Silav. Hevpariyeke kêliyên kêfxweşî û xemgîniyê heye xwînerên ezîz; bêsebrî. Demên wisa em nikarin di cihê xwe de bisekinin, dixwazin çi dibe bila bibe, lê bes baş yan xirab zû bibe. Erê dibe ku me bi salan êş kişandibe, an jî ji bo vê dawiya dilşahiyê me rojên xweş li pey xwe hiştibe. Belkî loma me gelek tiştan bi paş ve xistiye; me dilê xwe aş kiriye û pir caran gotiye hela bisekine û bibîne, ka roj li me ava bibe, şev li me bibe qendîl, hela em rakevin û rabin… Di pirtûkeke Appelfeld de derbas dibe: “Ez êdî nikarim bisekinim, wextê min tuneye, mirov mîna ku wextê wan ebedilebed be, radikevin.” Baş e ku ti tişt heta hetayî namîne. Ji ber vê yekê bêsebrî jî heqê me ye helbet. Her hebin.
Pirtûkzade
![]()
Roj li gund di nav şeva dirêj û spî de belav dibin. Li vir xalîçe nînin, erd bi ka û giyayên honandî hatiye girtin. Tew di odeya mêvanan de jî heman dirûvî lê kirine. Her ku meriv pêl erdê dike, dengê xişexişê jê dipeke. Diya min li kêleka min rûniştiye û zebeşek tûş dike. Li gund ne xwaringeh û ne jî sînema hene; em heta derengiyê li baxçê rûdinin, avaçûna rojê temaşe dikin, ku heta nîvê şevê didome. Her çend ez gelekî hewl didim nexewim jî, dawiya dawî di xew re diçim. Li vir roj û wext mişt bi efsûnên hûrik derbas dibin. Ji nişkê ve komeke ji sê qereçiyan pêkhatî, dikevin nav baxçê û newayên xemgîn ên kemanê tên bihîstin. Dapîra min hêrs nabe; wan baş nas dike û dihêle ew lê bidin. Awazên wan bêhtir min xemgîn dikin û loma jî dikim bigrîm. Diya min tê alê min û ji qereçiyan dixwaze bila rawestin, lê qet ne xema wan e, dibêjin, “Me nedin rawestandin! Em qereçî wiha îbadetê dikin!”
“Lê zarok ditirse,” dibêje dayika min, bi lavayî.
“Na na netirsin, em ne cin û şeytan in.”
Axir, diya min pere dide wan û dev ji lêdana keman û tiştên din berdidin. Yek ji qereçiyan tê cem min û dixwaze dilê min xweş bike, lê diya min mêrik ji min dûr dixîne. Qereçî çawa ji hewşa par derdikevin, paqijkerekî kulekan xuya dibe. Zilamekî dirêj e û werîsên reş li dor laşê wî pêçayî ne, yekser dest bi kar dike. Dema li kêleka lûleya kulekê radiweste, tevî rûyê xwe yê bi tenî dişibe ew şeytanên di çîrokên Birayên Grimm de ku diya min berî razanê ji min re dixwend.
Ber bi êvarê ga ji çêrê vedigerin. Orînî, moremor û toz dora me bi xemgîniyê tijî dikin, lê merasîma kelandina rîçalê ya şevînî, zû vê giraniyê belav dike. Rîçala încasan, rîçala hirmiyan, rîçala gilyazên gihîştî; her rîçal di temamiya şevê de demeke xwe ya diyarkirî heye. Dapîra min ji metbexê sîtileke mezin a sifir tîne û datîne ser agirê li baxçê, ku ji êvarî ve bi êzingan dihê gurkirin. Niha sîtila sifir wek zêr dibiriqe. Kelandin hema bêje bi şev giş didome. Dapîra min tehm dike, tevdide, pelên defneyê lê zêde dike û di dawiyê de teyfikek ji rîçala germ dide min. Ew şîrînî, her çend bi demdirêjî û kelecanî ez li bendê bûm jî, vê carê min kêfxweş nake. Ji ber tirsa ku dê şev biqede û sibehî emê li erebeyekê hespan siwar bibin û vegerin bajêr, wisa qewimî li min – ev tirs min dîl digire, bi awayekî nepenî kêfxweşiya min xera dike. Bi destê diya xwe digirim û maç dikim, dîsa û dîsa, heta ku, bi bêhnên şevê bêhiş dikevim û li ser erda bi ka û giyayan girtî, di xew re diçim. Li gund bi diya xwe re me. Bavê min li bajêr dimîne, li ser kar û barê xwe ye, û gava tê, ji min re wekî xerîbek xuya dike. Ez û diya min diçin mêrgên li kêleka çêm, an jî bi tarifeke din, li kêleka yek ji şaxên Çemê Prut. Av hêdî hêdî diherike, wisa zelal e meriv şaş dimîne û lingên min tê de, di nav axa wê ya nerm de noq dibin. Rojên havînê, mîna ku dê qet bi dawî nebin bere bere dirêj dibin. Heta çilî dikarim bijmêrim, dikarim kulîlkan xêz bikim, û heta çend rojan jî ezê fêr bibim ka meriv çawa navê xwe bi tîpên mezin dinivîsîne. Dayika min qet min bi tenê nahêle. Nêzîkayiya wî wisa xweş e ku kêliyek bêyî wê jî dikare min xemgîn bike.
Sîpur Hayîm (סיפור חיים), Weşanên Keter Books, r. 16-18,
Wergera Ji Ibranî: Karîn Fehîma Eşram (קארין פחימה אשרם)