
Gelî Musulmana!
Herkes dema ji dayika xwe dibe hin heqê wî yên bingehîn hene. Yek jê mehremiyet e. Ev termê hanê ku Xwedê bi fitretek pak afirandiye, mehremiyeta merivan e; dest lê dirêj nabe. Mal û karxane, mehremê merivan in; heyanî îzna wî tunebe yan sedemkî hûqûqî yê mû’teber tunebe, durist nine kes here hundir. Agahiyên şexsî, mehremê şexsan in; durist nine kes bê riza kesê din agahiyê wî bigre û li hin deran parvake. Malbata ku hemû agahiyê der barê rindiyê da li wir tên hînkirinê, mehrema her kesî ye, ya her civakî ye; heqê tu kesî tune hurmeta wê bişkîne, bin pê bike.
Gelî Musulmana!
Mehremiyet yek ji mijarên şer’î yên daîmî ne; bi angorî şexs û zeman û zemîn û şert û mercan venaguhere. Tixûbê mehremiyetê bi Qur’an û sûnnetê hatine kifşekirinê. Tu kes bi angorî bîr û baweriya xwe ya dunyewî nikare wan bixe şeklekî. Musulman, mûkellef e beriya her tiştî mehremiyeta canê xwe biparêze; lewra termê me, mulkekî ku em çawa hezkin wisa li serê teserrufê bikin nine. Nîmetek mezin e, emanetik e Xwedê daye me.
Gelî Musulmana!
Xwedê Te’ala gava qala mehremiyeta navbera jinê û peyayê wê dike, dibêje:هُنَّ لِبَاسٌ لَكُمْ وَاَنْتُمْ لِبَاسٌ لَهُنَّۜ “Xanimê we, potê we ne we ji heramiyê diparêzin; hûn jî potê wan in.” (1) Belê di malê da jin û mêr; hevalê hev in, qisûr û kêmaniyê hev vedinixwumînin, sirrê hev vedişêrin. Loma kesê musulman bi tu behaneyê hal û hewaleyê xanima xwe, mehremiyeta zarûyê xwe ne di mecrayên dijîtal da, ne jî derkî din belav nake. Gotî ji bîr nekin ku, mehremiyeta nav malê nabe ku li qehwexanan, nav suhbetan da, di bernameyê şahiyê û yê xwarinan da werin xeberdanê. Va yeka him binpêkirina heqê evdan e him jî reftarekî kirêtî heram e. Hişyariya ku Cenabê Pêxember daye eşkera ye “Yek ji mezintirîn xiyanetê ku roja qiyametê li hizûra Xwedê hesabê wê têpirsînê ew e; merû mehremiyeta xanima xwe eşkera bike.”(2)
Gelî Musulmana!
Ew televîzyon û radyo û rojneme û medya civakî ya ku diviyabû nirxên me yên şer’î û kevneşopiyên me biparêztina û bona pêşerojê miqateyê wan bûna hin ji wan, zemîn hazir dikin bona xirawî belavbe, heramiyên wek zinya û alkol û qumar bibin tiştên sanahî. Bi rêya hin rêzefîlm û fîlmên kartonî û hin reklaman çîptazîtiyê tê têşwîqkirin, hewes bi bêexlaqîtiyê û bi bêncinsiyetî têhanîn. Bernameyê nava royê geriyane qada binpêkirina mehremiyetê, bi pehvçûnê û minaqeşan va bûne meydana qelskirina têkiliyê nav malê, tiştên ku gotî nav malê da bimînin li wan deran tên xeberdanê. Malbata ku xezîna me ya tewrî qîmetdar e van tiştên kirêt ziyanê didinê; êdî ciwanê me newêrin ji xwe ra bizewicin bibin xwedan zar; dibin sedemê wê yekê ku neferê malbatê bikevin dev hev da, di civakê da baweriya ji hev û du qelsbe; nirxê me yê wek heyayê û ‘iffetê û edebê zayi dikin. Li ser vê mijarê Xweda difermê: “Ewê hezdikin nav musulmana da bêheyatî, bêexlaqî belavbe hene; a ji bona wan him li vê dunê him li axiretê ‘ezabkî bijan heye…” (3)
Gelî Musulmana!
Em ji dewranek hatin ku deriyê malan dihatin zirzekirin, perde dihatin daxistin hatin dewranek wer ku merû radibin mehremiyetê mala xwe yan yê xelkê bi bêperwatî vir da wi da belav dikin. Di dewranek ewha da gotî her kes bêhtir hessas be, bivê-nevê pirsyariyê xwe bi cîh bîne. Bona zaftir werin temaşekirin, reytîngê wan zêdebibin nabe ku ekran bibin sedemê belavbûna xirawiyê. Gotî herkes bi awakî guncawê bi halê wan ra hessasiyeta mehremiyetê bi zarûyê xwe bide fêrkirin. Nabe yek rabe bona xelkê ser medya civakî pê qaîlbin, şopînerê wî zêdebin, tiştên mehremiyetê dişkînin parve bike. Bi jiyana xelkê ya teybetî da nekevin, di heqê wan da şîrovan nekin. Wextê hanê ku di wan mecrayên dîjîtal da wer bi bêtoretî derbas dike, bera ji bîr neke ku ew ziyana dunya û axireta wî ne.
Dawiya gotina me bera ev hedîsa Cenabê Pêxember be ku difermê: “Zena musulmana nekin, halê wanê pişt çavan da venekolin. Kesê ‘eyba birakî xwe yê musulman eşkera bike, Xwedê jî ‘eybê wî eşkera dike.” (4)
1.Beqere, 2/187.
2.Mûslîm, Nîkah, 124.
3.Nûr, 24/19.
4.Tirmizî, Bîrr, 85.
Mela ‘Ebdûselamê Şadî

ÇandName Li pey şopa bav û kalan…