Di nav gelê Kurd de zarok dema ku dibûn yek salî an jî der dora wî temenî û dest bi meşê dikir, ji bo ku ev meş bi awayekî rind, bê asteng pêş bikeve, bi zimanekî gelerî çalakiya ku tê wateya ji “qeydê filitandin” tê lidarxistin.
Şîrînayîyên wek şekir û loqim tên belavkirin. Hinek ji van şîraniyan dixine tûrikekî û devê tûrik girê didin. Loqim û xwarinên din jî dixin sinîyekê û li benda kostek qetandinê disekinin. Du tiliyên zarok ê mezinî linga, bi tayek dezî an jî benikekî bi hev ve girêdidin. Şekirê di tûrik de jî bi vî benî ve tê girêdan. Dezî bi meqesê tê birîn.
Yek ji zarokan vî tûrikê şekir digire û dest bi bazdanê dike û direve. Zarokên din hewl didin wî zarokî bigirin.
Piştî girtina wî, hemû loqim, şîraniyên din wê teva yên tûrik de jî li zarokên vexwendî dihate belavkirin. Heger zarokê ku bi kîsikê şêraniyê digire û direve neyê girtin, hemû şekirên di wî kîsikî de, dê yên wî bin. Eger ev kesê ku kîsik digre û direve nedihate desteserkirin kêfê xwedîyê zarok baş dibû. Ev tişt dihate wateya ku ev zarok jî wê di mijara meş û lez ê de serkeftî be.
Dihate bawerkirin ku bi vê merasîmê zarokê ku digihêje temenê meşê ji seqetiya meşê rizgar dibe û çelmoxwarî nameşe.
Carinan jî mirovan bawer dikir ku zarokên dikevine erdê û nikarin bimeşin ji ber ku kosteka wan nehatîye qetandin e.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…