Xutbe I Avê Îsraf Mekin

Dîrok: 18.07.2025

 

Gelî Musulmana!

Yek ji wan nîmetê ku heyanî ji dest neçe qîmeta wî nayê zanîn av e. Xwedê, av ji asîmanan da pak û paqij barandiye, gerandiye amûrê paqijiyê û kana rehmetê û bereketê. Ew ayeta mi serê xutbê da xwand ku difermê “Ew av a jê vedixwun hûn qe lê mêze nakin? Ji ewran da we ew barand yan yê barand em in? Me bixwasta me yê ew şor û tehl bikira. İcar hûn şukir nakin?!”[1] me agahdar dike biweku av nîmetkî mezin ê Xweda ye.

Gelî Musulmana!

Av, ne bes pêdivîkî şexsî ye herweha heqkî civakî ye jî. Heqê her însanî, heta yê her rihberî heye bigîhîje avek pak û têra xwe jê faydê bibîne. Lewra merû bi avê jiyana xwe dikudînin, rihber bi avê li qeyda heyatê dimînin, giya û çêr û rewik bi avê hêşin dibin.

Av, kanek naqede û însan çiqa bixwaze jê serf bike nine; av, emanetkî Xweda ye; ne tenê bona me, belkû nifşên bên bona wa ne jî. Loma gotî avê bi dîqet bişuxulînin, lê miqate bin, bi însaf li hev parvekin; ev him pirsyarîkî şer’î ye, him însanî ye, him jî wîcdanî ye. Serfkirina avê wer bi bêperwatî binpêkirina heqê her candarî ye, îsraf e, heram e. Xwedayê Jorîn difermê:وَكُلُوا وَاشْرَبُوا وَلَا تُسْرِفُواۚ اِنَّهُ لَا يُحِبُّ الْمُسْرِف۪ينَ۟ “…Bixwun, vexwun, lê îsraf mekin; Lewra Xwedê ji îsrafkaran heznake.”[2]

Gelî Musulmana!

Gava merû destê xwê dişo, diranê xwe firçe dike, tiraş dibe, mêwan dişo ji îhtiyaciya xwe zêdetir avê serfke ew dibe îsraf. Cenabê Pêxember dibîne sehabîkî waye destmêj digre lê avê pir serf dike, jê ra dibêje: “Ji çêm jî destmêj bigrî te gava av zêde serfkir ew dibe îsraf.”[3] bala me dikişîne ser wê yekê.

Ha mal be, ha li park û baxçan be, ha li mêrg û zeviyê be, ha li dibistanê, ha li kuçe û kolanan be bi çi niyetê dibe bera bibe, ji îhtiyaciya xwe zêdetir avê serfkî dibe îsraf. Dema avdana erd û erazî da merû rî’ayeta wextê neke, dora xwe da heqê xwe besî xwe nebîne û bi zorê ava xelkê bigre, av a ku bona her kesî ye bi awakî bê rê bona menfe’eta xwe bikarbîne, binpêkirina heqê xelkê ye, guneh e; avê zêdetirî îhtiyaca xwe serfkî, nehêlî here ser erdê cîranan; ew binpêkirina heqê cîranan e, webal e.

Bi pîsiya fabrîqe û karxanan va, bi gubreyên kîmyewî û bi derman û gilîşê (çop) va avên temîz ê çem û kaniyan bilewitînî; avên gemarê, safî nekin berdin nav çeman û golan û deryan, metirsikî mezin e bona însanan û tarişan û him jî heram e. 

Gelî Musulmana!

Heqê tu kesî tune bêje: ‘îmkanê min hene; kêfa mi çiqa bixwaze ezê serfkim, dilê mi çiqa hezke ezê ji xwe ra ewqa avê berdim.” Lewra av; nîmetkî bi giranbuha ye, bi pere û pûlan û teknolojiyê va nayê bi destxistin; belkû tecellîkî rehmeta Xweda ye. Wekî ku Xwedê hezneke, kîjan teknolojî dikare ji ezmanan da avê bibarîne? Wekî ku ew nebe, dê kîjan hêz û quwet heye nahêle av di nav kûrahiya axê da bimiçiqe here? Çawa ku Xweda bi awakî eşkera me der heqê vê yekê da agahdar dike: قُلْ اَرَاَيْتُمْ اِنْ اَصْبَحَ مَٓاؤُ۬كُمْ غَوْراً فَمَنْ يَأْت۪يكُمْ بِمَٓاءٍ مَع۪ينٍ “…Hela ji mi ra bêjin: ‘ava we bimiçiqe here, kî heye yê ji we ra çavîkî avê bîne?”[4]

Gelî Musulmana!

Hişkesalî, qirêjbûna hawirdorê û serfkirinek bi xeşîmî bûye sedemê wê qasê ku çavkaniyê ava paqij ro bi ro kêmtir bin. A di dewranê wer da ya li me ew e; hîna axa me nebûye çolistan, darê me hişk nebûne, çavkaniyê me nemiçiqîne gotî em tevdîra xwe bigrin; avê, bi qandî ji me ra lazim e ewqa bikarbînin, yek çilkek av jî gotî îsraf nebe; çavkaniyê avan û dor û berê wan qirêj mekin, nelewitînin; bona miqateyê wan çavkaniyan bibin gotî daran daînin, daristanên nûw sazgar bikin; bona sewalan rojên germ da delav û derdanan amadekin.  

Xwedayê Jorîn; baranek bi xêr û bereket li çiya û baniyan, li newal û nepeniyan, li deşt û bêlanan, li mêrg û zozan û zeviyan babirîne, ji ezmanan rehmeta xwe, ji rûyê zemîn bereketa xwe kêm neke.

Dawiya xutba me bera ew dûayê Cenabê Pêxember be ku serê xutbê da mi xwandibû: “Hemd û spasî ji wî Xwedayi ra be ku nan û av dide me, îhtiyaciya me pêktîne û me dihewîne!”[5]

[1] Waqi’e, 56/68-70.

[2] E’raf, 7/31.

[3] İbnû Mace, Teharet, 48.

[4] Mûlk, 67/30.

[5] Mûslîm, Zikir, 64.

Mela Ebdûsselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *