Dîrok: 10.10.2025

Gelî Musulmana!
Rokî Cenabê Pêxember piştî ku ji yaranê xwe ra qala hin helal û heraman kir agahdarîkî ewha da “Dêhna xwe bidinê! Di laşê meriv da cutîkî goşt heye ku ew rindbe laş tevda dê rind dibe; ku ew xirawbe dê laş gişt xirawbe. Haya we jê hebe; ew cutiya hanê dil e.”[1]
Gelî Musulmana!
Dil; nezergaha Heq Te’ala ye. Warê îmanê û ‘irfanê û hîkmetê ye; kana nezaket û zerafetê ye; pîvanga hezkirin û mehebbeta îlahî ye. Dil; navenda hezkirin û nehezkirinê, wêrektiyê û newêrektiyê, rindiyê û nerindiyê ye; we’l-hasil: navenda hemû hestan e.
Gelî Musulmana!
Merû, gava ji dil û can bi Xweda û Qasidê wî baweriyê bîne û zikr û yadê Xweda dil da bi cîhke, wê hingê dibe naîlê aramek rastînî, çawa ku Xwedayê jorîn ayeta serê xutbê da difermê: “Kesê li ser rê ya rast ew kesanan in ku bi Xwedê baweriyê anîne û dilê wan bi yadê Xweda disebire. Agahdar bin ku dil bes bi yadê Xweda disebirin.”[2] Kesê Qur’an a Pîroz bixwûne, guhdarîke, bi xwe hube û bide hukirin, peyamên wê yê rehmetbar derbasî her dem û qadê jiyana xwe bike; dilê wî digere tecellîgaha îlahî. Bende, gava dilê xwe ji tişt a fanî rehakir û bi zatê sermedî va girêda, bi heqaîqê İslamê va qelakir, bi tobe û îstîxfarê va ji gunehan filitand, digîhîje bextyariya dunya û axiretê. Xwedayê jorîn bala me dikişîne ser vê yekê û difermê: “Roja mehşerê, ne mal ne zar faydê didin; meger kesê bi dilkî pak were dergaha îlahî”[3]
Gelî Musulmana!
Merû, bi nefs û bi şeytîn bixape, bibe yexsîrê şirk û kufrê, dîlgirtiyê riyakariyê û xwerazîbûnê, hêsîrê çavbirçîtiyê û teme’kariyê, zebûnê hêrs û tundrewiyê; dil hişk dibe; hezkirina wî da dilsarî, gotinê wî da zivrayi, reftarê wî da bêmerhemetî tê xûyanê. Merû, gava rêya xwe şaşke, ji duristiyê biqete, ji ‘ibadetan dûrkeve, hessasiyeta helal û heramê ji dêst here û noqî nav gunehan bibe; êdî dil reş dibe; gohê wî heqiyê nabîhîzê; zimanê wî rastiyê nabêje; çavê wî heqîqetê nabîne. Agahdariya Cenabê Pêxember li ser vê yekê xayet zelal e: “Bende, gava gunehkî kir deqek reş li dilê wî dikeve. Eger dev jê berde û tobeke dilê wî roşen dibe. Lê eger hey wisa gunehan bike deqên reş pir dibin wisa dike ku dilê wî giştî zeft dikin.”[4]
Gelî Musulmana!
Carê sehabîkî tê hizûra Cenabê Pêxember giliyê dilhişkiya xwe bi pêda dike; Cenabê Pêxember, bona dilê wî nermbe lê şîret dike biweku xwarinê bide kesê jar û perîşan û wan têrke, destê xwe li serê sêwiyan bide, dilê wan şake.[5] Belê, her çêyiya ku em dikin jê xweşikayikî dil da zîldide. Ji kos û kulfeta xwe ra, ji zaruyê xwe ra devbikenbin, ji dê û bavê xwe ra hurmetkarbin, ri’ayeta heqê cîranê xwe bikin, xizmeta salmezinan da bin, herin serdana nexweşan, destê xwe ser sêwî û bêkesan ra vegrin; dilê me pê nerm dibe, aramê tîne rih û rewanê me. Ya li me ew e; dilê ku neynika Heq Te’ala ye bi başiyan va bixemilînin; dilê kesî neşikînin; ew xefleta hana ku qirêj dike, ew xirawiyên ku jengarî dikin, ew gunehên ku reş dikin dilê xwe jê dûrxînin; bi nimêj û bi zikrê va; bi xwandina Qur’anê va; bi xêr û qenciyan va dilê xwe zindî rabigrin. Ji bîr nekin gava me dilê xwe bi nûra İslamê va ronîkir wê hingê emê bibin ji wan bendeyên ku Xwede jê xweş e.
Dixwazim xutba xwe bi vî du’ayê Cenabê Pêxember va bi dawî bînim: “Ey ew Xwedayê dilan ji halkî derbasî halkî dike, hey vediguherîne! Dilê min li ser dînê xwe bihêle.”[6]
[1] Bûxarî, Îman, 39.
[2] Re’d, 13/28.
[3] Şû’era, 26/88,89.
[4] Tirmizî, Tefsîrû’l-Qur’an, 83.
[5] İbnû Henbel, II, 387.
[6] Tirmizî, De’ewat, 89.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…