
Gelî Musulmana!
Dînê ‘ezîzê İslamê tehsîla ‘îlmê ha mêr ha jin li hemî musulmana ferz kiriye. ‘İlim; xwenasî ye, xwedênasî ye, zanîna armanca afirandinê ye. Fermana:اِقْرَأْ بِاسْم رَبِّكَ الَّذ۪ي خَلَقَۚ “Bi navê wî Xwedayê xwe ku diafirîne bixwûne.” me xeberdar dike biweku tehsîla ‘îlmê gotî bi navê Xweda û ji bona riza wî be.
Gelî Musulmana!
Bi angorî İslamê ‘îlim bes ji bona pîşe (meslek) û pisporiyê û kesb û qezenca dunê nayê tehsîl kirin. Ew ‘îlma ku Xwedê ferman kiriye û Cenabê Pêxember rehberiya wê kiriye bingeha wê ew e; navenda jiyanê da Qur’an hebe û hezkirina Cenabê Pêxember were neqişkirinê li dilan; hişmendîyeka ku ji karisazê ‘alemê ra hurmetkar, ji mexlûqan ra dilbêş bête serdestkirin; dêleva tundrewiyê da mehebbet, şûna xûkirinê da merhemet; dewsa dijminatiyê da hezkirin û hurmetkarî were bi cîhkirin; nifşên îmandar û xûypak û dilpak werin perwerdekirin.
Gelî Musulmana!
Em ji Cenabê Pêxember hînê qîmeta ‘îlmê bûn. Ew Qasidê Xweda ku di wan rojê Mekkêyê yên zehmet da mala Erqem xistibû medrese, hema rojê ewilên Medîna Mûnewwera da Mescîda Nebewî gerandibû warê hîkmetnasiyê wer difermê: إِنَّمَا بُعِثْتُ مُعَلِّماً “Ez hatim şandinê bona bibim seyda, bibim mamoste.” . Qasidê Xweda bi vê hedîsa xwe berê me dide tehsîla ‘îlmê û difermê: “Yan bibe seyda/mamoste, yan bibe feqî/şagird, yan bibe gohdarê wan, yan bibe hezkiriyê wan; nebe yê pêncemîn tu yê helakbî.” Bi vê hedîsa xwe mizgîniya xêrê dide seyda û şakird û mamostan, difermê: “Kî bide rê bona ‘ilmê tehsîl bike Xwedê jî rêkî balî bihiştê va jê ra hêsan dike.” Herçî seyda û mamosteyê ku Qasidê Xweda ji xwe ra gerandibe rehber; ew dem û wexta xwe ya ku bona perwerdehiyê serf dike gotî bi hessasiyeta ‘îbadetê va binirxîne; feqî û şagirdê xwe emanetê Xwedê bibîne; serî da baweriya bi Xwedê û Qasidê wî bi wan bide hînkirin; pişta ra jî rêya merû çawa dibe musulmankî çakê dadperwerê dilbêşê xûypakê helal û heramnas nîşanê wan bide.
Gelî Musulmana!
Bingeha pirsgirêkên roja me ya îro ew e ku me zarûyên xwe; bi angorî fermana Xweda û bi angorî exlaqê nişmî yê Cenabê Pêxember perwerde nekirin. Sed heyf e ku îro zar hene hêj salê piçûktiyê da bûne tiryakiyê maddeyên hişbir; hin hene ketine reşika qumara înternetê; hin berbayê ramanên genî ketine, hin ketina tora bîr û baweriyên batilên ku fitretê xiraw dikin; hin bi teqala hevalên nebaş ketine, hin jî girîftarê modeheziyê û hewesbaziyê bûne û ro bi ro ji nav destê me dişiqitin tehrin. Mixabin gelek zar hene dê û bav û civak miqate nebûne; bi terbiyeka İslamî nehatine terbiyekirin; bi teqala nebaşan ketine û ketine nav sûc û nebaşiyan da. Agahdariya Cenabê Pêxember xayet aşîkar e, wer difermê: “Tu dê û bavkî, ji terbiyekî rind çêtir tiştek nedaye zarûyê xwe.”
Gelî Musulmana!
Piştî malbatê ruknê tewrî girîngê perwerdehiyê medrese û dibistan in. Hezkirin û rêzdarî û tehemmula ku nav malê da û li medrese û dibistanê neyê fêrkirin; li kuçe û kolanan diqulibe dibe hêrs û tundrewî û zorbetiya hevalan û pevhçûn. Him dadperwerî (‘edalet) û dilbêşî û edeba ku neyê hukirin; di civakê da bibe sedemê neheqiyê û aloziyê û bêexlaqiyê. Wekî wer werin em wî exlaqê Cenabê Pêxember ku difermê: “Ez hatim hinartin bona xûyê baş temamkim.” bi zarûyê xwe yên ku emanetê Xwedê ne bidin naskirin; rêya venasîna rindiyê ji nerindiyê, ya rastiyê ji xwarayiyê ravayê wan bidin. Ji bona zarûyê me xwenas û xwedênas bin, famîle û medrese û dibistan û civak tev bi hev ra dest bi dest pirsyariya xwe bi cîh bînin. Dersa çanda ayinî (dînî) û zanyariya exlaq a ku li dibistanan tê dayinê firsend bizanin. Prensîb û rêgezên exlaqî him bi awayê nezerî him pratîk bi wan bidin hukirin. Him bi munasebeta salvegera 1500ê teşrîfa Cenabê Pêxember, li medresan û dibistanan dersa jiyana Cenabê Pêxember û Qur’ana Pîroz îsal ji bona ku bi coş û hezkirinek xurttir bixwûnin, bi hêjmarek zêdetir ji şagirdan û xwandekaran bidin vebijartin beramberî vebijartina dersa zimanê Kurdî.
Bi vê munasebetê va ji Xweda yê gewre daxwaziya min ew e; vê sal a nû ya perwerdehiyê û xwandinê ji zar û zêçê me ra bigerîne salek bi xêr û bereket. Xutba xwe bi vî du’ayê Cenabê Pêxember diqedînim: “Xwedaya! Tiştê te bi min dan hînkirin jê faydê bide min. ‘İlm ê bifayde bi min bide hînkirin û zanîna min zêdeke.”
Seyda Mela ‘Ebdûselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…