Dîrok: 21.11.2025

Gelî Musulmana!
İnsan, eşrefê mexlûqan e, liyaqê her cûrê rêzdarî û hurmetê ye. Ha jin ha mêr, ha zar ha ciwan, ha kal ha pîr canê her kesî pîroz e. Loma jî tundrewî/şiddet ji kê tê bera bê, li kê tê kirin bera bê kirin bi tu awayi nayê qebûlkirin. Ha nav famîlê da be, ha nav jiyan a civakî da be, ha li ser mecrayên dîjîtal be bi gotin û tevger û helwestê va ziyana li kesî nayê xistin. Ziman dirêjî şeref û hisyeta kesî nayê kirin. Cenabê Pêxember kesê musulman ewha dide naskirin: “Musulman ew kesa ye; kesên din ji dest û zimanê wî ewlehîyê/emnahiyê da ne.”[1]
Gelî Musulmana!
Em dewranek wer ra derbas dibin; êdî tundrewî bûye tiştek normal, zordariya hevalan hey dehre zêde dibe, merû hene pehvçûnên xwe li ser medya civakî parve dikin wê jî me’rîfetek hîsab dikin; êdî emnahiya can û mal ne li kuçe û kolanan, ne wasiteyên çûn û hatinê da xema kesî nine. Alkol, qumar, tiryakîtiya maddeyên hişbir, leyistikên berê merivan didin xirawiyê, ekranên bi nimûneyên nebaş va qirêj bûne zemîn hazir dikin bona tundrewî ro bi ro zêdebe. Hal bi hal tundrewî tu pirsgirêkî ra nabe çare. Bervajiyê wê hezkirinê diqelîne, merûyan bi tenê dihêle, civakê dirizîne. Çawa ku di jiyana wî Pêxember ê bi ûmmetbûna wî va em şanaz in direma tundrewiyê nehatiye dîtinê. Cenabê Pêxember, bi vê hedîsa hanê va ku difermê: “Roja qiyametê kesê ‘ezabê wî herî dijwar ew in ku li dunê îşkence li xelkê kirine.”[2] Em agahdar kirine ku tundrewî û zulim ewê tu carî bê ceza nemînin.
Gelî Musulmana!
Çara tundrewiyê perwerdehiya dilbêşiyê ye. Ew zarûyên Xwedê Te’ala bi emanetî dane me; baweriyê, duristiyê, dilbêşiyê, hezkirin û hurmetkariyê serî da ji malbata xwe hîn dibin. A loma ew dê û bavên ayeta hanê ku difermê: “Bi hîkmet û bi şîretek baş bang bike balî rêya Xweda va…”[3] ji xwe ra bigerînin rêber, gotî ber dilê zarûyê xwe bidin, destê xwe li serê wan bidin, wan wisa perwerde bikin ku bibin kesên xwedênasên xwenasên ji dor û berê xwe ra bifayde. Bona zarûkî, di rêya tehsîla ‘îlm û hîkmetnasiyê da yek ji wan ên tewrî girîng/mûhîm seyda ne, mamoste ne. Cenabê Pêxember mizgîniya xêrê dide wan ên ku wê wezîf a qudsî ya perwerdehiyê bi cîh tînin, difermê: “Kesê ‘ilmê dide hînkirin, bi qandera xêra wan ên bi wî ‘ilmî ‘emel bikin xêr jê ra tê daînê…”[4] lewra ew seyda û ew mamosteyê ku bi exlaq û bi edeba xwe va, bi dilbêşî û merhemeta xwe va ji şagird û feqiyê xwe ra dibin nimûne nav xelkê da kefîlê xûypakiyê ne.
Gelî Musulmana!
Bona wê siya ‘ekrûta tundrewiyê ji jiyana xwe dûrxînin; werin dilê xwe da, nav malê xwe da, medrese û dibistan û zanîngehê xwe da dilbêşiyê serdest bikin. Çîkê hêrsên ku ketine ber dilê me da bi taviya rehmetê vemirînin. Tov û toximê hezkirinê û rêzdariyê û melayimtiyê û parvekirinê li dilê zarûyê xwe bireşînin. Ji bîr mekin ku yek gotineka şîrina ku li hişê zarûkî bineqişe, dilbêşî û merhemeta dilê wî da bi cîh be şitlek e, ajek e hatiye danînê li baxê jiyana biarama siberojê.
Bi vê munasebetê va werin em dê û bavê xwe, seyda û mamosteyên xwe bi xêr yad bikin. Xutba xwe bi vê agahdariya Cenabê Pêxember va diqedînim: “Kesê ji însanan ra birehm nebe Xwedê jî li wî nayê rehmê.”[5]
[1] Tirmizî, İman, 12; İbnû Henbel, VI, 22.
[2] İbnû Henbel, IV, 90.
[3] Nehl, 16/125.
[4] İbnû Mace, Sûnnet, 20.
[5] Bûxarî, Tewhîd, 2.
Seydayê Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…