1. Çi ye mijara dengê paşdaçekan? Paşdaçek di nav bazinedaçekan da hêmana dawî ye. Paşdaçekên kurmancî, heşt in û di nivîsînê da bi du awayan tên bikaranîn. Di awayê yekê da dengdêra “a”yê li ser wan e, di awayê diduyan da jî dengdêra “e”yê li ser wan e: “bi…da/de, bi…ra/re, bi…va/ve, di…da/de, di…ra/re, ji…da/de, ji…ra/re, ji…va/ve”.
2. Mirov dikare bibêje ku li vir meseleya esil, guhertina dengdêrên “a” û “e”yê ye, di maneyê da tiştek naguhere. Ev jî mijara rastnivîsînê ye û em dikarin li gorî prensîbên standardkirinê, yekê ji wan hilbijêrin û ya din bikin varyant.
3. Guhertina dengê “a” û “e”yê di hin peyvên me yên din da jî heye. Li ser meseleyê, peyvên mîna, “çawa, dîsa, hosta, mela, paşa, zava, masî, çav…” û hwd di devokên nêzî Rojavayê da bûne, “çawe, dîse, hoste, mele, paşe, zave, mesî, çev…” lê em di rastnivîsîna kurmancî da bêhtir awayên wan ên “a”yê tercîh dikin.
4. Di meseleya standardkirinê da nabe ku mirov kêfî tev bigere û ramanên xwe yên şexsî derxe pêş. Hevokên wekî, “Ev bi min xweş tê”, “Ev siviktir e” nabin palpiştên xurt û qada vê mijarê. Paşdaçekên “de” û “re”yê dibe ku bi hinekan sivik bên, lê “da” û “ra” jî ji bo bikarhênerên xwe di bilêvkirinê da sivik in.
5. Di mijarên standardkirinê da hin prensîbên sereke ev in: çavkanî û jêderên zimanî, bikaranîna dîrokî (tradîsyon), berbelavî, hevgirî û hevahengîya zaravayan, çarçoveya rêzimanî û fonolojîk, hêsankarî û hwd. Divê nîqaş li gorî van prensîban û yên wekî wan bên kirin.
6. Divê em bizanin ku tu ziman bi awayekî xwezayî standardîze nabe û karê standardkirinê ne karê kesekî, berovajîya vê yekê, karê koman e. Kurmancî li Bakurê Kurdistanê heta niha standardîze nebûye û îro roj ketîye pêvajoya standardkirinê. Li Bakurê Kurdistanê ji sedî 99ê kurdan perwerde nebûne, nizanin bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin û heta salên 2000î pirtûk û kovar pir kêm hatine çapkirin. Loma em nikarin bibêjin, pergala perwerdeyê bi cih bûye û mijara paşdaçekan hatîye çareserkirin.
7. Vê pirsgirêkê kînga dest pê kir? Vê pirsgirêkê bi bikaranîna “de” û “re”yê ya di nivîsê da dest pê kir. Em dikarin bibêjin ne di Hawarê da, lê piştî Hawarê vê pirsgirêkê dest pê kir. Çinku di Hawarê da her du awayên paşdaçekan jî hatine bikaranîn, lê piştî Hawarê mîna ku “da” û “ra” şaş bin, gelek kes li ku derê rastî wan hatin, wan ew guhertin û şaş qebûl kirin. (Bandora nivîskarên mêrdînî jî li ser vê yekê heye).
8. Celadet Elî Bedirxanî, di berhemên xwe da li ser mijara daçekan tiştek nenivîsîye û raya xwe dîyar nekirîye. Di kovara Hawarê da, wî destê xwe nedaye paşdaçekên “da” û “ra”yê. Ji ber ku di meseleya daçekan da bi devoka xwe ya Botanê nivîsîye ev ji hinekan ra bûye referans. Roger Lescot di pirtûka rêzimanê da dema ku qala beşên wî bi xwe nivîsîne dike, em dibînin ku mijara daçekan ji alîyê wî ve hatîye nivîsîn.
9. Ziman, tiştekî guherbar e û xebatên rastnivîsînê xebatên komî ne. Celadet Elî Bedirxanî li ser mijarên rêzimanê û pir kêm be jî li ser hin mijarên rastnivîsînê fikrên xwe dîyar kirine, lê bi giştî berhemeka rastnivîsînê lê nekirîye. Îro em dibînin ku hin xalên ku wî pê nivîsîne hatine guhertin, mînak: gireya neyînîkirina karan/lêkeran, (ne hat) nivîsîna lêkera bûnê (hati bû, peyvên ku dawîya wan bi “ê” û “î”yê diqedin (riya me) û hwd. Em nikarin li nivîsa wî binêrin û her tiştê ku nivîsîye bikin bingeha xebata rastnivîsîna roja me.
10. Pirsgirêka dengê paşdaçekan, bala hin nivîskar û zimanansan kişandîye û wan li ser vê nivîsîne. Kesên wekî Rojan Hazim (2004), M. Emîn Bozarslan (2008), Mistefa Reşîd (2008), Perwîz Cîhanî (2012) û Michael Chyetî (2024) (Bêyî ku haya wî ji van nîqaşan hebe wî di xebatên xwe da paşdaçekên “da” û “ra”yê tercîh kirine) li ser vê mijarê nivîsîne û fikrên xwe dîyar kirine. Prensîbên ku wan pişta xwe dayê ev in: Çavkanî û Jêderên Zimanî, Berbelavî, Klasîk (Tradîsyon), Hevgirî û Hevahengîya Zaravayan, Folklora Kurdî, Çarçoveya Fonolojîk û Rêzimanî.
11. Ku em li gorî xala berbelavîyê li nexşeya Kurdistanê binêrin, em ê bibînin ku ji sedî 90ê kurdan îro roj paşdaçekên “da” û “ra”yê bi kar tînin. Li Bakurê Kurdistanê, Agirî, Bedlîs, Çewlîg, Colemêrg, Dêrsim, Dîlok, Dîyarbekir, Batman, Erdexan, Erzirom, Erzingan, Îdir, Kilîs, Meletî, Meraş, Mûş, Qers, Riha, Semsûr, Sêwaz, Wan, Xarpêt; li Başûrê Kurdistanê, çi di kurmancî û çi di soranî da deng “a” ye, Dihok, Helebçe, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û Silêmanîyê dengê paşdaçekan “a” ye. Dîsa li Rojhilatê her çi zaravayê kurdî be, li Îlam, Kirmanşan, Sine, Ûrmîye û Xorasanê jî dengê van paşdaçekan li ser “a”yê ye. Li Rojavayê jî li Kobanê, Efrîn û Serê Kanîyê ev paşdaçek “da” û “ra” ne.
Li bajarê Mêrdînê hem “de” û “re” û hem “di” û “ri” tên bikaranîn. Herweha li bajarên Sêrt û Şirnexê “da” û “ra” û “de” û “re” jî hene; li wan deran çîyayî û koçer bêhtir bi “da” û “ra”yê diaxivin, her wekî li nav koçerên Qamişloyê.
12. Em ji van agahîyan tê digihîjin ku li piranîya Kurdistanê paşdaçekên “da” û “ra”yê hene, vêca mirov çima rabe “de” û “re”ya herêmeka biçûk û berteng li ser temamê Kurdistanê ferz bike? Li vir dixwazim nimûneyekê jî bidim, li hin cihên Botanê cihnava “we”yê, di dirûvê “hewe”yê da ye, lê em baş dizanin ku îro piranîya kurmancan ji bo wê cihnavê “we” dibêjin, gelo em dikarin rabin ji bo zimanê standard “hewe”yê tê xin şûna “we”ya cihnav a berbelav?
Ku em bibêjin 50 milyon kurd hene, ji sedî 90ê wan dike 45 milyon, em ê çima awayê bikaranîna “de” û “re”yê ya 5 milyonî li ser ya 45 milyonî ferz bikin?
13. Mijara berbelavîyê bi pedagojîyê ra jî eleqedar e. Mirov bi hînbûnekê dest bi perwerdehîyê dike. Tiştê ku mirov hîn bûye û tiştê ku hîn dibe çiqas nêzî hev bin perwerdehî ewqas baş dibe. Ku em hesabê hemû Kurdistanê bikin divê em guh bidin zimanê gelî û perwerdehîyê ji bo wan hêsan bikin.
14. Divê em balê bikişînin ser tiştekî din jî. Li Bakurê Kurdistanê gotinek heye ku dibêjin “kurdîya akademîk”. Dema ku em li vê gotinê bikolin, em ê bibînin ku gelî ji bo zimanê ku jê fam nekirîye ev gotin kirîye, zimanê nivîskî ji zimanê devkî dûr ketîye û şikestîye. Heta ji mirovî tê, derfet hebin divê mirov her du zimanan nêzî hev bike. Di mijara paşdaçekan da gel bi piranî awayê “da” û “ra”yê bi kar tîne, tercîha li ser wê dê zimanê devkî û nivîskî nêzî hev bike.
15. Ji prensîbên standardkirinê wextê em bala didin jêder û çavkanîyên zimanî, em dîsa rastî “a”ya van paşdaçekan tên. Di zimanê avestayî, pehlewî û farisî da jî di dengê van paşdaçekan da her “a” heye.
16. Dema ku em di çarçoveya bikaranîna dîrokî da berê xwe didin tradîsyonê, di klasîkên kurdî da em rastî paşdaçekên “da” û “ra”yê tên. Li wir jî bi giştî ew hatine bikaranîn. Kesên wekî Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Seyîd Elîyê Findikî, Melayê Bateyî, Evdirehmanê Axtepî, Sîyahpoş, Pertew Begê Hekarî, Elîyê Teremaxî, Mela Mehmûdê Bazîdî, Mela Xelîlê Sêrtî… û gelek navên din wan di berhemên xwe da paşdaçekên “da” û “ra”yê bi kar anîne.
17. Dîsa wextê em berê xwe didin folklora kurdî, çi deşîfrekirî çi nedeşîfrekirî bi hezaran berhemên me (hûn dikarin bi hezaran kasetên me wekî pirtûkan jî bifikirin) bi paşdaçekên “da” û “ra”yê hatine lêkirin. Koleksîyona A. Jabayî yek ji wan çavkanîyan e ku hem ji alîyê zimanî û hem ji alîyê folklorê da gelek berheman dihewîne ku gelek berhemên wê bi paşdaçekên “da” û “ra”yê hatine lêkirin.
18. Dema ku em berê xwe didin edebîyat û folklora kurdên Sovyetê, em li wir jî rastî mîrateyeka mezin a pirtûkan tên ku paşdaçekên wan “da” û “ra” ne. Hecîyê Cindî, Erebê Şemo, Eskerê Boyîk, Emînê Evdal, Fêrîkê Ûsiv, Elîyê Evdirehman, Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Wezîrê Eşo, Qanatê Kurdo, Tosinê Reşîd, Emerîkê Serdar…. û gelek navên din di berhemên xwe da wan “da” û “ra” bi kar anîne.
19. Çavkanîyên êzdîyatîyê jî xwe digihînin demên berê. Wextê em bala xwe didin deverên ku êzdî lê dijîn (bi taybetî Şengal) û berhemên wan, em dîsa rastî paşdaçekên “da” û “ra”yê tên. Di qewl û beytên êzdîyan da, em van paşdaçekan dibînin.
20. Ku mesele bê ser perwerde û bicihbûna van paşdaçekan, em dikarin bibêjin ku li Başûrê Kurdistanê bi salan e gel bi kurdî perwerde dibe. Li wir jî paşdaçekên “da” û “ra”yê tên bikaranîn û heta roja me bi hezaran pirtûk li wir hatine çapkirin.
21. Hevgirî û hevahengîya zaravayan jî prensîbeka standardkirinê ya giring e. Wextê em bala xwe didin zaravayên kurdî, li wir jî di paşdaçekan da em herî pir rastî dengê “a”yê tên.
22. Ku bi awayê fonolojîk em li van daçekan binêrin, dengê “e”yê li gorî “a”yê qels e û dikeve, ev yek paşdaçekê deforme dike. Li herêmên “de” û “re”yê wextê “e”ya daçekan dikeve hevok bi vî awayî tên sazkirin, “Tu ji mi’r bîne.” “Ew di vir’d çû.” Lê “a”ya paşdaçekên “da” û “ra”yê dengekî berz e, xwe diparêze û nakeve.
23. Di mijara paşdaçeka “ve”yê da tu nakokî tune ye. Ev paşdaçek pir kêm tê bikaranîn. Di klasîkan da bi piranî “ve” hatîye bikaranîn û di nav gelî da jî “ve” bi qasî “va”yê heye. Ku em di çarçoveya rêzimanî da jî lê binêrin, pêşgirên lêkeran “da”, “ra” û “ve” jî bi heman awayî ne (da-ketin, ra-ketin û ve-ketin), li wir jî guhertinek heye û ev tiştekî normal e, ziman ne matematîk e, îstîsnayên wî hene.
24. Xebatek ji bo bibe malê Kurdistanê, divê hesabê hemû kurdan bike, herêmparêzî, navçegirî li pêşîya standardkirinê kelem in. Divê mirov nîqaşên standardkirinê li gorî prensîban bike. Tiştê ku hem çavkanî û jêderên zimanî wî piştrast bikin, hem di tradîsyonê da hebe û hem di zaravayên din û di nav gelî da ji sedî 90 bê bikaranîn, bêhtir tê qebûlkirin.
✍️ Bahoz Baran
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…