Silav. Di jiyanê de her tişt dibe. Taybetî jî li vê erdnîgariyê tiştekî ku me nedîtibe nemaye. Carna, jibîrûdestçûyên zemanên berê xwe li hiş û aqilê me diqelibînin û wisa dikin em ji qidûm de bikevin. Lê paşê em bi xwe dihesin û hêdî hêdî ji nû ve quweta me tê cî dîsa. Ji bona ew sibêrojên ku qe nebe ji duherojan cudatir bin, hêviya xwe xurt dikin. Belkî ne çêtir lê cudatir, xwînerên ezîz. Her hebin.
Orhan Pamuk – Navê Min Sor e
Benim Adım Kırmızı, Weşanên Doz, r. 11-14, Wergera ji Tirkî: Mustafa Aydoğan
Niha ez mirîyek im, termek im, di binê bîrekê de. Di ser niqrîska min a dawîyê re gelek wext derbas bû. Dilê min ji zû de rawestîyaye. Lê ji derveyî qatilê min î nemerd tu kes pê nizane, bê çi hatiye serê min. Ji bo ko ji mirina min tam piştrast be, wî rezîlê heram berê li bêhna min guhdarî kir, nebza min saxtî kir û bi dû re jî pihînek li noqa min xist. Ez hilgirtim û birim ba bîrê û bera xwarê dam. Gava serê min î ko wî ew berê bi kevirî şikandibû ket bîrê, hingê parçe parçe bû. Dev û dêm, enî û rûyê min eciqîn, tişt di wan de nema. Hestîyên min şikestin, devê min tije xwîn bû.
Ev çar roj in ko ez venegerîyame malê. Niha jina min û zarokên min li min digerin. Keça min hingî girîyaye, ji hal de ketiye û li derîyê hewşê dinihêre. Çavên hemûyan li rêyê ne, li derîyî ne. Bi rastî çavên wan li derîyî ne, an na, ez wê jî nizanim. Belkî jî ew fêrî vê bûbin, çi qasî ne xweş e! Ji ber ko gava mirov li vê derê be, hiseke weha bi mirovî re çêdibe ko dibêje qey jîyana ko mirovî li dû xwe hiştiye, weke berê dewam dike û diçe. Berî ko ez bibim, li dû min demeke bêsînor hebû. Piştî ko ez mirim jî demeke ko tu carî dê nêqede! Gava ez sax bûm, ez qet li van tiştan nedifikirîm. Ez di navbera du demên tarî de, di nav ronahîyan de dijîyam û diçûm.
Ez bextewar bûm, dihat gotin ko ez bextewar bûm. Ez niha tê digihêjim: Di neqişxaneya Padîşahê me de, tezhîbên herî baş min çêdikirin û tu tezhîbkar tune bû ko hostetîya wî nêzîkî li ya min bikiraya. Ji karên ko min li derve dikirin, mehê neh sed aqçe diketin destê min. Ji xwe, vê jî dikir ko mirina min bêtir neyê debarkirin.
Min bi tenê neqiş û tezhîb çêdikirin. Min dora rûpelan dixemiland, di hindurê çarçoveyan de reng, pelên rengîn, gulîyên daran, gul, kulîlk û çivîk çêdikirin. Ewrên usûlçînî yên pêl bi pêl di ser hevdu re diqulipîn, pelên diketin nav hev, daristanên rengan û xezalên xwe di nav de veşartî, keştîyên şerî, padîşah, dar, seray, hesp, nêçîrvan… Berê, carinan min hindurê sênîyekê dineqişand; carinan paşîya mirêkekê, hindurê kevçîyekî, carinan li Boxazîçîyê, binbanê koşkekê an qonaxekê, carinan jî ser sindoqekê… Di salên dawîyê de jî ez bi tenê li ser rûpelên pirtûkan dixebitîm, ji ber ko Padîşahê me pereyekî pir dida pirtûkên neqişkirî. Ez ê nebêjim, piştî ez bi mirinê re rû bi rû bûm, ez têgîhiştim ko di jîyanê de pere ne giring e. Gava mirov ne li jîyanê be jî dizane, bê giringîya pereyan çi ye.
Niha di vê rewşa min de, ez dizanim ko hûn ê bala xwe bidin vê mûcîzeya ko dengê min tê we û weha bibêjin: Niha dev ji wê meseleyê berde ko gava tu sax bûyî, te çi qas pere qezenc dikirin. Ji me re behsa wan tiştan bikî ko tu li wira dibînî. Piştî mirinê çi heye, gîyanê te li kê derê ye, Bihişt û Dojeh çawa ne, tu li wê derê çi dibînî? Mirin tiştekî çawa ye? Gelo laşê te diêşe?
Heqê we heye. Ez pê dizanim ko gava mirov sax be, pir meraq dike, bê gelo li alîyê din çi diqewime. Çîroka yekî ji min re hatibû gotin; ew sirf ji ber vê meraqa xwe, di meydanên şerên giran de di nav terman de digerîya… Wî digot qey di nav cengawerên birîndar de ko li ber sikratê bûn, ew ê li yekî rast bê ko miribe û rabûbe ser xwe û ew jî dê sira dinyaya din bide wî. Gava leşkerên Tîmûrî ew di nav terman de dîtibû, gotibû qey dijmin e û ji ber vê yekê ew bi şûrekî kiribû du parçe, wê gavê wî jî gotibû qey li dinyaya din mirov dibin du parçe.
Tiştekî weha tune ye. Tew ez dikarim bibêjim ko rihên li dinyayê dibin du parçe, li vê derê dibin yek. Lê berevajîya îdiayên bêdîn, zindîq û kifirbazên ko bi a Şeytên dikin, li dinyaya din şikir heye. Ev îsbata wê ye ko ez ji vira bi we re dipeyivim. Ez mirim, lê mîna ko hûn dibînin, ez tune nebûm. Wekî din jî divê ez bibêjim ko ez li tu koşkên Bihiştê yên zîv û zêrînî ko di bin wan re çem diherikîn, darên pelmezin û mêwezepitî û keçikên xweşik ko di Quranê de behsa wan dihat kirin, rast nehatim. Halbûkî niha baş tê bîra min ko min sûretên wan hûrîyên Bihiştê yên çavgirs ko di sûreya Waqiayê de behsa wan tê kirin, bi kêf gelek caran çêkirine. Ji xwe, ez li wan herçar çemên şîr, şerab, ava şêrîn û hinguvî yên ko ne Qûrana Kerîm, lê xeyalmezinên mîna Îbnî Erebî xweş dikir û digot jî qet rast nehatim. Ji ber ko ez naxwazim bibim sebeba bêbawerîya gelek kesên ko bi xeyal û hêvîya dinyaya din dijîn, divê ez dîyar bikim ko ev hemû bi rewşa min a taybet ve eleqadar in. Her bawermendê ko agahdarîya wî hebekî jî li ser jîyana piştî mirinê hebe, dê qebûl bike ko ji bo yekî wekî min î bêhizûr dîtina çemên Bihiştê pir zehmet e.
Bi kurtayî: Di nav qismê neqaşan de û di nav hosteyan de ez, ew kesê ko bi navê Zarîf Efendîyî tê naskirin, mirim, lê nehatim gorkirin. Ji ber vê yekê jî gîyanê min laşê min bi temamî terk nekir. Bihişt be, Dojeh be, qedera min kî der be, ji bo ko rihê min xwe nêzîkî wan deveran bike, divê karibe ji pîsîtîya bedena min derkeve. Ev rewşa min a awarte ko hatiye serê xelkê jî rihê min dixe ezabekî giran. Serê min parçe parçe bûye, hestîyên min hûr hûrî bûne, nêvîyê laşê min tevî birînan, di nav ava weke qeşayê de dirize, ez wan his nakim, lê ez his dikim, bê rihê min î ko ji bo ji laşê min derkeve bi awayekî ecêb hewil dide, di çi ezabî de ye. Ew qasî teng dibe ko ez dibêjim qey temamê dinyayê di hindurê min de, li devereke teng ketiye ser hevdu.
Ez dikarim vê hisa tengbûnê, ancax bidim ber wê hisa dilfirehîyê ya ecêb ko gava ez mirim, bi min re peyda bû. Gava serê min bi wê derba kevirî ya ji xafil de, ji kêlekê de şikest, min tavilê fêhm kir ko ew nemerd dixwaze min bikuje, lê min bawer nekir ko ew ê karibe min bikoje. Ez bi hêvîyê mişt bûm. Lê gava ez wê jîyana xwe ya bêreng dijîyam ko di navbera neqaşxaneyê û mala min de derbas bû, ez qet lê hay nebûbûm. Min bi tilîyên xwe, nenûkên xwe û diranên xwe yên ko min pê dev lê dikirê, bi bengînîyê ve xwe li jîyanê wêrand. Ez we bi êşa derbên din eciz nekim ko li serê min ketibûn.
Gava min bi xemgînî fêhm kir ko ez ê bimirim, hiseke dilfirehîyê ya nedîtî ez dam ber xwe. Ez dema derbasbûnê bi vê hisa dilfirehîyê jîyam. Hatina min a vî alîyî, mîna ko mirov di xewna xwe de, xwe di xewê de bibîne, hêdîka çêbû. Min herî talî, pêlavên qatilê xwe yên biherî û biberf dîtin. Min çavên xwe girtin û xwe li xewê danî û ez bi derbasbûneke xweş gihiştim vî alîyî.
Niha gazinda min ne ji ber wê ye ko diranên min hemû şikestine û mîna tovên kulindan wêrane devê min î bixwîn, rûyê min bi qasî ko neyê naskirin eciqîye, an jî ez di binê bîrêkê de asê mame. Lê gazinda min ji wê ye ko ez hîna sax têm hesibandin. Gava yên ji min hez dikin, tim û tim li min difikirin û dibêjin qey ez li quncikeke Stenbûlê bi karekî beredayî mijûl im, heta xeyal dikin ko min daye dû pîrekekê, rihê min î bêhizûr bi temamî dixin ezabê. Bila êdî zû termê min bibînin, nimêja li ser min bikin, cenazeyê min rakin û min veşêrin! Ya herî giring jî ev e, bila qatilê min peyda bikin! Heta ko ew rezîl neyê peydakirin, ger min têxin gora herî şahane jî divê hûn zanibin ko ez ê di gora xwe de, di bêhizûrîyê de xwe bi vî alîyî de û wî alîyî de biqulipînim û bipêm.