Dîrok: 25.07.2025

Gelî Musulmana!
Qur’ana Pîroz ku rêberê jiyana me ye têda gelek qisseyên tijî hîkmet û îbret hene. Yek ji wan qissa Eshabû’l-Ûxdûd e. Ayetên ku mi serê xutbê da xwandin ewha qala wî qewmê zulimkar dike: “Qehr bin xwedanê wan çalên tijî agir! Li dora wan rûniştibûn, Zulm û zora li îmandaran dikirin ji xwe ra lê temaşe dikirin; ew zulma wan bes ji ber wê qasê bû ku wan bi Xweda yê ‘Ezîz ê Hemîd ê xwedanê erd û ezmanan bawerî anîbun bes bona wê bû. Lê Xweda şahidê her tiştî ye. Ewên îşkence li jin û mêrên bawermend dikin û paşê tobedar nebin hene, a ji wan ra ‘ezabê cehenem heye, ‘ezabê agir heye.”[1]
Gelî Musulmana!
Eshabê ûxdûdê roja îro siyonîstên zalim in. Ew qatilên heqnenas; li Xezzê komkujîkî bêmerhemet pêk tînin; nabêjin jin-mêr, zar-zêç, kal-pîr hema kî bikeve ber wan dikujin. Ji hemî cîhanê ra meydanê dixwûnin xwang û birangê me yê xelkê Xezzê bê nan û bêav dihêlin dikujin; dibêjine wan: yan teslîm bin yan cîh û warê xwe li cîh bihêlin herin. lê gotî ji bîr nekin; zordest ji xwe ra nexşe û planan çêkin jî Xwedê nexşeyê wan dê ser û binke. Dagirker, ji xwe ra nexşe û pîlanan çêkin jî teqdîr her bi destê Xweda ye.
Gelî Musulmana!
İmandaran ji berê da zulm û zor dîtine. Gelek pêxember û kesê bi wan îman anîne zaliman ew xistine bin muhaseran da û zor û îşkence li wan kirine. İro jî hin îmandar, li hemberî siyonîstên zalim û piştgîrê wan bi sebr û tebat ber xwe didin. Çawa va yeka ji ayeta hanê diyar e: “Gelek komên hêjmara xwe hindik hene bi îzna Xwedê zora komên ji xwe zêdetir birine, ew têk şikandine. Xweda bi sebirdaran ra ye.”[2] Belê, dîrok şahid e Qabîl ziyanê da ne Habîl her di karê da ne. Nemrûd xusirîne lê İbrahîman kar kirine. Fîr’ewn xusirîne lê Mûsa tim di karê da bûne. Ebû Cehl û Ebû Leheban ziyan kirin lê Hz. Mûhemmed Mûstefa (s.X.l) û ummet wî kar kirin. İro jî Xwedê hezke birayê me yê xelkê Xezzê dê serfirazbin û zalim û destgîrê wan her dê bixusirin. Bi îcaba ayeta hanê ku difermê: اِنَّ بَطْشَ رَبِّكَ لَشَد۪يدٌۜ “Girtina Xwedayê te zaf dijwar e.”[3] van cînayetkarên siyonîst û pişgîrê wan jî fenanî qewmê ‘Ad û Semûd û qewmê Lût û qewmê din ên wek wan têkçûyi ewê jî têk herin. Le’neta Xweda û ya melaîketan û a însanan û rihber û nerihberan û ya hemî mexlûqatan li wan be. We’da Xwedê heq e: قُلْ لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا سَتُغْلَبُونَ وَتُحْشَرُونَ اِلٰى جَهَنَّمَۜ وَبِئْسَ الْمِهَادُ “Ji wan gawiran ra bêje: demek nêzîng da hûnê têk bêşkin û bêne ajotinê balî cehenemê va. Ew çi cîhkî qewî ne baş e!”[4]
Gelî Musulmana!
Xezze; îro ne tenê bona musulmanan belkû bona hemî însanan cîhê îmtihanê ye. Xezze, îmtihana rûmeta beşeriyetê ye. Loma gotî her kes bixebite bona nehêlin ev zulma hanê dewamke, tê bikoşînin da ku dunya bibe warê aşitî û hizûrê; dînê wan û irqê wan û rengê wan çi dibe bera bibe. Yan na ewê tu kes di ewlehî hizûrê nebîne. Hedîsa ku mi serê xutbê da xwand têda Cenabê Pêxember ewha difermê: “Xelk, yekî zulimkar bibînin û ser destê wî da negrin, nekevin pêşiya zulm û zora wî, Xwedê demek nêzîng da ê ‘ezabkî bi ser wan tevan da bîne.”[5]
Gelî Musulmana!
Gelê me yê ‘ezîz, seranserê dîrokê da sekna li hemberî zaliman û destegîriya ji mezlûm û bindestan ra ji xwe ra timî şeref zanibûye; li ku derê yekî mezlûm hebûye, li ku derê hêsirê çahvan hatine rêhtin di hewara wan da çûye hemd ji Xweda ra. İro dîsan gelê me bi yekdestî û yekrêzîkî mû’ezzem va serî da bona xelkê Xezzê bona birînê mezlûm û bindestên cîhanê bipêçe derfet û îmkanê xwe tevda seferber kiriye. Demê ewha da ku zulm û zordestî gîhîştiye ewca xwe ya li me ew e ayeta hanê ku difermê:وَاَعِدُّوا لَهُمْ مَا اسْتَطَعْتُمْ مِنْ قُوَّةٍ “Bona wan (neyaran) heya ji destê we tê quwet hazirkin.”[6] Ji xwe ra bixin şî’ar û di zanînê da û teknolojiyê da, di hemî qadên maddî û me’newî da xwe xurtkin; dest bixin destê hev da, bibin yekrêz û bi hev da nekevin. Bi ya vê fermana îlahî tevbigerin ku difermê: لَا تَقْنَطُوا مِنْ رَحْمَةِ اللّٰهِۜ “Ji rehma Xwedê bêhîvî nebin.”[7] Alikarî û du’ayê ku me ji xwûşk û birayê xwe ra dikir hê zêdetir bikin; lê du’a û alîkarî bi tenê bes nine; ew malê ku aborî û ekonomiya zaliman radigrin gotî wan boykot bikin; ev xwestka îman û camêriya me ye; lewra tercîha kirîn û firotinê da ne tenê tîcarî ye, belkû seknekî wîcdanî û exlaqî ye jî. Vê yekê ji bîr nekin ku, bi xêra camêran û xwedan wîcdanan zalim her dê tekbiçin û ehlê îman her dê serfiraz bin.
Gelî Musulmana!
Em havînkî tewrî hişk û germa van salê dawîn ra derbas dibin. Hûn bi Xwedê dikin! Nav daristanan da agir vênexin; gilîş (çop)û şûşe û tiştên wek wan nevêjin daristanan û dorê rêyan. İhmalkarîkî piçûk dibe sedemê şewitandina hezaran dar û beran û telefbûna bi hezaran teyr û tûyûr û mar û mûran. Gelek camêrên mêrxas hene bona agir vemirînin xwe fîda kirine. İcar bi vê minasebetê va ji Xwedayê Mîhreban bona wan mêrxasên mirine daxwaziya rehmetê dikim, herçiyê birîndar in şîfa xêrê bide wan û sebr û tebatê bide xelkê me, yê mayi xweş bin. Xwedayê Gewre, welatê me, xelkê me û ummeta Pêxember ji hindî bela û bobelatan biparêze. Amîn!
[1] Bûrûc, 85/4-9.
[2] Beqere, 2/249.
[3] Bûrûc, 85/12.
[4] Alê ‘İmran, 3/12.
[5] Tirmizî, Tefsîrû’l-Qur’an, 5.
[6] Enfal, 8/60.
[7] Zûmer, 39/53.
Mela Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…