Astengiya Jiyana Min

Sibehekê payîzê bû. Ez li qehwexaneyekê rûniştime, qehwe di destê min de sar bûbû, lê min hêj venaxwaribû. Li ber pencereyê, li ser kursiya bi teker, mirovekî ciwan hebû. Navê wî Ezîz bû. Ezîzê ku piştî qezayekê ji binî ve felc mabû, lê rûyê wî hêj bi ken bû, mîna ku kenê wî tu caran ji bîr nekiribû ka meriv çawa dikene.

Destên wî li ser teker digeriyan, bi lez û bez, mîna du çivîkên azad. Lê belê lingên wî li erdê bêdeng bûn. Bêdengiyek ku dengê her kesî bêdeng dikir. Lê Ezîz dengê xwe winda nekiribû. Bi dengê xwe yê germ, bi yarê xwe yê li tenişta xwe re diaxivî. Yara wî jî, bi heman awayî, bi hezkirineke mezin guh dida wî. Mîna ku lingên wî ne seqetbûn, mîna ku bedenê wî ne asteng bû, dilê wî hemû cîhan hembêz dikir.

Min dît ku zarokekê biçûk nêzîkî wî bû û pirsî:
“Tu çima li ser vê erebê rûdinî?”
Ezîz bi kenekî mezin bersiv da:
“Ji ber ku ez dixwazim bilind bimînim, lê lingên min hinekî bêhal in. Lê dilê min hêj jî bi kelecan e.”

Zarok bi şaşmayî lê mêze kir û dûre bi destê xwe yê biçûk destê Ezîz girt û got:
“Dayê min dibêje, kesên dilê wan mezin be, her tim kelecanin.”

Ezîzê ku di wê kêliyê de çavên wî tijî bûn, lê hêj bi ken bû, û got:
“Rast dibêje dayika te. Ez her tim difirim.”
Ezîz qehwe ya xwe nihêrî sar bibû, lê dilê wî germ bû. Ji ber ku fêm kiribû ku astengî ne di lingan de ye, ne di çavan de ye, ne di guh de ye. Astengî tenê di dilê mirov de ye. Û dilê Ezîz, dilê herî azad bû ku min dîtibû. Ew ne mirovê astengdar.

Ji ber ku wî fêrî me hemûyan kir ku meriv dikare bi tekeran de bimîne, lê bi ruhê xwe her tim bimeşe. Bi ruhê xwe her tim bifire. Ezîzê ku bedenê wî rawestiyabû, lê jiyana wî hêj diherikî.
Û em, yên ku lingên me dimeşin, carinan çiqasî rawestiyayî ne…

Ezîz Dag

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *