Destpêk
Çand, zanîn, felsefe û teknolojî bi saya nivîsê roj bi roj pêşde çû. Mîrata çandî ya mirovahiye bi saya nivîsê hatiye parastin. Di dîroka mirovahiye de sê pirtûkxane hene ku di demê xwe de mohra xwe li pêşketina mirovahiye û şaristaniye kirine. Pirtûkxaneyên Skenderiye û Kurtuba û Bexda
Pirtûkxaneya Skenderiye
Beriya zayîne sedsala 3yan ji hêla Skenderê Mezin ve li Misrê binavê Skenderiye bajarek avadibe. Ev bajar di demeke kin de dibe navenda çand, hûner, zanin, zanist, felsefe û hwd. Li vir pirtûkxaneyen gelekî mezin têne avakirin. Hemû pirtûkên ku ji ber felsefeya Yewnana Kevin mabûn li vir komkiribûn. Li gor çavkaniyen cûda bi sedhezaran pirtûk li van pirtûkxaneyan hatine tomarkirin.
Di vê pirtûkxaneye de berhemên zanistê, felsefê, matematikê, edebiyatê û ê tenduristiye dihatin hilandin. Berhem û pirtûkên Misra Kevin, ê Yewnana Kevin, ê Hînd û ê Persiyan li van pirtûkxaneyan dihatin parastin. Kesên ku dixwestin ji wan sudwerbigrin diçûne Skenderiye. Li ve pirtûkxaneye gelek berhemên wergerê jî hebûn. Ev der bûbû navenda wergeran. Ev werger wek pirekê dinav çanda rojava û rojhilat de roleke mezin dileyist. Wek dî Skenderiye cihe xebatên zanistî jî bû. Gelek filozof û zana li van navenda xwe pêşdebirine.
Şewitandina pirtûkxaneyên Skenderiye pêşketina mirovahiye û ya şaristaneye şikand. Li gor çavkaniyen sereke ji bo ku pirtûkên dijî baweriyên dinî yen filehîye li van pirtûkxaneyan de cih digirtin hatine şewitandin.
Di encamê de mirateya çandî ya mirovahiye ya bi sedan sala hilweşiya. Gelek berhemên ku kopyaya wan nebûn li ser rûye erde windabûn. Pêşketina mirovahiye rawestiya. Zanînên antîk windabûn. Bi şewitandina pirtûkxaneya Skenderiye danûstandina dinavbera rojava û rojhilat de sekinî.
Pirtûkxaneya Kurtuba
Heta sala 1236an Kurtuba dibin fermandariya Mislimanan de ma. Li vir jî pirtûkxaneyên mezin hatin avakirin. Li gor çavkaniyên hêja li van pirtûkxaneyan nezîkî milyonek berhem hebûn. Li vir ne tenê pirtûkên erebî hebûn, pirtûkên Yewnanî û Latînî jî hebûn. Kurtûba bûbû navenda zanîn û felsefê. Lê di sala 1236an de Kurtuba kete bindestiya Kraltiya Kastilya. Di encamê de pirtûkxane hatin şewitandin. Berhemên hevpar yên zanistî windabûn.
Pirtûkxaneya Bexda
Piştî ku Îslam li dinyayê belav bû mîrata çandî ya mirovahiye û ya şaristaniye an kû pirtûk anîn li Bexda komkirin. Bi saya wergeran Bexda bû navenda felsefe, zanîn û zanistê. Di sedsala 13an de Bexda serdema xwe ya zêrîn jiya. Di sala 1258an de ji hêla serekê Moxolan Hulagu ve Bexda hate bidestxistin. Bi vê destxistine rê pirtûkxaneyên Bexda şewitandin. Tiştê hate serê pirtûkxaneya Skenderiye û ya Kurtuba hate serê pirtûkxaneya Bexda ye. Ji hêla hilweşandina mîrata çandî ve şaristanî rawestiya. Mirovahî gelek tişt windakirin.
Encam
Wek di vê xebatê de hate dîtin mîrata çandî ya mirovahiye û ya şaristaniye di dîrokê de sê cara di sê navenda da hatiye avakirin û parastin. Duvre ev her sê navend hatine şewitandin û hilweşandin. Di encamê de pêşketinên mirovahiye û yên şaristaniye rawestiyane. Gelo pirtûk û berhemên ku li van navenda heta roja me hatibane parastin yê mirovahî û şaristanî di çi astê de bane?
Nisêbîn – Batman 2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…