
Gelî Musulmana!
Yek ji wan sûreyên ku têkiliya merûyan bi Xwedê va û bi kesê din va tenzîm kiriye û di vê mijarê da prensîbên bingehîn danîne; sûreyê Hûcûrat e.
Sûreyê Hûcûrat ku navê xwe yê din ‘Sûreya Exlaqê’ ye; xeber dide biweku merû bes bi îmanê rûmetdar dibe, bes bi İslamê dibe xwedan ‘îzet. Agahdariyê dide biweku kesê îmandar gotî bi kapikê îmanê va dest bixin destê hev, rî’ayeta adabê mû’aşeretê bikin û ji gotin û kirin û reftarên ziyanê didin yekrêziyê dûrkevin.
Gelî Musulmana!
Peyama seretayi ya Xweda di sûreyê Hûcûrat da ev e: يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تُقَدِّمُوا بَيْنَ يَدَيِ اللّٰهِ وَرَسُولِهِ “Gelî wanê bawerî anîne! Nekevin pêşiya Xweda û Resûlê wî…”[1] Neketina pêşiya Xweda û Resûlê wî ew e ku; wan ji her kesî bêhtir hezkin, riza Xwedê û mehebbeta Qasidê wî ser her tiştî ra bigrin, herdem û li her derî ji dil û can bi Qur’an û sûnnetê va bin, hukmê Xweda û Resûlê wî; ji biryar û tercîhê xwe, ji fikr û ramanê xwe mûhîmtir bibînin. El-hasil, neketina pêşiya Xweda û qasidê wî, fermanek vebirrî ye bona her îmandarî û mecbûriyetek îmanî ye.
Peyamkî din a sûreyê Hûcûratê fermana hanê ye: يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِن جَاءَكُمْ فَاسِقٌ بِنَبَإٍ فَتَبَيَّنُوا “Gelî wanê bawerî anîne! Yekî fasiq ji we ra xeberkî anî wê vekolin…”[2] ayeta hanê bang me dike biweku li hemberî xeberên derew û agahiyên nerast hay ji xwe hebin; lewra ha di nav jiyan a rastî da be, ha li ser mecrayên civakî be; belavkirina xeberên derew, agahiyên rastiya wan teyid nebûne; dibin sedemê fitne û fesadiyê û derketina alozî û bêaramiyê, dibin sedemên perîşaniya xelkê û ji hevdaketina malbatan û xerawbûna dostaniya dostan. Tu carî ji bîr nekin parvekirina agahîkî ku jê nepiştrast in, gunehkî mezin, webalkî giran e.
Gelî Musulmana!
Peyamkî din a sûreyê Hûcûrat fermana wê ya hanê ye:لَا يَسْخَرْ قَوْمٌ مِنْ قَوْمٍ يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا “Gelî wanê îman anîne! Komekî bera qirfê xwe bi bi komekî din neke”, وَلَا تَلْمِزُٓوا اَنْفُسَكُمْ وَلَا تَنَابَزُوا بِالْاَلْقَابِۜ “Hev û din ‘eybdar nekin, bi leqebên nerind deng li hev nekin…”[3] Belê! bi angorî İslamê, însan liyaqê hurmetê ye; bi henekan va be jî ne bi ziman û ne jî bi çav û biriyan va pê qirf û tinaz nayêkirin. Ziman dirêjî rûmeta kesî nayêkirinê; leqebên neliyaqê şeref û hisyeta wî lê nayên kirin. Sedemê van karên nelê bi tevahî, ew quretiya ye ku Xwedê jê buxzê dike, ji xwe razîbûn e û piçûkdîtina yê hemberî xwe ye.
Peyamkî din a sûreyê Hûcûrat ev hişyariya hanê ye ku dide, “Gelî wanê bawerî anîne! Gelek zen û guman hene gotî hûn jê dûrkevin; lewra hin zenn hene guneh in. Li pey qisûrê hev negerin. Zemma hev nekin…”[4] Kesê îmandar ew kesa ye ku ji dest û devê wî merû di emnahiyê da ye. Kesê bawermend, di heqê însanan da timî geşbîn e; bi qisûrê xelkê da nakeve, li qisûrê xwe mêze dike. Kesê îmandar, xîbeta kesî nake, paş xelkê da xeber nade, fesadiyê nake.
Gelî Musulmana!
Xwedayê jorîn di sûreyê Hûcûrat da ewha deng li însanan dike: “Gelî İnsana! Me hûn ji mêr û jinkî afirandin, me hûn gerandin milet û ‘eşîr ji bona hev nasbikin. Rûmetdartirê we li cem Xwedê teqwadartirê we ye…”[5] Dîn ê ‘ezîzê İslamê; hemû curê nîjadperestiyê qedexe kiriye, digel vê yekê jî dîsan; hin kesên xwedêgiravî medenî û bijare, lê ji însaniyetê mehrûm û hovên dirrinde, li Filistînê, li Xezzeyê û li gelek deverên dunê her curê zulm û zordestiyê û îşkence ya li musulmana ji xwe ra rewa didêrin. Heq Te’ala, ji bona dawî li vê zulmê were di sûreyê Hûcûrat da ewha rê ravayê ummetê dide: “İmandar bes ew kesanan in ku bi Xwedê û bi Qasidê wî bawerî anîne, peyra jî dudil nebûne û di rêya Xweda da bi mal û canê xwe va cîhad kirine. Ha kesê rast û durist her ew in.”[6]
Ji Xwedayê jorîn daxwaziya me ew e wan heqîqetê di sûreyê Hûcûrat da derbasî jiyana xwe bikin; ji tiştên dilê me û devê me pîs dikin û ji tiştên nerindên ku hedar û arama me difirînin me dûr bixîne.
Xutba xwe bi vî dû’ayê Cenabê Pêxember diqedînim: “Xwedaya! Ji xirawiya guhê xwe, ji xirawiya çavê xwe, ji xirawiya zimanê xwe û ji xirawiya dilê xwe, xwe dispêrim te Xwedaya…”[7]
[1] Hûcûrat, 49/1.
[2] Hûcûrat, 49/6.
[3] Hûcûrat, 49/11.
[4] Hûcûrat, 49/12.
[5] Hûcûrat, 49/13.
[6] Hûcûrat, 49/15.
[7] Tirmizî, Deavât, 74.
Mela ‘Ebdûselamê Şadî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…