Dîrok: 01.08.2025

Gelî Musulmana!
Rokî Cenabê Pêxember (s.X.l) ji yaranê xwe ra got:اِسْتَحْيُوا مِنَ اللّٰهِ حَقَّ الْحَيَاءِ “Ji Xwedê bi awayê liyaq e şerm bikin!” İcar sehabiyan gotinê: “Ey Qasidê Xweda! Em ji Xwedê şerm dikin” Cenabê Pêxember ewha ferma: “…Fedîkirina ji Xwedê bi awayê liyaq ew e; hemî wesleyê xwe ji heramiyan û ji gunehan biparêzî; bi nî’metê dunya fanî nexapî; mirinê û hîsabê Qiyametê ji bîr nekî.”
Gelî Musulmana!
Şerm û fedî, prensîbek exlaqî ya bingehîn e ku dînê ‘ezîz ê İslamê ha jin ha mêr li her musulmanî ferz kiriye. Heya (şerm), seknek a bi rûmet e li hemberî hindî bêhemdiyên nefsê; mertalik zexm e merûyan ji hemî xirawiyan diparêze. Şerm û fedî, terzek jiyanê ye; îcaba fitretê ye; rewşa bedenê ye; rengê îmanê ye xwe dide jiyanê. Hedîsa mi serê xutbê da xwand Resûlê Xweda têda îşaretî girîngiya heyayê dike û difermê:اَلْحَيَاءُ شُعْبَةٌ مِنَ الْإِيمَانِ “…Şerm û fedî, parçekî ji îmanê ne.”
Bêşerm û bêheyatî, bobelatik e nirxên exlaqî tune dike, rêz û rûmeta merûyan bin pê dike; hîlekî şeytanî ye, Xwedayê Jorîn difermê: “Gelî ademiyan! Şeytîn çawa bû bela dê û bavê we ji beheştê kirin der, kincê wan ji wan kirin bona cîhê şerma wan nîşanî wan bide; bera bela xwe bi we jî nede û we jî ji rê dernexe…” .
Gelî Musulmana!
Mixabin, em di dewranek wer da dijîn mehremiyet bi bêperwatî tê binpêkirin. Roja îro da bazara cil û bergan (kinc) da, kesên modakar û hin aliyê medyayi, di bin navê “azadî” û “hemdemî”yê da tazîtiyê şîrin dikin û nuxamtinê ji çavan da dixînin. Vê hişmendiyê qîmeta jinan jî ya mêran jî roda kiriye, rûmeta wan şikandiye, herduk jî xistine dewsa tiştekî çav li ser û bi erzanî tê mezaxtinê. Hal bi hal merû laşê xwe, mehremiyeta xwe, teybetmendiyê xwe li ber çavê xelkê raxîne; tê wê me’nê hiş pûç bûye, wîcdan nemaye, fitret genî bûye. Qasidê Xweda difermê: “Xweda, helîm e, xwedan heya ye, eyb û qisûran vedişêre, ji heyayê û nuxamtinê hezdike.” Loma lixwekirina kincên kinok û yên tenikên şeffaf li ku derê be, bi çi niyetê be jî tê me’na binpêkirina fermana Xweda û heram e. Kesên kincê tengolekên laş didin bellûkirinê li xwe dikin, bi angorî gotina Cenabê Pêxember ku difermê: كَاسِيَاتٌ عَارِيَاتٌ “Kinc lê ne lê tazî ne” . Wekî wer gotî tew çaxê piçûktiyê da girîngiya heyayê û nuxamtinê bi zarûyê xwe bidin hînkirin; wan bi awayê tevgirêdanek bi baweriya me ra, bi şaristaniya me ra guncaw terbiye bikin; şaşitiyên fitretê xiraw dikin zarûyan jê biparêzin. Wekî ku dê û bav goh nedin vê yekê; ew şaşitîkî mezin e, bêperwatî ye, webalkî giran e.
Gelî Musulmana!
Ne ji ber mecbûriyetek tibbî be belkû sirf bona kêfê tîpê hin wesleyan veguherînî; bi ‘emeliyetên estetîk fitretê xiraw bikî; ew tê wê me’nê tişta Xwedê afirandiye pê qaîl nabî, dibî pêlîstoka şeytîn û xwe gunehkar dikî; çawa ku gava Xwedê şeytîn ji dergahê xwe avêt şeytîn gotê: وَلَاٰمُرَنَّهُمْ فَلَيُغَيِّرُنَّ خَلْقَ اللّٰهِۜ “Ezê ji bendeyê wî ra bêjim bera afirandina ku Xwedê afirandiye veguherînin…” Him jî bi çi niyetê dibe bera bibe neqişkirina deqan li ser laş bi gotina Cenabê Pêxember mehrûmbûna ji rehmeta Xweda ye, heram e, sedemê le’netê ye. Li ser ekranan, li ser medya civakî parvekirinên bi kincên xîlafa dînê me ji her alî va reftarekî çirkîn e, heram e. Ayeta mi serê xutbê da xwand têda Xwedayê Jorîn difermê: “Kesê dixwazin nav musulmanan da bêheyatî belavbe; him li vê dunê him li axiretê ji wan ra ezabkî cansoz heye. Xwedê dizane, lê hûn nizanin.”
Gelî Musulmana!
Pirsyariya ku Xwedê di mesela heya û ‘ifetê da kiriye stûyê jin û mêran wek hev e; çawa ku Xwedê Te’ala di sûreyê Nûr ayeta 31 û 32 da difermê: “Ji mêrên îmandar da bêje: çavê xwe ji heramiyê biparêzin, ‘ifeta xwe muhafezekin…” “Him jinê bawermend ra jê bêje: çavê xwe ji heramiyê biparêzin, namûsa xwe muhafezekin; ji bilî şûnê ku xweber tên xûyanê xeml û xişrê xwe derva nehêlin; laçikê xwe ser stukurê xwe da berdin…” wekî wisa ye, di her karî da çawa pîvanga me fermana Xweda û sûnneta Cenabê Pêxember e gotî di tevgirêdana me da jî her wisa be. Ji bîr mekin ku kincên laş tazî dihêle, xettê bedenê bellû dike terz nîne, maqûlî tew nîne belkû binpêkirina fermana Xweda ye. Tazîtî ya ku bi weşanên hin fîlmên sînemayi û rêzefîlm û bi reklamê li ser mecrayê dîjîtal normal tê nîşan danê, wêrektî û azadî nîne ew; belkû êrişa li famîlê ye (malbatê). Sekn û gera bi cil û bergên nelê li deverên civakî û hela tew li şûnên sazûmanî tewrî kêm meydan xwandin e ji rêgezên (prensîb) exlaqî ra. Ev yeka, modernbûn nine belku hovtî ye. Pîvangên exlaqî bên binpêkirinê û herçî kesê jê ra deng neke, dikevin webalê da; çikû parêztina ‘îfet û edeb û exlaqê nifşên nû pirsyariya me gişkan e, di stûyê me tevan da ye.
Xutba xwe bi vî dû’ayê Cenabê Pêxember diqedînim:اَللَّهُمَّ إِنِّى أَسْأَلُكَ الْهُدَى وَالتُّقَى وَالْعَفَافَ وَالْغِنَى “Xwedaya! Ji te rêrastiyê û teqwatiyê (perhîzgarî) û ‘îffetê û diltêriyê dixwazim.”
1.Tirmizî, Sifatû’l-Qiyame, 24.
2.Mûslim, Îman, 57.
3.E’raf, 7/27.
4.Nesaî, Xusl, 7.
5.Mûslim, Cennet, 52.
6.Nîsa, 4/119.
7.Nûr, 24/19.
8.Nûr, 24/30, 31.
9.Mûslim, Zîkr, 72.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…