Xutbe I Rehmeta ‘Aleman Hz. Mihemmed Mistefa (s’es)

Dîrok: 29.08.2025

Gelî Musulmana!
Mizgîniya xêrê li me hemiyan be! Va carkî din em gîhîştin demsala Mewlida Cenabê Pêxember! Şeva Çarşemiya hana tê, şeva duwanzdehê meha Rebî’û’l-Ewelê ye. Sala 1500ê jidayikbûna Cenabê Pêxember Mûhemmed Mûstefa ye ku hatiye verêkirinê bona bibe rehmeta ‘alemiyan. Hîssiyata xwe dixwazim bi van malikan va bînim ziman:

Were, Ey Mûhemmed! Edî Bihar e
Pişt lêvan da gelek amînê me hene
Herwekî ji heccê têyi a wer were
Mîna ku ji mî’racê dabigerî were
Bi salan e li benda te ne êdî were

Gelî Musulmana!
Beşeriyet, ji Cenabê Pêxember hînê merhemetê bû. Pêxemberê rehmetê dewranek wer da mînanî rojê li cîhanê derket ku zulm û zorê dunê tevda dabû ber xwe. Bi vê fermana Heq Te’ala ku difermê وَمَٓا اَرْسَلْنَاكَ اِلَّا رَحْمَةً لِلْعَالَم۪ينَ۟ “Ey qasidê min! Me tu bes bona ji ‘aleman ra bibî rehme vêrêkirî.” (1) şûna neyariyê û rikberiyê da dostanî û dilbêşî çand. Carkî yek vêra qise dike, Hz. Pêxember dibîne camêrî waye diricife, ber dilê wî dide, jê ra dibêje: “Metirse Heyran! Ez jî fenanî te lawê jinkî me goştê durme dixwar.” (2) Pê nefspiçûktî û dilnizimtî bi însanan da hînkirin. Famîle, bi Cenabê Pêxember aramdarî bû, hizûr dît; bi fermana Xwedê bingeha malbatê; li ser hezkirinê û dilbêşiyê û duristiyê danî; ji tu neferkî ehlê mala xwe ra bu tundî muamele nekiriye, gotinkî tehl negotiye, dilê wan nehiştiye; ew jina ku heqaret lê dihatkirin, ber nig bibû, bindest bû, ji heqê xwe yê însanî mehrûmbû; bi vê fermana xwe va ku difermê: “Hela gohdar bin! Çawa heqê we li ser jinan heye her weha heqê wan jî li ser we heye.” (3) qedrê wê ragirt, şûna ku liyaq bû nîşanî beşeriyetê da.

Gelî Musulmana!
Zarûyan, bi saya Cenabê Pêxember hezkirin şamî kirin; ew keçikên ku dewra cahiliyetê da mayeyê rûreşiyê dihatin hîsabkirin, bi saxî di erdê da dihatin çahlkirin; Cenabê Pêxember mizgîniya bihiştê da wî kesî ku miqateyê zarûya qîzînî bû û rind terbiye kir. (4)
Ciwan, bi saya Cenabê Pêxember bûn xwedan qedr û qîmet; Qasidê Xweda timî bi ciwanan bawer dibû; qîmet dida fikrê wan; xwe bawerî û şexsiyet da wan, bi angorî tebî’et û qabiliyetê wan ew wezîfedarê bi kar û pirsyariyan dikirin.

Gelî Musulmana!
Kal û pîran, bi xêra Cenabê Pêxember hurmet dîtin; difermê: “Kî ji yekî mezin ra boy xatirê salê wî hurmet bike, dema kal bû Xwedê jî kesê jê ra hurmet bike jê ra miyeser dike” (5) bona ji kal û pîran ra xizmet bikin, qedrê wan rabigrin şîret li ummeta xwe kiriye. Rûyê sêwiyan û bêkesan bi saya Cenabê Pêxember geş bûn. Cenabê Pêxember carkî: “Tiliya xwe ya şehadetê û ya notirvan herdû dan ber hev û got ‘kesê destê xwe ser sêwîkî ra vegre, miqateyê wî be ez û wî li bihiştê emê ewha mînanî van herdu tiliyan –nêzîngî hev- bin.” (6) Mizgîniya xêrê dide kesê xwedîtî li zaruyên sêwî kirî biweku li bihiştê ewê kesê tewrî nêzîngê Cenabê wî be.

Gelî Musulmana!
Xelkê me yê qedirgiran, hezkirina xwe ya ji Cenabê Pêxember ra di her firsendî da nîşan daye; loma hanîne navê wî û navê malbata wî, li ‘ezîzê ber dilê xwe, li zaruyê xwe kirine, niha bi hezaran zarû hene navê wan Mûhemmed û ‘Elî û Hesen û Hûseyn in, mal û canê xwe rêya wî da fîda kirine. Ayeta ku min serê xutbê da xwand têda Qasidê Xwedê difermê: “Heyanî ez li ber dilê we, ji dê û bavê we, ji zar û zêçê we û ji hemû însanan şîrintir nebim hûn nabin xwedanê îmankî kamil.” (7) Belê bav-kalê me Qasidê Xwedê ji canê xwe ‘ezîztir zanibûne, bona ku wan peyamên îlahî ji hemû beşeriyetê ra rabigîhînin, bona hizûr û arama cîhanê timî li medresan û li çarnikalê dunê geriyane û di herban da li sengeran bûne û ewê her wisa jî bin. Dîrok bi delîl û nîşanê vê yekê va mişt-tije ye, nayên qelem û defteran. Ew ‘egîd û mêrxasên di rêya Heq Te’ala da bona de’w û doza heq canê xwe fîda kirine, ew xaziyên çûne ser heqiya xwe rehma Xwedê li wan be. İro ya li me ew e; em dilê xwe bi hezkirina Xweda û Qasidî wî va li hev kîpkin; ew taviya rehmetê ku ji aliyê wî da ji me ra hatî dilan pê şakin; bi bangewaziya wî ya bona yekdestiyê û yekrêziyê va bibin destebira.

Xutba xwe bi vê agahdariya Cenabê Pêxember va bi dawî tînim: “Hesûdiya hev û din nekin, pişta xwe bi hev da nekin, ji hev nexeyidin, dijminatiya hev nekin! Gelî bendeyê Xweda! Ji hev ra bibin bira!” (8)

1.Enbiya, 21/107
2.İbn Mace, Et’îme, 30
3.Tirmizî, Reda’, 11
4.Ebû Dawûd, Edeb, 120-121; İbnû Henbel, III, 96
5.Tirmizî, Bîrr, 75
6.Bûxarî, Telaq, 25
7.Bûxarî, Îman, 8
8.Bûxarî, Edeb, 57

Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *