarek’’ê bi çend xalan bi nirxînin.
Di berhemê de tixub kirina bûyeran: Bûyerên di berhemê de derbas dibe bi awayekî awarte derbas nabe. Bûyer ji tiştên di rêze de û rojane ve pêk tê, di berhemê de cih ne daye bûyerên dervî aqil, tesadûfî û metelbûyînê. Berhem, spartiye têkîlîya sedem û encamek zexm kirî. Sedema şeniqandina Şêx Se’îd û hevalên wî serî rakirina li dij rêveberiya Enqerê ye. Jiber ku li dijî Rêveberiya Enqerê serî radike tê darde kirin. Encam şeniqandina serhildêran û têkçûna serhildanê ye.
Pejirandina şêweya zimanekî zexm û bijarte: Divê berhemê de zimanekî bijarte û zexm bi kar hatiye anîn. Mînak: ‘’ Şêx her sibe ku radibû cama wê ya weke kivarekê hilpekiyayî bi desmalkekê pak dikir, toza şoreşê ji ser radikir û digot: Xwezî me Kurdan weke te zanîbûya dem çi ye û çawa dizîvire (rûpel 33) Alên kesk beyreqên ku di nîvê de rojeke zer weke siya şêx ya li ser berfê bi dû de dikişiya, li ba bûn û guldanka ferfurî ya Sewrê li ser maseyên xeyalên herkesî ji nûve hate vejandin (rûpel 174) Piştî ku şer germ bû, artêşa Rus û çeteyên Ermeniyan weke şapên berfê ji jor de hatin xwar. Her tişt dan berxwe. (rûpel 120 )‘’
Girîngdayîna cih û derdorê û pêşdarî: Di berhemê de bi piranî cih û derdor li ber sêdarê ye. ‘’Pişta serbazê ku berî deqeyekê sitûyê şêx xiste werîs û gavekê du gavan dûr ket, weke wî ezmanê ku wê mexrîbê reşayî ketibûyê, xuya kir (rûpel 190) Elîfa mirinê ya daleqiyayî bi sêdarê ve êdî nêzîk bûbû eger destên şêx berdayîbûna û bixwesta bi xeleka wî werîsê rûn kirî bigire di karibuya. (rûpel 75)‘’
Di Berhemê de objektîfbûn (camîdî): Di vê berhemê de behsa têkçûna serhildanê, serkeftina rêveberiya Enqere li dij serhildêran bi awayekî objektîf ( Camîdî) behs dike. Mijarên ku di berhemê de derbas dibe kesên ku bixwazin li ser lêkolîn bike dê bikaribe bi awayekî bi zanyarî û bi belge di derbarê wan agahî û mijarên di berhemê de derbas dibe bi dest bixe. Mîna ku behsa şandeyê ku Şêx Se’îd şandibû bal Seyîd Riza ve. ‘’ Li wir li mala birayê wî, qasidê wî yê çûbû ba Seyîd Riza jî hat (rûpel 164) Çend roj çûn, ji hêla başûr leşker kişiyan, ew ji Mêrdînê dihatin. Fransiyên li biniya xeta trênê, destûr dane artêşa nehan ku ji Anatolê bi trênê heta Mêrdînê were (rûpel 180 )‘’ Di rûpela 180an de behsa derketina leşkeran ya ji başûr. Ev yek jî di dema li hevkirina peymana di navbera rêveberiya Enqerê û Fransa de pêk tê. Vê yekê jî merev di berhemê de objektîfbûnê (camîdî) dibîne.
DI BERHEMÊ DE HONANDINA ROMANA DRAMATÎKÎ: Wek ku me li jor şîrovekirina romana dramatîkî kiribû vê berhema jî romana dramatik e. Dema ku merev honandina teşeya romanê bide ber çav di berhemê de wê bê dîtin kû; nivîskar dema behsa bûyeran dike bûyera zêde dirêj nake, dem û bûyeran bi tixûb dike ku bi xwendina berhemê re bûyer û dem li ber çavên xwendevan zîndî dibe. Wek em dikarin şerên li derdora bedenên Amedê, girtina Şêx se’îd, behsa Seyîd Riza, sertêdanên mêvanên Şêx se’îd, Yusif Ziya helbestvanên Rojî Kurd û Jînê hwd… mînakan nîşan bidin. Her çiqas nivîskar behsa van kesan û wekî dinê jî kiribe zêde di derbarên wan de tû agahiya nade. Lebelê dema xwendekar dixwîne hin dîmen di serê xwendevan de zîndî dibe û hinek pêşî kirin (teswîr ) tê ber çavan.‘’Mêvanekî girîng di rê de bû. Yusuf Ziya Beg, kurê Hecî Suad, mebûsê meclîsê yê berê di meclîsa Enqerê de, Endamê Kurdistan Tealî Cemiyetî û helbestvanê rojnameya Rojî Kurd û Jînê, xebatkarên Komeleya Istiqlala Kurdistan (Azadî), di rê de bû (rûpel 143) ‘’
Nivîskar di berhemê de Şêx se’îd serleheng bijartiye û derûniya Şêx Se’îd derdixe pêş. Di heman demê de ji bilî Şêx Se’îd navên derbas dibe bêyî ku zêde behsa wan bike mîna bavê Şêx Se’îd Şêx Mehmûd, hevalê wî yê feqetiyê Xalis, Xidrê Bohtî, Qeymeqamê Licê, Yusuf Ziya Beg wek fîgûrên baş yê alîkar, Qasim Beg û Îbrahîmê Hec Elî jî yê nebaş nîşan daye. “ – Ez benî meraq neke, ev Îbrahîmê Hec Elî ye, milîsek e, heşayî hûzûra cenabê te, edebsîzekî derehanê ye! (rûpel 168) ‘’ Nivîskar çiqasî tû agahiya di derbarê wî milîsê de nabêje lebelê hin tişt tên berçavên xwendevan û di mejî de pirs û nîşan çêdibe.
Nivîskar berhem li ser deh beşa ava kiriye. Van beşa di hindir zik hev de em dikarin bi du beşî bi hesibînin.
Çar beşên berhemê yên pêşî bi beşekê ku bi hesibînin, ev beşa ji zarotiya Şêx Se’îd despêka jiyan, feqetî, evîna wî û despêka naskirina netewbûnê, birina Şêx Se’îd ya ber bi sêdarê ve behs dike. Di vê beşê de derûniya serlehengê berhemê Şêx Se’îd tîne berçavên xwendevanan û li ber çavên wan şênber dike. ‘’ Wî xwest pirsa saetê ji her du serbazan bike lê got: Dibe ku ew gûman bikin ez ji tirsan vê pirsê dikim, de bila ez biçim mirinê bêyî ku zanibim saet çende ! (rûpel 34) Gava wî ya yekem di jiyanê de nedihat bîra wî lê dayîka wî gelek caran jêre bi kêf behsa wê gavê dikir:
Kurê min te sala xwe temam nekiribu tu meşiyayî ! ( rûpel 31 ) Perîxanê rabû bi bejna xwe ya weke Elîfekê dirêj, derket ku xwarinê bîne. Wî jî tîpên xeyalên xwe bi du elîfa weke şaxekî rast de, mîna teyrikan firandin (rûpel 75 ) ‘’
Her şeş beşên dawî yê berhemê jî behsa têkilî û tevgerên sîyasî,têkçûna serhildanê sedemên têkçûnê û dawî anîna li jiyana Şêx Se’îd dike.‘’ London bê gav bû ku ew jî kevirekî ji hêla xwe de, biavêje guldanka ku êdî derizî bû û çipîskeke biçûk dê ew hûrhûrî bikira (rûpel 131) Û herduyan di havîneke germ de xwe gihandin kurê Şex Ubeydullahê Nehrî, Seyîd Ebdulqadir, endamê mezin di Kurdistan Tealî Cemîyetî de li Stembolê (rûpel 130 ) Kursîyê sêpa ji bin lingên wî kişand, pirsa wî ya şor di devê wî yê ziwa de berî wî xeniqî (rûpel 202 )‘’
Piştî ev tespîta em vê yekê jî nişan bidin kû nivîskar bi avayekî hunerî dem,cih û war, derûniya lehenga, bi hevgirêdana bûyeran, sedem û encam bi tixûp kiri ye û cih neda ye pêşîdaniya (teswîr) zêdayî ya fizûlî.
Di vê berhemê de bizavên bi piranî ku bi kar hatiye anîn ji bîlî realîzmê bizavê sembolîzmê ye
Sembolîzm: Di dawiya çarîka sedsala XIX. de bizavekî ku tiştên ‘’rasti ‘’ tên xuyakirin yê ku veşarî li paş wê ‘’rastî ‘’ yê bi avayekî ahengî û bi hin têgehan bi xwendevanan dide hîs kirin. Sembolîzm bizavekî kesane ye, li hember bizava Parnasîzmê derketi ye.
Çend Taybetiyên Sembolîzmê: Vegotin ne bi awayekî zelalî lê bi sembolan (têgehan) ve tê gotin. Grîngiyê dide xeyalan, ji gotinê zêde, nêzî honandina musîkiyê ye. Hestan dixe xweşikbûnê. Xwe bi hêza hestên nivîskar û xwendevan ve dihone.
Çend Sembolîstên Navdar û Berhemên Wan: Edgar Allan Poe (1809-1849) Kêzika Zêrîn, Eureka, Charles Baudelaîre (1821-1867 ) Çîçekên Xerabiyê, Vaye Dilê min, Esrar Û Heşîş
Stéphane Mallermé ( 1842-1898) Xwedayên Berê, Helbest,
Ji ber ku ravekirina realîzm û sembolîzmê ne mijara me ye; em zêde li ser vê babetê ranawestin ji bilî ev çend mînak û rawe kirinên kurtasî ve. Jibo ku em mijara xwe ya honandina berhema bi navê ‘’Sê gav û Sêdarek ‘’ ê li ber çava raxin me jî bi kurtasî behsa bizavên realîzm, sembolîzm û romana dramatîze kir.
Eger em vegerin ser honandina berhemê ya teşeyî li gor rawe kirin û nîşanên Sembolîzmê; em dikarin berhemê di vê çarçovê de rave bikin:
Di berhemê de bûyera evînê ku pêk hatiye; bi rastî ew hezkirin û evîn ne hez kirina jinekê an keçekê ye. Ew evîn û hezkirina Şex Se’îd; evîn, hezkirin û cangoribûna ya li ba gelê wî ye. Desmala Perixanê jî nîşan û têgeha serhildanê ala rengîn bi xwe ye. Wêranbûn bêkesbûna di kesayetiya Perîxanê de, perişanbûn û şerpezebûna gelê Şêx Se’îdê Kal dide der. Dema desmala Perîxanê di destê Qasim beg de dibîne kû reşgemarî bûye wê jî mirov dikarin ku îxanetkarên di nava gelê kurd de nav û nîşanê kurda çawa xera kirine bixwînin. ‘’Her mudîrê hepsê jêr e digot: Şêx Efendî, ew ne desmale, ew ala ku we di isyana xwe de hildida ye, nabe ku dîsa têkeve destên we! Niha Qasim Beg pê xwêdana xwe dadimale (rûpel 194)‘’ jixwe di dadê de tîne ziman: ‘’ ji bo ku ezê bêm kûştin ne xemdarim. Ez kêf xweşim ku di ber ola xwe û gelê xwe de têm kûştin. Û ne xema min e gava ku misilman werim kuştin, bi çi awayî yê kuştina min ji bo Xwedê, ez tirsa xwe şanî dijminê xwe nakim, ne ji stûxwariyê ye. Vegera min li ba xwedê ye…sê gav û sêdarek rûpel:197) ’’ Ew vê helwesta xwe tîne ziman.
Bi heman rengî çawa me di çarçova bizavê sembolîzmê li jor nîşan da ku evîna Şêx Se’îd ya li ba Perîxanê ne evîndariya li ba keçek şênber e, evîna wî wek di kesayetiyek jinê di kesayetîya perîxanê de hatiye şênber kirin. Rastîya di paş vê evînê de evînek razber e ango evîna bîr û bawerî, welat û gelê Şêx Se’îd e. Ji bilî vê yekê di vê çîroka de gelek rê û rêbazên wêjeyî ku li gor pîvanên bizava sembolîzmê bi kar anîye. Wek ku di nava gelê kurd de kew têgeha îxanetê tê dîtin. Dema neçîrvan diçe neçîra kewa, neçîrvan kewekî /kê di kozikê de girê dide. Dema ew nêrkew/mêkew di kozikê de dixwîne kewên ku dengê wê/wî dibhîze xwe lê digre û dikevin kemînê. Ev yek ji bo Qasim Beg bi kar aniye (Û refek kew ji bin sakoyê Qasim Beg firiyan …sê gav û sêdarek rû:191) Qasim Beg hevlingê Kalê Şêx Seî’dê nemir bû. Bi bêbextî û îxaneta Qasim Beg re dema ku wê derbasî Îranê bibûna dîl dikevin. Di berhemê de behsa Xidirê Bohtî û hevalê Şêx Se’îd yê feqetiyê Xalisê Feqe û avêtina wan ya gwîza ku davêjin ser quban dike. Ev mînakan li ser pîvanên bizavên sembolîzmê rudinê. Ew gwîzên ku davêjin ser qubê di vir de gwîz ermanç bîr û bawerî qedera gelê kurd temsîl dike. Qub jî welatê kurda erdnigariya wan temsîl dike. Xidirê Bohtî û Xalisê Feqe jî serhildêr û pêşkêşê gelê kurd temsîl dike. Çawa pêşkêş û serhildêrê kurd mîna gwîzên ser qubê di berxwe didin û nadin ku ji bo li ser welatê xwe qeder û armanca gelê xwe ava bikin mixabin di têkoşîna xwe de bi ser nakevin.‘’ Piştî,ew Dewrêşê Bohtî her în dihate ber mizgefta Muşê, li hewşa mizgeftê di binê qubê de radiwestiya ( rûpel 59 ) Dewrêş bêyî lê binere got: ev ne salek e,belê ev bîst sal in kurê min,kesî jî ne pirsîyê ev tu çi dikî ? Vaye şikur te pirsî, ez jî dê bersiva te bidim: Ev gwîza Bedirxan paşa ye, gwîza mîrê Botanê ye feqe, gwîza hêvîyên wî yê pelîxî ye. Lê aaaaaaxx ez çi bikim! Sûc ne sûcê gwîzê ye sûcê qubê ye loooo. (rûpel 59 )
Xidirê Bohtî bi xwe wîjdan û xîreta netewî ya ku di nava dilê şêx û mirovên xwedî heman fikr û ramanê ne. Bi ku de diçe ew deng di gûha de dike zingîn. Çiqas Xidirê Bohtî di nava qeşê de di qefili û dimire jî lê cardin di rengî hevalê wî yê xwendinê Feqe Xalis derdikeve pêş wî. Ev yek jî nîşanî bîst û heyşt serhildanê kurda dike kû her serhildanek, serhildana beriya xwe şopandiye.
Elîfê wek destpêk û dawî yê, jiyan û mirinê nişan dide. Kalê Şêx Se’îd di despêka jiyana xwe li ba bavê xwe dibêje elîf. Bedewbûna hezkiriya xwe dişîbîne bedewbûn û rastbûna elîfê. Sêdarên li ber hatiye çikandin ku wê bibe sedema mirna wî, wê şerîta bi dohn rastbûna wê dişibîne elîfê.
Di vir de hûnera ku bi têgehan li dij hev e; wek mirin, destpêka jiyanê evîn û êş di heman têgehê de bi têgeha ser tîpa elîfê berhev kiriye.
Bi heman rengî di berhemê de şêwazên ku pêk aniye yek jê şêwaza wêjeya sûmerî û yewnanî ya serdema antîkî ye. (xwedayan gûhên xwe kirtibû. Xwedê gûhê xwe şîma kiribû. Xwedayên tirsonek û newêrek hwd) disa di vir de di navbera şêwaz û navberokê de nakokî heye. Weke di mijara jiyana mirovekî zanayê xwedî ola Îslamê de bêje; xwedanê tirsonek, guhê xwe şima kiribû, ji hêlekê ve jî bêje ez diber ola xwe gelê xwe de têm kuştin ne xem e. Di çarçova van hevokan de bawerîyên li dijhev bi kar aniye.
Merev wek nîşekê jî bibêje ku berhema tê nirxandin ew berhem dibe ku sedî sed ne dibin bandora bizavekê ango du bizavan de be dibe ku nîşanên sê çar bizavan tê de peyda bibe. Wek di berhemekê de ji bizavên realîzm, sembolîzm, fiturîzm dadîzm û hwd jî hebin.
✍️ Şoreş Xursî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…