ŞAŞ: PARASTINA ZIMAN ERKEKÎ NETEWÎ YE. (TÊ MANEYA KU ZIMAN BI XWE XWE DIPARÊZÎ.)
RAST: Zimanparastin erkekî netewî ye.
ŞAŞ: KUŞTINA MÊRAN.
RAST: Mêrkuştin.
ŞAŞ: KEMANJEN FARJAD KU DI SALA 1938’AN LI TEHRANÊ HATÎYE DINÊ BI SAYA DÎYA XWE DI ZAROKATÎYA XWE DA DEST BI “LÊDANA KEMANE” KIRÎYE.
RAST: Kemanjen Farjad ku di sala 1938’an li Tehranê hatîye dine, bi saya dîya xwe di zarokatîya xwe da dest bi “kemanjenîyê” kirîye.
ŞAŞ: FESTÎVALA KU HETA 25’Ê MEHÊ WÊ LI DAR BE DA DIGEL “NÎŞANDAYÎNA FÎLMAN”, “LÎSTINA ŞANO”, “ÊVARÊN XWENDINA HELBESTAN”.
RAST: Festîvala ku heta 25’ê mehê dê li dar be digel “fîlîmnîşandayîn”, “şanolîstin”, “êvarên helbestxwendinê”.
ŞAŞ: PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ.
RAST: Zimanê Kurdî parastin.
ŞAŞ: “KUŞTINA ZAROKAN” LI SÊRTÊ.
RAST: “Zarokkuştinên” li Sêrtê.
RAST: “Hirçgirtin” ne karê min e.
RAST: Pîrejinan dest bi “çêlekdotinê” kirin.
RAST: Ger Binevş dabin mêr, ev e di qanûna eşayîrî da (ji) “mêrkuştinê” jî girantir e.
RAVE: “Parastina zimên” Ev terkîb di kurdî da wê maneyê nadin ku di tirkî da didin, lewra dema tu dibêjî “parastina zimên” ev dibe “dilin savunması” ne ku dibe “dili savunmak an jî dil savunmak”.
ŞAŞ: WÎ, LI BEDLÎSÊ GEF LI “ZOZANVANAN” XWAR.
RAST: Wî, li Bedlîsê gef li “zozanîyan” xwar.
ŞAŞ: LÎSTIKA KU LI SER METIN Û HELBESTÊN SHAKESPEARE HATÎYE SAZKIRIN, STRANBÊJ, “LÎSTIKVAN” Û “DANSVANAN” RÊZIKÊN SHAKESPEARE ŞIROVE KIRIN.
ŞAŞ: ZIMANÊ “PÊŞKÊŞVANAN” ŞIKESTÎ YE.
RAST: Zimanê “pêşkeşkaran” şikestî ye.
ŞAŞ: ZOZANVAN, DAWETVAN, GOVENDVAN,
RAST: Zozanî, dawetî, govendî.
ŞAŞ: TEMAŞEVAN, ÇALAKVAN Û DANSVAN.
RAST: Temaşekar / temaşekir / temaşeker, çalak(kar), danskar.
RAVE: Ji temaşe “kirin”, çalak “kirin”. Dans “kirin”.
ŞAŞ: GUHDARVAN.
RAST: Guhdar.
ŞAŞ: BEŞDARVAN Û WERGÊRVAN.
RAST: Beşdar û wergêr.
ŞAŞ: JI XWE, GAVA KU EZ JI BO ZANÎNGEHÊ ÇÛM DÎYARBEKIRÊ JÎ, ME BI ZEHMETÎ PIRTÛKÊN KURDÎ PEYDA DIKIRIN Û HEGER PIRTÛK BI ME RA BIHATANA GIRTIN, EM “KARÎBÛ” BIHATANA KUŞTIN JÎ.
RAST: Ji xwe, gava ku ez ji bo zanîngehê çûm Dîyarbekirê jî, me bi zehmetî pirtûkên kurdî peyda dikirin û heger pirtûk bi me ra bihatana girtin, “dibû ku” em bihatana kuştin jî.
ŞAŞ: JI BER KU REAKSÎYONA MIN CUDA YE, EW “DIKARIN” JI MIN HEZ NEKIN, LÊ JI XWE REXNEGIR TUCARÎ NAYÊN HEZKIRIN.
RAST: Ji ber ku reaksîyona min cuda ye, ew “dibe (ku)” ji min hez nekin, lê ji xwe rexnegir tucarî nayên hezkirin.
ŞAŞ: TEVÎ KU EHMED DI KONGREYÊ DA AMADE NEBE JÎ “DIKARE” WEK SEROK BÊ HILBIJARTIN Û VEGERE.
RAST: Tevî ku Ehmed di kongreyê da amade nebe jî “dibe ku / reng e” wek serok bê hilbijartin û vegere.
ŞAŞ: YÊN KU JI ŞER XWE XWEDÎDIKIN “DIKARIN” ŞIDETEKA MEZIN BIKARBÎNIN. DI VÊ ŞIDETÊ DA “DIKARIN” GELEK GENC, JIN, ZAROK Û GELEK ÎNSAN JI GEL BIMIRIN.
ŞAŞ: Yên ku ji şer xwe xwedîdikin “dibe ku” şideteka mezin bikarbînin. Di vê şidetê da “dibe ku” gelek genc, jin, zarok û gelek însan ji gel bimirin.
ŞAŞ: EZ “KARIM” CIXAREYEKÊ BIKESIM?
RAST: “Destûr heye” ez cixareyekê bikesim?
RAVE: Her ya dîyar e ev her dû hevok jî li gorî qalibên tirkî hatine sazkirin, ma mirovek çawa nikare avê vexwe an cixare bikêşe? ) (Tr: Bir sigara içebilir mîyim?)
ŞAŞ: EZ “KARIM” AVÊ VEXWIM? (BIR SU IÇEBILIR MÎYIM?)
RAST: “Destûr heye” ez çend firên avê vexwim?
RAST: “Gelo nabe ku” ez di şûna genim da fitrên xwe bi rûn xweş bikim?
RAST: “Ca nabe” tu ji kerema xwe guhdarî bikî?
RAST: “Lê nabe” ez mêvanê te şevek mayîn bibînim?
RAVE: Her ya dîyar e hevoka şaş ji li gorî qalibên tirkî hatîye sazkirin, ma mirovek çawa nikare avê vexwe yan cixare bikêşe? Di kurdî de beranberî wê “dibe” an “gelo dibe” tê xebitandin.
ŞAŞ: ZILAMEKÎ KOÇER “BALA MELE KIŞAND”.
RAST: “Bala melê ket ser” zilamekî koçer ku ew jî li bin kon e û melûl bûye.
RAST: Zilamekî koçer “bala melê pêxist”.
RAST: Haypêketin/haypêxistin/çavpêketin/çavpêxistin.
RAVE: “Bal kişandin”, li ser binemayê “dikkat çekmek”a tirkî hatine dariştin ku di zimanê kurdî da ev yek nîn e.
ŞAŞ: SERÎ HLLDE” SADIQ, ROJA MÊRAN E. NANÊ XWE HELAL BIKE. NAMÛS Û RÛMETA ME DEST DIJMIN VE BERNEDE.
RAST: “Dest hilîne” Sadiq, roja mêran e. Nanê xwe helal bike. Namûs û rûmeta me dest dijmin ve bernedin.
RAST: Nijdevanan bi ser me da girt, karê şêlandina karwanî kir, divêt tu “desta hilînî”, da talanê me nekin.
RAVE: Serhildan: Ev peyv yekser li gorî “başkaldırı”ya tirkî hatîye dariştin ku ji ber “raperîn û îsyanê” ve tê xebitandin.
ŞAŞ: DI “LÊPIRSÎNA” BALYOZÊ DA ÇEND KES SEWQÎ DADGEHÊ KIRIN.
RAST: Di “jêpirsîna” Balyozê da çend kes sewqî dadgehê kirin.
RAVE: Beranberî “hildana ber pirsan, dane ber pirsan, lêpêçînewe, tehkîqat.
ŞAŞ: DOZGER “LÊPIRSÎN” DA DEST PÊ KIRIN.
RAST: Dozger jêpirsîn da dest pê kirin.
RAVE: “Lêpirsîn” çima ku lêpirsîn karekî baş e, cîyê rêzgirtin û qedirgirtinê ye, mirov li heval û hogirê xwe dipirse çima ku jê hez dike.
ŞAŞ: HIKÛMETA NÛ KÊŞEYA KURDÎ JI NÊZ VE “DIŞOPÎNE”.
RAVE: Yekser li gorî “izlemek” a tirkî hatîye dariştin ku di binyata xwe da “şopajotin, şopgerandin, rêçajotin (iz sürmek) ” e, lê îro bi maneya “temaşekirin, ballêbûn, balpêdan, çavlêbûn…” tê xebitandin.)
RAST: Bala hikûmeta nû ji nêz ve li kêşeya Kurdî ye.
RAVE: Bala min li te ye! Ez te dibalînim!
RAST: Rola sîyasetê her ku çû zêdetir bû, lê reng û awayê xwe guhert. Ev proses, bi taybetî di warê romanê da “bala mirov pêdixe”.
ŞAŞ: ROJEV.
RAST: mijarname / behsname.
RAVE: Ev du peyvên hanê ku li gorî “gündem” û “süreç” tirkî hatine dariştin bi tu awayî digel rêz û destûra zimanê kurdî naguncin. Ya yekem paşgirekî wekî “-ev” di zimanê kurdî da nîn e û ya duyem jî “agenda (îngîlîzî), rûzname (osmanî)” “mijarname û behsname” ye. Heçî “ajotin”e di zimanê tirkî da ji bo “dem-nimandinê” tê xebitandin, lê ev lêker di zimanê kurdî da ji ber “zevîkêlan” û “hespajotinê” ve tê bikaranîn, belam ev serê çend salan e ji ber karîgerîya tirkî ji bo dem-nimandinê tê xebitandin ku gelek çewt e. Bo nimûne di nûçeyekî da wiha hatîye: “Albumê çi qas dem ajot?” ku yekser li gorî mentiqê zimanê tirkî hatîye dariştin. Nimûneyeka dî di vê yekê de: “Wî her wiha hêvî xwest ku cudabûna wan a ji Baykal ê kurt bajo.” Yekser ji “kısa sürecek”a hatîye wergirtin.
ŞAŞ: PÊVAJO.
RAST: Proses.
RAVE: Li gorî “gündem” û “süreç” tirkî hatine dariştin bi tu awayî digel rêz û destûra zimanê kurdî naguncin. Her çiqas “proses” ne kurdî be jî divê nihoke ji devla “pêvajo”yê bihê bikarînan.
ŞAŞ: ALBUMÊ ÇIQAS “DEM AJOT?
ŞAŞ: WÎ HER WIHA HÊVÎ KIR KU CÛDABÛNA WAN A JI MIHEMED DÊ KURT BAJO.
RAST: Di dirêjîya/dirêjahîya dîrokê de
RAST: Dirêjîya rojê.
RAST: Vê pêlê, vê çendê, vê dawîyê.
RAVE: Yekser li gorî mentiqê zimanê tirkî hatîye dariştin. Nimûneyeka dî di vê yekê de: Yekser ji “kısa sürecek”a hatîye wergirtin. (tr bu süreçte.)
ŞAŞ: DI MERASIMÊ DA SEROK “AXAFTINEK KIR”.
RAST: Di merasimê da Serok “peyivî/axifî”.
ŞAŞ: YANÎ, XALÊN KU LI WÊJEYA WELATÊN DIN “JI RÊZÊ” NE, LI CEM ME HÊ GELEKÎ NÛ NE.
RAVE: Ev qalib jî yekser li gorî “sıradan”a zimanê tirkî hatîye dariştin.
Nivîskar: Mazda Pola
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…