Egîdê Xudo Mihoyan di sala 1927’a de li gundê Elegezê( berê Çevûşvana Mezin) li nehya Aparanê Komara Ermenîstanê hatiye dinyayê. Wî dibistana seretayî û navîn li gundê xwe xwendiye paşê enstûtiya pedagojiyê xelas kiriye. Paşê bûye gerinende( mudir)dibistana gundê xwe. Gelek çîrokên wî di weşanên ‘’ Bihara Teze’’ , ‘’ Riya Teze’’ de hatiye weşandin. Disala 1999’ a de di 72 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.
Berhemên wî : Dê û dêmarî (Roman- 1986), Jerê( kurte çîrok)
NAVEROK Û TEŞEYA ROMANA ‘’DÊ Û DÊMARÎ’’
Karê keçek Kurd a ciwane. Di dema şerê Sovyetê û Elman ( Hîtler) de li sêwîxanyekê xebatkare. Di şerê Sovyetê û Elman de dergistiyê Karê ê bi navê Cemal diçe eniya şer.
Di şevek sar, reş û tarî de li deriyê Karê tê xistin. Karê dema derî vedike jinek ciwan û bi dergûş li ber deriye xwe dibîne. Her çiqas şaşwaz dibe jî cardin wê jina ciwan derbasî hindir malê dike û wê vedihewîne. Piştî ku ew jinik behna xwe vekir û nanê xwe xwarin, ew jinika xerîb çîroka xwe ji Karê re dibêje. Ew jinik hevjînê wê di şer de hatiye kûştin. Ew jî ji neçarî ketiye ser rê. Dema behsa şer û kuştina hevjînê xwe dike dergistiyê Karê Cemal tê bîra Karê. Dilê Karê diêşe. Ew jinik rojek di roja dimîne hin berî dinya rohnî bibe nameyekê û dergûşa xwe( pitik) ji Karê dihêle û diçe. Di nameyê de lêborîna xwe dixwaze û ku diçe eniya şer ji bo heyf û tola hevjînê xwe hilîne. Navê wê dergûşê ( pitik) Saşa ye. Saşa li gor devoka Rusa kurte kirina navê Alexsandre ye. Karê wî zarokî xwedî dike.
Piştî demêkê kaxiza dergistiyê Karê Reş vedigere ku li eniya şer hatiye kuştin. Karê dikeve hizn û şînê. Ji ber ku Karê yeka jîr û jêhatî û li hev bû herkesi çav berdabûnê. Yusif hevalê dergistiyê Karê hevalê Cemal jî dile wî di Karê de bû. Ji ber ku Cemal bi Karê re bibû bi dergîstî Yûsif ev yek bera hindirê dilê xwe dabû û nedabû der. Piştî Kaxiza Cemal ji eniya şer reş vedigere Yûsif her çiqasî bi şerm û fedî be jî a dilê xwe ji Karê re dibêje û Karê qani’ dike û bi Karê re dizewice. Yûsûf siwarê kaşkaşka bergîla a ser berfê bû. Ewî mirov li vê kaşkaşkê siwar dikir û bi heqê xwe wan dibir û dianî. Rojekê bergîl pihînekê li ser dilê Yûsif dixe û Yûsif dikûje.
Piştî ku Yusif jî hat kuştin Karê li wî kurikê ku li ba xwe xwedî dikir û ku navê wî Saşa ye li ser rûdinê û hew carekî din nema dizewice.
Piştî mirna Yusuf gelekî zaman derbas dibe Saşa jî li gor urf û adetê Kurmanca mezin dibe . dibe xort. Saşa dema dibe xort tirs û xofa ku diya Saşa a heq bê wî ji wê bistîne dikeve dile Karê. Ji ber vê yekê Karê çav digerîne ku wî bi keçek nas gundî re bizewicîne ji bo ku diya Saşa nikari be Saşa ji wê biqetîne. Hin Karê çav li dora xwe digerîne ji bo ku ji Saşa re yekê peyda bike dibhize ku dilê Saşa û Sîsê keça Efo ketiye hev.
Ji berk u diya Saşa Rus e ne Kurmance dê û bavê Sîsê keça xwe nadin Saşa. Çiqas navbênkar di navberê de diçin û tên dê û bavê Sîsê ji yek û diduya xwe danakevin.
Sibehekê serê sibê zû Sîsê diçe mala hevala xwe. Diya Sîsê dibîne ku Sîsê ne li mal e, çew çew pê dikeve û dike şeh şehe ku hevala Sîsê, Sîsê biriye mala xwe ba Saşa ji bo hevûdu birevînin. Li ser vê yekê hevala Sîsê tê Saşa dibe mala xwe ba Sîsê. Dibêje wek ku navê revê bi dûv te xistiye tû ji neçe malê û destûrê nade Sîsê ku here mal. Ev bûyer li nava gûnd diteqe û bela dibe. Rih sipî dikevin navberê dê û bavê Sîsê razî dikin û ji wan re dawetekê li dar dixin. Saşa û Sîsê bi hev re dizewicin. Ji ber ku navê Saşa ji ber navê Alexsandr dihat gundiya ji Saşa re digotin Iskender û Îsko.
Dema Saşa û zarokên dibistanê an jî ê gund bi hev şer dikirin jê re digotin sêwiyê Rus. Li ser vê yekê daw û dozê li Karê dike ku ji bo çi jê re dibêjin sêwiyê Rus. Karê bi kurt û kurmancî jê re çîrokê dibêjê. Lebelê Saşa ji Karê re dibe je tu dayka min e. Xwe bi Karê ve digre.
Beriya daweta Saşa û Sîsê nameyek bi riya gerînendê ( mûdîr) ê sewîxanê tê ji Karê re. Karê nameyê berî veke di niqûte dile wê ku ji alî diya Saşa ve jê re hatiye. Namê vedike dibîne ku diya Saşa jê re şandiye. Di nameyê de piştî silav û li hal pirsînê lêborîn û bexşandinê ji Karê dixwaz e. Têde bi dirêjahî gilî û gazinên xwe êş û jana kişandiye nivîsandibû. Di namê de piştî xelasbûna şer ew bi yekî din re ku di enya şer de hevûdu naskirine zewiciye. Piştî kuştina bavê Saşa Nîkola di enya şer de bi dûv şopa gora wî ketiye gora wî li Ûkrayna dîtiye lebelê di gora wî de yekî bi navê Asoyan Cemal Îsoyevîç jî heye. Wexta ku navê Cemal dibîne dergistiyê Karê tê bîrê û hêvî dike ku ev Cemal ne ew Cemalê dergîstiyê Karê be.Hêvî dike ku Karê destûrê bide wê ew bê Saşa û û wê bibine.
Di despêkê de Karê bê riza wê bû vê dawiyê wijdanê wê destûr neda wê ku nehêle dê û ewlat hevûdu nebinin. Wê destûr da wê kû bê Saşa bibin e. Piştî bi çend roja diya Saşa a heq û bavmariyê wî tên gund. Karê û gundî wan xweş pêşwazî dikin û mazûbaniya xwe bi cih tînin. Piştî çend roja Karê , Saşa , Sîsê û diya Saşa a heq û bavmariyê wî bi hevre diçin Ûkranya ser gora bavê Saşa Nîkola û dergîstiyê Karê Cemal. Paşê vedigerin Lenîngradê. Karê vedigere gund.
Piştî ku Karê, Saşa, Sîsê, diya Saşa a heq û bavmariyê Saşa çibûn Ûkraynê gerê, bavê Sîsê Efo û hevjîna wî çar çavî çavên wan li hatina Sîsê û Saşa bû.Lebelê dibînin ku Karê tenê hatiye gund. Hew ji wan Saşa û Karê nema vedigerin ba wan nema tên gund. Gelekî , pirî xemgîn dibin. Lebelê Karê ji wan re dibêje kû Saşa û Sîsê li Moskowa dest bi xwendina xwe kirine û piştî ku xwendina xwe qedandin û pêve ewê vegerin ba wan li gund bimînin. Li ser vê mizgîniya Karê Efo û hevjîna wî gelekî kêf xweş dibin
TEŞE Û ŞÊWAZA ROMANÊ
Roman bi avayekî realîst û ji devê kesê duyem hatiye nivîsîn. Romanek bi azar yanî trajediye. Lê bi avayekî bextewar bi dawî dibe. Dema bûyerên navberoka romanê merev bide bar çavên xwe ev roman wek romanek idelojîk( pirdozî) û bi tez hatiye nivîsandin. Di romanê de pesnê artêş û alîgirên sovyetê tê dayîn û Hîtler û alîgirên wî bi nebaşî bi nifir behsa wan tê de derbas dibe. Ji bilî pirdoziyê wêdetir romanek netewî ye. Berî ku ez di romanê de nîşanê netewî rê bidim dixwazim bi kurtasî behsa Edebiyata Kurdî ya Qefqas bikim. Edebiyata Kurdî a Qefqas di despêkê de li gor hîşmendiya sosyalizme hate nivîsîn. Di vê qonaxê de haya wan ji netewîbûnê tûnebû. Bi giştî honandina edebiyat û romana Kurdî li ser sosyalizm û komînizmê bû. Mînak; Romanên bi navê ‘’ Hopo’’ û ‘’ Jiyana Bextewar ‘ romanên Ereb Şemo. Romana Sîma Semendî a bi navê’’ Xezal’’ em dikarin nîşan bidin. Piştî Şoreşa îlonê ya Başûr û têkiliyên bi Kurdên derveyî Qefqas di romana Kurdî de jî hişmendiyek netewî rê li ber vekiriye. Mîna romana bi navê ‘’Şivanê Kurmanç ‘’ a Ereb Şemo navê romanê bixwe dibe sedem ku romanek netewî be. Ji bilî wê cardin romana Ereb Şemo a bi navê’’ Kela Dimdimê ‘’ bi xwe romanek netewiye. Nivîskar û lêkolînerên Kurdên Qefqas hewl dan ku ji bo edebiyatek netewî pêk binîn û ji bin bandora Edebiyata Rus û Ermen derkevin gelek hewildan û xebat kirin. Di heman demê de ev yek jî pêk anîn. Mînak; Qanadê Kurdo, Heciyê cindî, Ferîkê Ûsiv, Eskerê Boyik, Egîtê Şemsê, Rizaliyê Reşît, Şikoyê Hesen di edebiyata Kurdî de cihek girîng girtin û pêşî li edebiyata Kurdên Qefqas vekirin.
Egîdê Xûdo bi berhema xwe a bi navê ‘’Dê û Dêmarî’’ ewî jî li ser şopa Edebiyata Kurdên Qefqas a netewî honandiye û ev şop şopandî ye. Vê yekê bi dehan caran hevoka ‘’ kurd , kurmanc’’ bi kar tîne. Dema Sîsê ji dê û bavê wê ji bo Saşa dixwaze dê û bavê Sîsê ji ber ku dê û bavê Saşa ne Kurd e ne ji binyat û ûrfê wan e ne qayilin keça xwe bidin Saşa. Di dibistanê de dema Saşa û zarok li hevudu dixin , zarok jê re dibêjin sêwiyê Rûs wî ji xwe nabînîn û nahisibînin. Dema diya Saşa tê gund li ser nan axaftinê dike û pesnê milletê Kurd dide û ku di derheqa Kurda de gelek pirtûk xwendiye, bi nas kirina Kurda xweş hale behsa vê yekê dike . Evana tevdek nîşaneyê netewbûna romana bi navê ‘’ Dê Û Dêmarî’’ nîşan dide.
Ji bilî van tiştanan di honandina romaninê de ji folklorê jî sûd wergirtiye. Mînak Xwestîn û dana qiza. Dawet û zewac gotinên pêşiya bi kar aniye. Têkiliyên di navbera mirovan de li gor urf û edetan.
Dema ku jinka Rûs tê zaroka xwe dixe sitûyê Karê, Karê dikeve heyr û tateleka kû wek jinek azip wê çawa bersiva car û cîrana bide ku ev zaro ne êwê ye ev yek orf û edetên Kurda nîşan dide
Li ser gotinên pêşiya
Mînak: Bûke li hespê ye,
Hefsarî li miste ye
Kes nizane qismetê kê ye
Ji gotinên pêşiya; pêl tên pêlan winda dike. Hwd..
Bi kurt û kurtasî berhemek gelekî xweş hatiye nivîsîn. Ji alî honandina navberokê û bi kar anîna rê û rêbazên nivîsîna romanê. Zimanekî herikbar, sivik, li xûrû bi tehma folklor û urf û edetan hatiye kemilandin.
ŞOREŞÊ XURSÎ-Çandname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…