Rengdêr (Rengdêrên Diyarkirinê) -2 | Nasir Kemaloglu

Di hejmara 134an de min wek beşa yekemin di derheqê Rengdêrên Wesfîn de agahîyên xwe bi we re parve kiribû.

Di vê hejmarê de, ji ber ku serwextîyeke baş û bêkêmasî çêbibe, heta ji destên min hatîye, min Rengdêrên Dîyarkirinê bi mînakên balkêşşîrove kirîye.

Rengdêrên ku navan bi wateya nîşandanê, jimarê, pirsê û nekifşîyê didin dîyarkirin û destnîşankirin re « rengdêrên dîyarkirinê » tên gotin. Rengdêrên dîyarkirinê wek jêrîn tên beşandin.

A) Rengdêrên Nîşandanê ( İşarkî, pêşker ) : Rengdêrên nîşandanê bi bêjeyên ku işaret pê tên çêkirin, navan didin dîyarkirin. Xenjî rengdêrên nîşandanê «ha, han » hemû rengdêrên nîşandanê « ev, ew, vî, vê, wî, wê, van, wan » hergav li ber navan tên bikaranîn.

  maseyê virda bîne.

  maseyê virda bîne.

kerî re ez bibêjim çi?

kerî re ez bibêjim çi?

Ev  mirovê hanê kî ye ?

Ew  jina hanê kî ye ?

Van  jinan gotibûn çi ?

Wan  jinan gotibûn çi ?

Ev-ê/ew-êha kî ye?

Ev-a/ew-aha kî ye?

Ev-ên/ew-ênhan kî ne?

Beran-êha, yêkî ye?

Pênûs-a ha, yakî ye?

Pirtûk-ênhan, yên kî ne?

 

  1. Bo tiştên nêzik ( bê zayend )

Ev her sê zarok jî dixwînin.

Ev mala ku li birekê ya kî ye ?

 

  1. Bo tiştên dûr ( bê zayend )

Ew çîya, çîyayê Sîpanê ye.

Ew qîzika hanê ji malê xeyîdîye.

 

  • Rengdêrên «ev, vê û vî » li pêş bêjeyên « şev, roj, sal, car » ê, di gotinê de dibin «î-» û li pêşîya van bêjeyan dibin wek pêşqertaf. Ev  guhertina hanê bi tenê taybetmendîya van her çar bêjeyan e.

Ev şev Î – şev

Ev ro ( j )        Î – ro ( j )

Ev sal             Î – sal

Ev car             Î –car

 

  1. Bo tiştên nêzik ( nêr – yekjimar )

camêrî xêrhatina min kir.

 

  1. Bo tiştên nêzik ( mê – yekjimar )

xwendekarê wêneya hanê çê kirîye.

 

  1. Bo tiştên dûr ( nêr –  yekjimar )

eskerî li min xist !

 

  1. Bo tiştên dûr ( mê – yekjimar )

canikê tiştek negot.

 

  1. Bo tiştên nêzik ( nêr û mê – yekjimar )

Va kurikê porxelek kurê Şemo ye?

Va bizina belek ya min e.

Va derîyê sorderîyê mala kî ye?

 

  1. Bo tiştên dûr ( nêr û mê – yekjimar )

Wa mala, mala Refo ye?

Wa beranê  kolê qerqaş yê we ye?

Wa derîyê sor yê mala xalê min e.

 

  1. Bo tiştên nêzik ( nêr û mê – pirjimar )

Van jinan, mêran û zarokan çi dîtin û çi nedîtin!

 

  1. Bo tiştên dûr ( nêr û mê – pirjimar )

Wan pênûsên boyaxê  ji min re bîne.

 

  • Bêjeyên « va, wa, van, wan » di kombêjeyan de bi gorî bikaranînên xwe vatinîyê (fonksiyonê) digirin. Ji ber ku di mijarê de zelalî çêbibe, mînakên wan li jêrîn hatine nimandin.

Va xortê porxelek kurê kî ye ?          Va – rengdêr

Va çêleka belek ya kî ye ?                 Va – rengdêr

Wa kurikê porxelek kurê kî ye ?        Wa – rengdêr

Wa çêleka belek ya kî ye ?                Wa – rengdêr

Van keran dîsa lihev xistin?              Van – rengdêr

Wan keran dîsa lihev xistin?             Wan – rengdêr

 

Va/vaya, golika/beranê kî ye?           Va – cînav

Wa/waya, golika/beranê kî ye?         Wa – cînav

Van/vana, golikên/beranên kî ne?    Va – cînav

Wan/wana, golikên/beranên kî ne?  Wa – cînav

 

Ew va/wa diçe seyranê.                    Va/wa – hoker

Ew vaye/waye diçe seyranê.             Vaye/waye – hoker

Wey, ew Vane/wane dixebitin!        Va/wa – hoker

 

  • Li ber  rengdêrên« vî, vê, wî, wê, van, wan » di hinek devokan de « a û e » tê bikaranîn.

( A ) E-vî camêrî xêrhatina min kir.

( A ) E-vê jinikê temenê min kin kir.

( A ) E-wîberanî  bifiroşe min.

( A ) E-wê canikê ji min re tiştek negot.

( A ) E-van zarokan tu têr nakî!

( A ) E-wan pênûsênboyaxê  ji min re bîne.

 

  • Rengdêrênnîşandanê, li ber navên nêr û yên nêzik « vî û vê » û li ber navên nêr û yên dûr jî rengdêrên « wî û wê » tên bikaranîn. Her wiha li pey navên nêr qertafa « -î », li pey yên mê jî qertafa « -ê » yê tê nivîsandin û gotin.

pirtûk-ê bixwîne.

jinik-ê ji destê wî xinzîrî çi kişand!

 

mêrik-î çi ji te re gotîye!

Haylo, ker-î ji min re mal kirîye!

 

  • Rengdêrên Nîşandanê yên ji bona heyînekî di nav piranîyê de bê ravekirin « ha û han »Her wihabi gorî nimandinên jêrîn hatibin bikaranîn « rengdêrên nîşandanê yên di nav piranîyê de » tên binavkirin. Rengdêra « han » eger li pey navan û cînavan ( nêr-mê-pirjimar ) bi tenê hatibe bikaranîn hergav qertafa « -ê » digire.

Keçika ha/han/han-ê li taxa me rûdinê.

Kurikê ha/han/han-ê xwendekarê zanîngehê ye.

Şêrê ha/han/han-ê birîndare.

Ezê mala ha/han/han-ê boyax bikim.

 

Keçikên han-ê em pêşwazî kirin.

Kurikên han-ê em pêşwazî kirin.

Ezê malên han-ê boyax bikim.

 

Ker-ahan-ê kera me ye.

Ker-êhan-ê kerê me ye.

 

Ev-ahan-ê çiqas bedew e!

Ev-êhan-ê dizî kirîye?

Ew-ahan-ê çiqas bedew e!

Ew-ê han-ê dizî kirîye?

 

  • Pêwiste ku di nav komek û piranîyek de heyînekî û mirovekî  bi cînavên « ev, ew » tevî  rengdêra « han » ê, bi qertafên zayendê û pirjimarîyê, bihev re wek raveka cînavîn û rengdêrîn bên bikaranîn.

Ev-êhan pênc deqîqe berê hat.

Ev-ahan pênc deqîqe berê hat.

Ev-ênhan pênc deqîqe berê hatin.

 

Ew-êhan, yê ku li hinda Memo kurê Silo ye.

Ew-ahan, ya kuli hinda Memo qîza Silo ye.

Ew-ênhan, yên kuli hinda Memo kurên Silo ne.

Ew-ênhan, yên kuli hinda Memo qîzên Silo ne.

 

  • Awarte : Rengdêra« han » wek mînakên jorîn bi cînavan re wek taybetmendîya gelemperî ya rengdêran bê qertafên zayendêû bê qertafên pirjimarîyê tê bikaranîn. Lê bi awayê ku di mînakên jêrîn de tê dîtin, eger çend rengdêr li pey hev bên bikaranîn, wek rengdêrên wesfîn di ravekan de ( Şivanê me mî-y-aqemera pîr-alawaz winda kirîye.) qertafên zayêndê û qertafên pirjimarîyê Ango rengdêra « han » wek taybetmendîya rengdêrên wesfîn bi gorî navan qertafan digire.

Ev-êhanê li vê dera pir baqil e.

Ev-ahana li vê dera pir baqil e.

Ev-ênhanên li vê dera pir baqil in.

 

Ew-êhanê naxebite lo!

Ew-ahana ku porê xwe şe dike,naxebite lo!

Ew-ênhanên ku li me mêze dikin kî ne?

 

Keçika hanaxama nexweş e.

Deng li kurikên hanêqambihust bike.

Ezê malên hanên gewrboyax bikim.

 

  • Wek cînavên « ev, ew », cînavên xwemalîn «ê, a, ên û yê, ya, yên » jî bi rengdêra nîşandanê « han » ê re tên bikaranîn.

 

Yê ku dizî kirîye, ê/yê han e.           

Ya ku dizî kirîye, a/ya han e.

Yên ku dizî kirine, ên/yên han in.

 

Dilê min di ê/yê hanêde ye. 

Dilê min di a/ya hanêde ye. 

 

Ez ê/yê hanêdixwazim.        

Gelo a/ya hanêqîza kî ye?    

           

Ên/yên hanêbaş dixebitin.

           

( Berx-ên ) ên/yên hanêcêwîne.

( Gundî-y-ên ) ên/yên hanêli hev xistine.

 

B) Rengdêrên Jimarîn : Navan bi jimarê dîyar dikin. Bi çar beşan tên beşandin.

a) Rengdêrên Jimarîn yên Eslî ( Bingehîn ) : Rengdêrên bi rêya jimaran navan dîyar dikin û li pêş navan tên bikaranîn.

Çar  pênûs

Bîst  roj

Sed  sal

Hezar sal

 

  • Hemû rengdêrên jimarîn yên eslî li ber navan tên gotin û bikaranîn. Xênjî «yek » î; yek bi navan ve wek qertafa «–ek» ê tê bikaranîn ( yek hesp nayê gotin – hesp-ek tê gotin ).

Ez di hefteyê de pirtûk-ek dixwînim.

Dia nah karwan de hesp-ek û du ker hebûn.

 

Awarte : Yek mûm e du mûm e, yekderb, yek car, yekmal, yekber, yekta…

  • Bi gorî bikaranîn, fonksîyon û sazîyê navên ku li pey jimarînên bingehîn tên, xênjî «yek » î, di hinek hevokan de qertafên pirjimarîyê digirin, di hinek hevokan de jî qertafên pirjimarîyê nagirin.

Ez jî di hefteyê de pirtûk-an dixwînim!

Deh roj-an de ezê xebata xwe biqedînim.

 

Belê, ji min re jî pirtûk man.

Para min pênc çêlek û bîst bizin ket.

 

  • Jimarên « dudu û sisê » li ber navan wek rengdêrek bên bikaranîn; kîteyên wan yên yekemîn « du- û si- » nayên nivîsandin û gotin.

Heştê adarê de du leyleg li ser qelaxa me bûn.

berxên me winda bûne.

 

b) Rengdêrên Jimarîn yên Rêzîn ( rêzkirinê ) : Rengdêrên ku bi gorî rêzê navan dîyar dikin, wek di mînakên jêrîn de hatine nimandin qertafan digirin.

 

  • Bi qertafa –emîn:

Sinifa  çar-emîn

Mala sê-y-emîn

Salvegera sed-emîn

 

  • Bi qertafa –an: 

Sinifa  çar-an

Mala sê-y-an

Salvegera sed-an

 

  • Bi qertafa –em:

Sinifa  çar-em

Mala sê-y-em

Salvegera sed-em

 

  • Bi qertafa -î:

Salvegera sed-î

Rêza çil

Cara bîst-î

 

  • Rengdêrên jimarîn yên rêzîn ( yên ku bi qertafa «–em û –emîn » dawî dibin ) carna li pêş navan jî tên bikaranîn lê belê bikaranîna rast li paş navan e.

salvegera  çar-em                   çar-em salveger

sala çar-emîn                          çar-emîn sal

 

c) Rengdêrên Jimarîn yên Parjimarîn ( Pareyî ) : Rengdêrên ku bi rêya parjimarîyê nava didin dîyarkirin.

Nîv nan

Ji sisîyan yek zevî para min e.

Fêrgeha me de ji heftan çar qîz serkeftin.

Sedî pênce berxên xwe firot.

Çarîk saet e, ez li vir im.

 

  • Rengdêrên jimarîn yên parjimarîn her tim li ber navan tên bikaranîn. Lê miqabil eger bi rengdêrên jimarîn yên eslî re bên bikaranîn, li pey navan tên gotin û nivîsandin.

Çar sal û nîv

Penc kod û nîv

Deh meh û nîv

Heft saet û çarîkek

 

d) Rengdêrên Jimarîn yên Parvekirinê : Ev rengdêrên hanê tişt û heyînan bi gorî parvekirinê didin dîyarkirin û ji wan re « rengdêrên dabeşkirinê » jî tên gotin. Bi dubarekirina jimaran bidest dikevin. Bi van rengdêran:

    • Bi ducarkirina jimaran ( deh deh, hezar hezar )
    • Bi alikarîya daçeka « bi » ( heft bi heft, deh bi deh )
    • Bi gîhaneka « û » û di hinek devokan de dibe «-o- » ( sed û sed, tekotek , yekoyek)
    • Bi tîpen ahengê «a, e» yê ( dehadeh , çaraçar, pêncepênc , şeşeşeş ) parvekirin û dabeşkirin çêdibe.

Bavê min çar çar sêv dida me

Yekoyek ( yekeyek, tek û tek ) xwendevanji fêrgehê derketin.

Herkesî bîstebist pel dixwend.

Qada mitîngêde kom bi kom çalakvan hebûn.

 

  • Di navbera rengdêrên jimarîn yên parvekirinê de nîşanên xalbendîyê nayê danîn.
Çewt Rast
Çar, çar Çar çar
Çare, çar Çareçar
Çar bi, çar / Çar, bi çar Çar bi çar
Gav bi, gav / Gav, bi gav Gav bi gav
Hêdî, hêdî Hêdî hêdî

C) Rengdêrên Pirsîyarî : Navan bi rêya pirsê dîyar dikin. Van rendêrên hane, xênjî rengdêra « çawa », li ber navan tên gotin û bikaranîn.

Kîjan kuçikî devê xwe çelpand?

Kijan kuçikê devê xwe çelpand?

Çend şev derbas bû?

Çendemin salvegera azadîyê ye?

Ev, çi gotin e, tu dibejî?

Çiqas şekir bavêjim çaya te?

Cîyekî çawa tu dixwazî?

 

D) Rengdêrên Nedîyarîyê ( Nekifşîyê ) : Bi gorî nekifşîyê û nedîyarîyê  navan didin dîyarkirin. ( Filan, bêvan, dîtir, çend, çendek, gelek, çendîn, çi, hemû, din, her, tev, tu, hin, hinek, hindik, piçek, temam…). Rengdêrên nedîyarîyê wexta bi serê xwe hatibin bikaranîn, dibin cînavên nedîyarîyê. Rengdêrên nedîyarîyê gorî sazîyê bi du beşan tên beşandin.

 

a) Yên wek Bêje

Hun çi tiştî bidin me, emê bibin.

Eger wiha be, tu carî tu qezenc nakî!

Her gotinek wî ji me re bû wek şîret.

Ji min re bibêje: «Filan rojê ezê çê bikim.»

Gellek astengî çêbûn.

Çend rojan li ba me bisekine.

Îsal, hin ( hinek, hindek ) mêrgên me nehatin çinîn.

Hemû xwendewanên me serkeftin.

Hûn komek meriv li wir bûn.

Çiqas şekir û ard ewqas helawî.

 

  • Navên li pey rengdêrên nedîyarî jî tên, bi gorî zayendên xwe ditewin.

Her zimanî wek Kurdî nehesibîne!

Li her kitêbê mêze kir.

Tu kesî ( û kesê ) ji min re negot.

Hun çi tiştê bidin me, emê bibin.

 

b) Yên wek Qertaf ( xurde ) «-ek-e, -ek-î, -in »

Rengdêra qertafîn « -ek », bi wateya jimara « yek » ê bi navan ve zeliqî tê nivîsandin. Her wiha wexta va qertafa hanê bi navan ve zeliqî tê nivîsandin, jimar kifş e.

Wek vê qertafê bi navan ve qertafa yekjimarîyê-ji bona navên nêr « -ekî », qertafa yekjimarîyê-ji bona navên mê « -eke » û qertafa pirjimarîyê-ji bona herdu zayendan « -in » bi wateya rengdêra nekifşîyê bi navan ve tên bikaranîn û bi vî awayî navan bi wateya nekifşîyê didin dîyarkirin.

 

Camêr-ekî ji min re got. ( nekifşî ji bona navên nêr )

Jin-eke hêja bû. ( nekifşî ji bona navên mê )

Hin xwendekar hatin.

Xwendekar-in hatin. ( nekifşî ji bona navên pirjimar )

 

Hin xwendekaran çalakî çêkirin.

Xwendekar-in-an çalakî çêkirin. ( nekifşî ji bona navên pirjimar )

 

  • Rengdêrên nîşandanê yên tewandî ( vî/wî, vê/wê, van/wan ) û rengdêra pirsîyarî «kîjan » hergav li pêş navan tên nivîsandin ( û gotin ) û her wiha navan ditewînin.

Ji lawikî tu çi dixwazî?

Ji lawikî çi mêr derketîye!

 

Ji qîzikê tu çi dixwazî?

Ji qîzikê çi jin derketîye!

 

Ji van/wan lavik û qîzikan alikarîyê bixwaze.

 

Ji kîjan zilamî re te got?

Tu kîjan bizinê didoşî?

 

Not :

  1. Wek di mînakan de tê dîtin û di mijarê de hatîye şîrovekirin, rengdêrên wesfîn ( çawanîyê ), rengdêrên jimarîyê yên rêzkirinê û rengdêrên nîşandanê «ha, han » li pey navan, yêndin jî li ber navan tên gotin û nivîsandin.
  2. Rengdêr di ravekên ku bi nav û rengdêrek sazbûyî de qertafa nagirin ( Keçika kej). Lê di ravekên zincirîn û yên tevlihev de qertafa digirin (Keçika kej-a bejnbilind-a çavbelek).
  3. Bêjeyên «çend, çi, çiqas » di ravekan de, bi gorî bikaranînên xwe, him dibin rengdêrên pirsîyarîyê ( Lo kuro Çend şev e, tu çûyî?,Berxê min, ev çi rewş e,em têde ne?, Çiqas genim ji te relazim e? ) him jî dibin rengdêrên nedîyarîyê ( Çend gundî hatin mal me., Tu çi gotinê ji min re bibêjî ezê qebûl bikim., Çiqas pirs û galegal ji min re got, dîsa jî min denge xwe nekir! ).

Nasir Kemaloglu

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Dersên Rastnivîsê I 8

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî: ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *