Keç û jinên Kurdan bi xwe bi nefsa xwe ne di destê xwe de ne. Bila ku bav û birayê keçê eger ew dane mirovekî keç nikare qebûl neke. Bixwaze nexwaze keç dê wî mirovî bistîne. Bila keç bi wî xortî razî û xweşhal jî nebe. Ev adet e ne şerî’et e.
Ji ber şerm di nav Kurdan de û pir ‘eyb e ku bav û bira keçan bidin, ew jî bibêjin ku em nastînin.
Kumreşî û bedgumanî (dilxirabî û gumanên pîs bi taybetî di aliyê pirsên namûsê de) li ba êlên Kurdan nînin. Mesela: Jinên wan ên ciwan digel mêrên biyanî xeber bidin û bikenin û rûnin û rabin, ew bedgumaniyê nakin. Îlla ku xirabiyekê bibînin û bawer bikin, bê erê û na û bivê nevê ewê jinê dikujin û mêr jî. Êdî xwîna wan kuştiyan jî tune. Kesek li wan nabe xwedî. Kurd li hemî qebehatan dibin xwedî lê li zinayê nabin xwedî. Lewra li nik wan pir şerm e.
(Mela Mehmudê Bazîdî, Adat û Rusumatnameê Ekradiye)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…