Guh organa bihîstinê ye. Bi alîkariya wî em dikarin dengê dora xwe bibihîzin.
Guh ji sê perçeyan pêk tê: 1. Guhê derve 2. Guhê navîn 3. Guhê hundirîn. Guhê derve ji kevçika guh, memika guh û ji kerika guh pêk tê. Deng û behs tên digihîjin kevçika guh û bi riya kerika guh digihîje perdeya guh.
Perdeya guh bi zora deng dilerize. Ev lerizandin hestiyê bihîstinê dileqîne. Hestiyên guh jî, (çakûç, sindan û zengû) wê lerizê digihîjîne birika bihîstinê. Birik jî wana digihîjîne mêjû dikare ji me re bi taybetî bibêje ku em çi dibihîzin. Organeke din ya ku di guh de cih digire şeytanok û labîrenta guh e.
Wazîfeya wan ew e ku em çawa bisekinin, biçin û bilivin jî her tim bizanin jêr û jor ku ye da ku hişê mirov neçe. Ango ew organ ji bo muwazeneya me berpirsiyar e. Borik bi navê borika ostaki di navbera poz û guhê navîn de heye.
Wezîfeya wê jî ev e ku li guhê navîn her tim pestoya (tazyîq) hewayê û yê derve wek hev bigire. Ger ew pesto bilind be, mirov nikare rind bibihîze.
Ji Salnameya Nûbiharê
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…