demsalên giyanê xeydok reng
guhartin
çîçekên gulîstana nava min
çilmisîn
ji şaxên dara stûxwar xemgînî
diweşe
kirasê qêrînê li bejna rojan
hate pêçandin
axîn û keserên şevên xewle
di rayên xwîna min de
digerin
bedena hevokên helbesta lal
herifî
beytikên dilê zîzbûyî
ji hêlîna xwe fîrar kirin
dergehên aramiyê
li ber min hatin girtin
zimanê ferhengên demê
li hev piçikî
arezûyên şêrîn
mişextî cihûwarên nediyar bûn
kaniya jiyana bi coş miçiqî
tîrika saetê ya odeya tenêtiyê
paş de dizivire
perdeya eşqa nependî
veçirî
hestiyên pişta sebirê
ji hev de ketin
stûna konê hesretê
qelişî
kolanên xeribîstana xopan
ketin para min
stêrkên asîmana kelegirî
rondikên êşê
dibarînin
bîranînên kal û pîr bûyî
xatir ji xortaniya şên û şeng
xwestin
bilbilê welatê rojê
di awaza xwendina xwe de
dinale
mizawiran toza îxanetê
bi ser rengê xeyalên keskesor de
daweşandin
kêf û şadiya seyrangehan
li min herimandin
aşê çerxa felekê
gulgenimên rûgeşiya temenê jar
hêrandin
bişirîn ji ser lêvên lerzok
reviya
ez
xemkêşê gund û bajarên
kavilbûyî me
li nav çaxên çîlekêş xewneke
dilbirîndar im
li bêdengiya fetisî
bi janêşa awirên melûl
diaxifim
li nav kelkela hestên tenik
şewitîm
di bin tûrikê ramanên giran de
westiyam
li şevistanên stewr bûyî
xwe diafirînim
û ez
çirûskên şewqa hêviyên geş
di paşila derûniya xwe de
vedişêrim
Xizan Şîlan
2025-08-22
Stockholm
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…