Romana Kurdî ya kurmancî bi ked û xebata Erebê Şemo li derveyî welat di sala 1935an de bi navê Şivanê Kurmanca dest pê kir. Ev rêka vebûyî bû pêtaleke serbilindiyê ya rê ronîkirinê ji bo qada romannivîsiya kurdî.
Dema mirov li romana zaravayê kirmanckî/zazakî dinihêre hinekî bi derengî be jî, pêrgî romana herî ewil/yekem ya bi teknîkên nûjen hatiye nivîsîn, dibe. Romannivîs Deniz Gunduz bi navê Kilama Pepûgî romaneke ji 544 rûpelî pêk tê û beşeke ji dîroka me ya bi êş dagirtî vedibêje, diyarî wêjeya kurdî kiriye. Çawa Erebê Şemo ji hêla hin rexnegirên wêjeyê ve wekî “bavê romana kurdî” hatiye payedarkirin mirov dikare Deniz Gunduzî jî wekî “bavê romana kirmanckî/zazakî” payedar bike. Min ev romana ku wekî romana pêşîn ya bi kirdkî/kirmanckî hatî nivîsîn xwend û xwest ku hûn jî -yên jê bêhay- wê binasin û belbî jî bixwazin di pirtûkxaneya we de cihê wê jî hebe, ev nivîsa amade kir…
Bûyerên di romana Kilama Pepûgî de derbas dibin, li gor vegotina romannivîs di pêşgotina romanê de kifş dike, kana xwe ji rastiyê werdigire. Dema di zaroktiya xwe de, karesatên di dîroka me ya nêzîk de hatî jiyîn ji mezinan dibihîze, pir di bin bandora wan bûyeran de dimine û hêj di temeneke ciwan de ye, di sala 1996an de vê romana ku ruhê mirov dilerizîne, dinivîsîne. Lê mixabin ji ber hin sedeman encax di sala 2000î de bi çapa yekem li Enqereyê bi alîkariya ‘Vejayîşê Vartanî’ digihêje ber destê xwîneran. Li gor nivîskar dibêje Kilama Pepûgî ne çîrok e, belkî rastiya wê demê ye ku Osmaniyan kurdên kurmanc ên sunî û kirdên/kirmancên elewî berahev dabû û dikir ku ji hev mirovan bikujin, bi vê jî nemabû kurd û ermenî berahev dabû û bibû sedema malwêraniyeke mezin ji bo ermeniyan jî…
Romannûs Deniz Gunduz wekî ‘mekanê bûyeran’ ji xwe re gundên herêma Gimgimê hildibijêre. Dem dema hilweşîna Dewleta Osmaniyan e. Li her derên împeratoriyê tevlihevî heye. Nakokiyên di navbera netewe û civakên cur bi cur de zêde dibe. Sultan Ebdulhemîdê II. dixwaze bi dek û dolaban millet û civakan berahev bide. Alayên Hemîdiyeyê li herêmên kurd û ermenî lê dijîn, dadimezirîne. Hin elewî jî li bendê ne ku alayek jî ji wan pêk were, le mixabin ne kurmanc ne jî kirdên/kirmancên elewî hay ji hîleyên Sultan Ebdulhamîd hene. Sultan tenê suniyên kurmanc bi çek dike û li herêmê zorbetiyeke nedîtî dest pê dike. Li herêma Gimgimê wê çaxê -berî 1890î- jiyanek rengin û bi aram hebû. Kurd û file/ermenî cîranên hevdu bûn. Kurdên sunî û elewî jî du çiya li hev parve kiribûn, yên sunî li berpalên Çiyayên Şerefdînê û yên elewî jî li berpalên Çiyayên Bîngolê bi sewalvanî û çandiniyê re mijûl bûn. Pir najo nakokiyên di navbera van netewe û koman de bi tizkirina Dewleta Osmaniyan re aj dide, rayedarên dewletê wan li hev sor dike. Ji eşîrên kurmanca Cibranî bi hêza ji Alayên Hemîdiyeyê bi dest xistî êrişî cîranên xwe -ermenî û kirmancên elewî- dikin. Malê wan talan dikin. Îbrahîmê Talî yê ji eşîra Xormekan/Xormeçikan li hemberî vê zilmê têdikoşe û bi mêrxasî şer dike û mixabin tê kuştin. Kurên wî Welî û Zeynel li hember vê kuştinê çi bertekê nîşanî cibraniyan dide, di herka romanê de bi kitekit hatiye vegotin…
Zeynel li Stembolê di ‘dibistana eşîretê’ de xwendekar e, bi bihîstina kuştina bavê xwe re vedigere gundê xwe, tivingekê hildigire, tevî Welî û Memî li hember Axlerên Cibraniyan gundên xwe, malên xwe diparêzin, di şerên wisa giran de bi ser dikevin ku di lehzê de navê Zeynel bi kilamên qehremaniyê re li çarmedorê welat belav dibe… Bi salan wekî fîrarê devletê li malên nas û dostan dibe mêvan, carinan bi hêzên leşkerî û Alayên Hemîdiyeyî re şer dike, mixabin di şerekî de hevjîna wî Xecê ji bo nekeve destê dijmin bi derba Welî tê kujtin, û ew jî xwe ji dahfikê xilas dikin. Zeynel piştî fîrariya bi zor û zehmetiyan dagirtî, rojekê biryara xwe dide ku here cem Îbrahîm Paşayê Milî efûya xwe derxe, serpêhatiya ber bi Ruhayê ve dê bi xwendina we roniyê bibîne..
Ligel vê, ne tenê kurd bi ber xezeba Alayên Hemîdiyeyê dikeve, civata fileyan jî ji vê bobelatê para xwe werdigire; kuştina wan, talankirina mal û gundên wan, reva wan ya ji kuştinê di kesayeta Dîgran de -tevî komeke jin û zarokan- bi xemgînî hatiye vegotin, Di van şeran de zarokên di daristanan de winda dibe jî di çîroka Artîn/Xaço de tê vegotin… Artîn ji hêla gundiyekî ve tî û birçî tê dîtin, dû re çi tê serî di herka romanê de bi huzn hatiye vegotin…
Ji bo yên ji kuştinê xelas bûyî tenê cihek xwe lê bigirin heye ew jî ewil kûrahiya daristanan e û dû re ber bi fileyên Xinûsê ve rev e… Lê mixabin ev reva ji zulmê zêde najo, koma jin û zarokan di nav xirbeyê ‘Warê Xaşxaşe’ de ji hêla Mamudê Xece/Mamî û çeteya wî/Alaya Cibranan ve têne qefilandin. Û ev qefleya ji jin û zarokan li nêzî gundê Emera yek bi yek tê kujtin û li ser qefesa singê xwîner dibe zinar û lat û xwîner bêliv û bênefes dihêle! Êrişên Alayên Hamîdiyeya yên li der dora çem û gundê Gulciyê û liberxwedana fileyan/ermeniyan di kesayetiya Levonî de me hinek din dilerizîne, hestên me yên mirovbûnê radike pêdarê; mirov çawa dikare ewqas hovîtiyan li cînarê xwe bike, bibe sedem ku ew mirovana hem mal-milkên xwe hem jî pez û dewarên xwe li cîh bihêlin û di şeveke tarî de ber bi nediyariyekê ve koç bikin.
Li hêla din Aşotê file ji bo xwe ji xezeba dewletê xelas bike, tevî malbata xwe, xwe davêje ber bextê kirîvê xwe/Welî Axa yê ji bav û kalan ve bi hev re dostanî daniye ku ji biratiyê girîngtir û pêşdetir e. Lê mixabin Aşot pir zû dibîne ku Welî Axa û çeteya li dorê ji dewletê jî xirabtir û zalimtir e. Ev beşa romanê û bûyerên pêve giredayî ne mimkun e ku ji hêla xwînerên dilzîz ve bi rehetî were xwendîn… Ma kîjan dil dikare qebûl bike ku hem ermeniyên li gundan yek bi yek werin tovkirin û bi rojan tî û birçî bê hîştin û bi ser de di êrişên organîzekirî de yan ji bo bazineke zêr, yan ji bo gustîlekê werin kujtin…
Di romana Kilama Pepûgî de, pest û pêkutiya Dewleta Osmaniyan ya li ser gundiyên kurd jî bi hûrgilî hatiye vegotin. Navê dewletê ji bo gundiyan qamçûr/bac e, şêlandin e, desteserkirina zarokan e, çimkî dewlet her payîzê ji nişka ve gundan dorpêç dike, bi darê zorê ji her deh pezî yekê wekî bacê ji gundiyan tov dike, bi vê jî namîne di gundan de çiqas xort hene wan jî ji bo bişîne eniya şer, li hev kom dike û berê wan dide eniya şerê nediyar, çimkî ev şer Şerê Yekem yê Cîhanê ye. Ji ber vê rewşa awarte ne surprîz e ku Uris jî êrişî kurdan bike û mal û milkên wan talan bike; bûyerên ji ber dagirkeriya Uris jî di serma û berfbarîna zivistanekê de dest pê dike û çawa berdewam dike dê xwîner ber bi dawiya romanê bi xemgînî bixwîne… Di van beşên romanê de di navbera gundiyan û nûner û leşkerên dewletan de -carinan Osmanî û carinan jî Urisan de- çi qewimiye, xortên ji bo leşkeriyê hatibûn desteserkirin bi biryara Enver Paşayê xeyalperest û zalim, xwe çawa di zivistaneke bi qeşa de li nêzî Qamûşan/Sarikamişê li hemberî leşkerên Uris bêçare dibînin û çi serboriyan dijîn, artêşa Urisan tevî fileyên berê ji ber zilma Osmaniyan reviyabûn û aniha di şefeqeke zivistana bi berf de çawa ji nişkav ve bi gundiyên Çiyayên Bîngolê ve dixuye û dest bi şêlandin, talan, tolhildan û tecawizê dikin, bila ji bo xwendina we xwîneran bimîne…
Di vegotina Kilama Pepûgî de bi hostatiya romannivîs Deniz Gunduzî, xwîner carinan ji trajediyên hatî jiyîn dûr dikeve, têra xwe di nava daristanan de digere, têra xwe gul û kulîlkên cur bi cur ên Çiyayên Bîngolê bêhn dike, têra xwe dengê vîçevîça çivîkan û xuşexuşa ava ‘Çemê Temîzê’ û Çemê Gulîcê dibihîse û di nava xwezayê de sermest dibe, li berpalên Çiyayên Bîngolê gund bi gund, zozan bi zozan digere, ji Çilkaniyan tîbûna xwe dişkênîne, xwe di nava kar û barên gundiyan de dibîne û bivê nevê zaroktiya xwe bi bîr tîne…
Lê xwezila romannivîs di şûna van vegotinên xweşik ku carinan hîsa dubarebûnê li xwîner peyda dike de, digel bibîrxistina cejna fileyan ya bi navê Vartevarê, hema di beşekê de jî qala beşek baweriya elewîtiyê bikira; di cemxaneyekê de me bi pirdengî rêûresmek bi gulbangan hatî xemilandin bibîhîsta û hwd. Çimkî mekanên romannivîs ji xwe re hilbijartiye gundên elewîya ne; Uskira, Qasima, Bada, Emera, Canêsera û hwd. Hin lehengên sereke yên romanê jî ji heman çandê ne; Îbrahîmê Talî, Zeynel, Welî, Memî, Bakî û hwd. Înşalê em ê di romanek nû ya nivîskar de mijarek sereke ya bi vî rengî jî bixwînin…
Serkeftina romana Kilama Pepûgî ew e ku azîneyên vegotinê yên wekî ‘teswîrkirin’ û ‘diyalogê’ bi serkeftî bi kar aniye, êrişên Alayên Hemîdiyeyê yên bi ser fileyan de, zulma Urisan ya ji bo rê çekirinê li gundiyan dike, bi teswîreke wisa rasteqîn li ber çavan raxistiye ku hestên me yên mirovbûnê li hember van wehşetên bêwate dide lerizandin. Wisa dike ku xwîner di vegotina êrişa herî biçûçik de jî xwe wekî di nava bûyeran de be hîs bike…
Bi hêviya ku her kurdek vê romanê bixwîne û hebekî be jî ji dîroka xwe ya di navbera salên1890-1917an de çi qewimiye, Osmanî û Urisan çi aniye serê me, bibîne…
Jêrenotek biçûk/dirêj: Dema min ev roman/Kilama Pepûgî xwend hema piştî çend rûpelan li min wisa dihat, mîna ku min ev roman ji berê de bi Kurdî/Kurmancî xwendibe hin vegotin bi min nas dihat… Di lehzê de pirtûka Eyûp Kiran ya bi navê Pilingê Serhedê hat bîra min ku ji gellek hêlan ve dişibiya vê romanê /Kilama Pepûgî, Çend mînak;
1. Di romana Kilama Pepûgî de lehengê romanê Zeynel li Stenbolê dixwîne, di pirtûka Pilingê Serhedê de li Xarpêtê dixwîne.
2. Di herdu romanan de jî pirsgirekên Cibraniyên sunî û Xormekên elewî ligel êrişên Alayên Hemîdiyeyê yên li ser Xormekan tê vegotin ku pêşengê Xormekan Îbrahîmê Talî ye û piştî mirina wî jî Zeynel e.
3. Di herdu romanan de jî jina Zeynel ji bo nekeve destê dijmin ji hêla lêzimekî wê ve tê kujtin.
4. Di romana Kilama Pepûgî de Zeynel ji bo efûya xwe diçe Ruhayê cem Îbrahîm Paşayê Milî, di pirtûka Pilingê Serhedê de jî ewil ji bo efûyê diçe Ezirganê û ji wir jî diçe Stenbolê, bi ser nakeve/derfetê nabîne ku efûya xwe derxe, vêca diçe hêla Ruhayê cem Îbrahîm Paşayê Milî…
5. Şer û talanrakirina Cibraniyan û Xormekan di herdû pirtûkan de bi berfirehî hatiye ravîkirin..
6. Zeynel dema li Ruhayê ye şerê eşîra Miliyan û eşîrên ereba çêdibe, Zeynel bi jêhatîbûna xwe di herdu romanan de jî qedera şer diguherîne û ereban têk dibe…
7. Di herdu romanan de jî çîroka qîza file û Musa Begê bi versîyonên cûda bi helbestî hatiye vegotin. Min di nirxandina Pilingê Serhedê de wiha nivîsîye ; “Roman bi çîrokên balkêş yên gelêrî û herêmî hatiye xemilandin. Mînak çîroka bi helbestî hatiye hûnandin ku zewaca qîza file û Mûsa Begê vedibêje (…) vegotin hem dewlemend kiriye, hem jî xwendevan ji vegotina dîrokek rijd hinek dûr xistiye.” ( Guldesteyek ji Romanên Kurdî, r. 206). Heman bûyer di Kilama Pepûgî de di rûpelên 516 û 517î de wekî zêmar derbas dibe.
8. Navê romana Eyûp Kiran ‘Pilingê Serhedê’ bi xwe jî di romana Kilama Pepûgî de di diyaloga di navbera zavayê Îbrahîmê Milî û jinikê de wiha derbas dibe; “Beg Beg, lawê dijmin di malê de ye, mesekine bireve were, Pilingê Serxatî hatiye mala me.”(r. 299).
Û gellek vegotinên din ên dişibin hevdû hene. Lê dema mirov li dîrokên çapkirina herdu romanan dinihêre bi rehetî dibine ku Kilama Pepûgî di 2000î de, Pilingê Serhedê jî di 2005an de bi çapên xwe yên yekem derketine pêşberî xwîneran. Dibe ku Eyûp Kiran pirtûka Kilama Pepûgî xwendibe û di bin bandora vê romanê de ‘Pilingê Serhedê’ nivisîbe, belkî jî qet hay ji vê pirtûkê tunebe û her vegotinên dişibin hevdu rasthatinî/tesadufî be û belkî jî bi agahiyên derheqê eşîra Xormekan de, malbata Îbrahimê Talî de û herêma Gimgimê de wergirtî, bi xeyalan xemilandî û romana xwe nivîsiye. Ev vegotinên hevbeş ku min hin jê li jor kifş kirî belkî bi xebatek hûrgilî ya berawerdkirina herdu romanan bigihêje encameke zelal. Belkî hinek hema bibêjin di romanên biyografîk de şibandinên wiha gellek normal e û pêdiviyê bi tu zelalkirinê jî nebîne…
Çavkanî:
1. Deniz Gunduz, Kilama Pepûgî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2024.
2. Eyüp Kıran, Pilingê Serhedê, Weşanên Elma, Çapa Yekem, 2005, Stenbol.
3. Mahmut Ozçelîk, Guldesteyek Ji Romanên Kurdî, Weşanxaneya Çandnameyê, Çapa Yekem/e- pirtûk, 2020.
Mahmut Ozçelîk
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…