Welê Dibêjin

Dema Mela hatî serê zikakê, ji mizgeftê, dengê qelebalixê dihat. Qêr û hewar û zûrbelên bû. Feqe hemû rabûbûn ser pîya û helaketa wan bû. Ka kê çi digot ne dihahata fêhmkirin. Lê gengeşî, tevlîhevî û qelebalix gurr û geş bû. Feqe yên temenê wan heft salî jî hebûn; talibên bîst û pênç salî jî… lê tevan digotin vexwariye!.. Ji her devekî gotinek derdiket:
-Em vî feqeyî li vê dê naxwazin!
-Me navê ev bimînê vê derê!
-Ev feqe serxweş e!
-Cihê wî ne mizgeft e, cihê wî dêr e.
-Vî vexwariye!
-Bila herê dêra xwe, bila herê cem keşe yê xwe!
-Ev ê ereqvexwar, bila ji mizgefta me derkeve, herê!
-…
Dema seyda ket hewşa mizgeftê û feqeyan ew dît; her kes kerr bû, deng sekinî. Seyda selam da wan, wan jî selam veda û ji pey ve rabûn – ji xwe hemabêje hemû j’pîya bûn – kemberbeste bûn. Seyda pirsî:
-Ev çi qelebalixa we ye? Çi qewimiye?
Çavê xwe gerend, lê ti kesî bersiva wî neda. Carek din pirs kir, lê her kesî ji şerma serê xwe da ber xwe û deng nekir, lê wî domand:
-Her kes rahêjin kitêbên xwe, piştî dersê em ê li ser vê meselê rawestin.

Her yekî, xwe da quncikekî kitêba xwe girt dest xwe û rahişt xwendinê. Di nava feqehan de zarokên nû Qur’an dixwendin jî hebûn, talibên Camî dixwendin jî. Heta yek dudokî êcazet standîn jî hebûn û dihatin nav feqehan de kitêp dubare dikirin, carna piştî dersan pirs ji seyda dikirin û ders didan feqehan. Du sê grup feqe hebûn; yê pêşde çûyîn ders didan yên pey wa dihatin. Mînak; kesek Qur’an qedandî ders dida yekî nû dest bi Qur’anê kirî. Vê rêze xwendinê heta êcazetê didomand. Anko her feqe hem xwendekar bû û hem jî dersdar.

Seyda, melayek serê wî nav salan re çûbû, zana û xwedî tecrûbe bû. Ilmê xwe de kûr bû û têra
xwe mirov û civat jî nas dikir. Tecrûbe û Jêhatîbûniya wî ne bi tenê ji xwendinê dihat; heman demê de di nava miletî de jiya bû, li gelek gund û bajaran gera bû û di nava zehf êl û eşîran de mabû. Urf û edet û kevneşopiyên milet baş dizaniyan. Dema di nava du kesande an nava du aliyan de pirsgirêk çêdibûn.

Qazîtiya(hakim) wan jî dikir. Dema doz dihatin balê, li gorî şerîeta islamê hukum dida. Lê gelî caran jî li gorî huqoqa gel ya urfî hukum dikir. Vê jîyana tejî zanyarî û tecrûbe -wek di nava gel de tê gotin- seyda kiribû derya ya ilimê.
Piştî nimêja berêvarî (‘esrê) seyda gazî feqehan kir û hemû li ber mîhrabê, li pêşberî wî kom bûn û ji wan pirsî:
-Vê sibehê ew çi qelebalixbû? Ka veca bêjin.

Feqeyekî didoyan milmiland, lê ne zelal bûn gotinên wan. Seyda navê du zarokên deh dazdeh
salî got û li wan tembîh kir got: “Hûn li ber dêrî bin, min navê kê got, gazî wan bikin bila bên!” ji yên din re jî got: “Rabin, hemû derkevin hewşê, li hêviya min bin!”

Feqe derketin, seyda pala xwe da keviya diwarê mîhrabê û navê Feqeyekî bilêvkir û got; “gazî
bikin ê bila bê.” Mehkemeyê destpê kir! Zarokan gazî kirin, feqe yê herî mezin û xwendinê de pêşde çûyî hat. Nîzingê seyda bû, selam dayê û dema seyda destûr da, rûnişt ser çokê xwe, destê xwe danîn ser ranê xwe û ma li benda gotinên seydayê xwe. Seyda bi dengeke nerm û nivz, lê bi biryar got:
-Ka bêje feqe, çi qewimiye?
-Seyda, ez nizanim.
-Çawa tu nizanî? Nav feqehan de yê herî mezin û xwendinê de herî pêşde çûyî tuyî. Tu nizanibî yê kê bizanibe?
-Ezbenî, dibêjin Feqe Elî vexwariye, ji ber wê jî feqe hêrs bûne û kirine xirecir.
-çi vexwariye?
-Ereq.
-li kû vexwariye?
-Nizanim.
-Kengê vexwariye?
-Nizanim.
-Kê dîtiye?
-Nizanim.
-Nexwe hûn ji kû dizanin?
-Welê dibêjin.
Seyda got; “temam, tu derkeve, bila yek din bê.” Ew derket û yeke din hat. Wî jî wek yê din bi rêzdarî cihê xwe girt û ma li bendê. Seyda got:
-Feqe, spêdê çi xirecira we bû?
-Dibêjin vexwariye?
-Çi vexwariye?
-Şerab.
-Te dîtiye?
-Na.
-Nexwe tu ji kû zanî?
-Welê dibêjin.
Seydayî ew şand û yek din hat. Pirs pey hev tên…
-Feqe Qelebalixa we ya vê şeveqê çi bû?

-Vexwariye.
-Li kû derê vexwariye
-Nizanim.
-Kengê vexwariye?
-Nizanim.
-Çi vexwariye?
-Ereq.
-Te ereq dîtiye?
-Na.
-Tu ji kû zanî?
-Welê dibêjin.

Feqeyek çû, yek hat; ew çû yê din hat. Seydayî, yeko yeko îfadeya hemû feqehan girt.
-Çi qewimiye?
-Vexwariye.
-Kê vexwariye?
-Feqe Elî.
-çi vexwariye?
-Şerab.
-Te şerab dîtiye?
-Na.
-Tu şerabê nasdikî?
-Na.
-Tu bibînî tê nas bikî?
-Na.
-Dema mirov şerabê an ereqê vedixwin çi ji wan tê?
-Dibêjin serxweş dibin.
-Te serxweş dîtine?
-Na.
-Tu yekî serxweş bibînî, tu yê bizanibî serxweş an na?
-Nizanim.
-Kê dîtiye?

-Nizanim.
-Kê ji te re got?
-bîra min nayê?
-Nexwe tu ji kû dizanî?
-Nizanim. Welê dibêjin.
-Kê dibêjê?
-Her kes.
-Çi dibêjin
-Welê dibêjin, welê dibêjin, welê dibêjin, welê…

Mezelokî li rex mizgeftê hebû, deriyek wê jî nava mizgeftêde vedibû. Feqehan xarin û alavên xwe dixistin wê mezlokê de. Geli caran di nav xwarinên feqehan de jajî û divs jî hebû. Seydayî sê feqe hiştibûn cem xwe û yên din derxistibûn ji derve; ji herdu feqehên kiçik xwest, du kefçik dims bêxin piyanekîde û jê re bînin. Feqehan divs anîn, seydayî hinek av berda ser teyda û kir şerbet û got:
-Bang bikin, bila hemû bên.
Feqiyê piçûk gazi wan kir, hemû hatin bi destûra seyda, hemû bi rêz li ser çokê xwe rûniştin.
Seyda piyana şerbeta dimsê bilind kir û pirsî:
-Kê dixwazê vê şerabê vexwê?

Feqe hemû cemidîn; wek çawa tu cerek ava cemidî di serê wan de bikî, hemî şaş û metel serê
xwe dan ber xwe. Seydayî careke din pirs kir, yek din… lê deng ji ti kesî derneket. Seydayî got: “Li min binerin, madem hûn venaxwin ez ê vexwim.” Piyana şerbetê serê xwe de kir, hinek vexwar û disa got: “hêca heye, kes ji hewe venaxwe?” deng ji tu kesî derneket. Seyda li wan şidand: “Hûn çima venaxwin? Tama şerbeta dimsa torê zehf xweş e. kesek ji nav we de ji vê şerbetê vexwe nîne? “ yekî got:
-Seyda ew şerbet e?
Seyda bi hêrs bersiv da:
-Nexwe yê çibê feqeee?!!
-Ezbenî dema te got “şerab…”

Seyda gazî Feqe Elî kir, anî cem xwe. Ew Feqe Eliyê rûken, keyfxweş, tinaker û zîrek; jar û gêj li ber çoka seyda rûnişt, lê serê xwe jî rast ranagirta. Seydayî jê pirs kir û got:
-Ka tu bêje Feqe Elî; çi qewimiye?
Feqe Elî gotina seyda dubare kir:
-Çi qewimiye?
Seyda fêhm kir got:
-Tu çawanî?
Feq Elî bê hemdê xwe got:

-Eeez başiim.-
-Kû dera te têşê?
-Nizanim Seyda. Hema her derên min têşin. Ez gêj im, serê min weke dolava Aşê Beyroye, dinya li
dora min dizivirê….

Feqe elî gotinên xwe ne qedandin, gotin qirikê de man asê ûser tenişta xwe ya rastê de ket.
Du sê feqehan feqe Elî rakirin, seyda ket pêşiya wan birin mala yekî gundî. Jineke pîr hebû û wê jinikê çar-pênç rojan giya miya jê re kelandin, ava wan giyayan dan Feqe Elî û ew jî ser xwe ve rabû û baş bû.

Heftiyek, deh roj li ser başbûna Feqe Elî re bihorî, rojekî seyda Feqe hemî di hewşa mizgeftê de kom kirin û dengeke bilind qêriya:
-Ev Feqehên di vê mizgeftê de dixwînin hemû bêbextin, hemû xayînin!!!
Feqe tev ecêbmayî devê wan ma vekirî û li seydayê xwe nihêrîn, lê seyda domand:
-Feqeyên li vê mizgeftê dixwînin hemî virkerin, tev neyarên havalên xwe û miletê xwe ne.
Ev gotina paşî li du-sê feqehan zehf giran hatibû; “neyarê miletê xwe!” yekî ji wan got:
-Seyda, ev gotina cenabê te zehf giran e.
Seydayî got:
-Welê dibêjin.
Piçek bêdengî çêbû, yekî safik got:
-Seyda kê dibêjê?
-Xayin, neyar, bêbext, xêrnexwaz, zikreş, hesûd, çavnebar, rayît…
Bêhnek kûr kişand û domand:
-Welê dibêjin, Welê dibêjin, Welê di-bê-jiiiin!!!!
Êdî her kesî fêm kiribû. Feqe hemû çûn destê seydayê xwe, Talibekî destur xwest û got:
-Seyda Xwedê ji te razî be. Îro dersa herî mezin te da me. Ez li ser navê xwe û hemû feqehên havalên xwe lêborînê ji seydayê xwe û Feqe Elî dixwazim. Hêvîdarim Feqe Elî me efû bikê.

Seydayî got:
-Feqeyên hêja, ti carî, ti carî tişta we sehkir, cihde bawer nekin. Lê bipirsin, bidin aqilê xwe, bifikirin û paşê biryar bidin. Bila her wextî guman bi we re hebê, ji bilî gumana Xwedê (neûzû bîllah). Vêca alim Welê dibêjin!

Sêrt-2025
Kurdjan SORÎ

(*) Ev serpêhatî, ji berîya 23 salan j imin re hatibû gotin û texmînî ji beriya pêncih salî li gundeke Botanê rûdaye.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *