Dilê rovî goştê mirîşka dixwaze. Rovî dadikeve nav gund û dixwaze têkeve pîna mirîşkan.
Xwediyê pîna mirîşkan xefik danîye ber pîna mirîşkan. Dema ku dixwaze têkev pînê, rovî dikeve xefikê û têgirtin. Dest bi diayan dike û li ber Xwedê digere. Ya Xwedayê erd û ezman, eger tu min ji vê feqê rizgar bikî, ezê her tiştê xwe ji bo xatirê te li feqîr û belengazan belav bikim. Ji bo te ezê bênderên xwe gîş sedeqe bidim feqîran. Û nişka ve dibîne ku keriyek tehjî û nêçîrvan bilez û bez berve wî tên. Tehjî û xwedîyê mirîşkan nêzîk dibin û rovî ji tirsa re diqete. Pir ber xwe dide û li feqê rizgar dibe. Bi lez direve û ji tehjîyan xelas dibe.
Paşê soza wî tê bîra wî. “Ma bênderê min hene, an ez xwedîyê erdan û gundan im? An jî ez muxtarê gundim ku ez rabim bêndera belav bikim.” Rovî dibêje ji xwe re. Ma ev carek bû û çû. Paşê rojekê dîsa dilê wî goştê mirîşkan dixwaze û diçe gund. Dixwaze têkeve pînê û car din dikeve heman xefikê. Pir ditirse, lê dibêje ey xwedayê min, ez li ser soza xwe me, ez çûm nav gund ku olçegekê bînim genim û ceh par bikim ez ketim vê feqê.
Eger ku tu min ji vê feqê rizgar bikî, ezê biçim olçegê bînim û soza xwe bînim cîh. Ezê her tiştê xwe ji bo te bidim feqîr û belengazan. Lê dem derbas dibe û tu pêşveçûn çê nabe. Nêçîrvan teva tehjîyê xwe nêz dibin. Tu elametê ku xwedê alîkarîya wî bike nabîne. Tehjî tên wa yî perçe dikin û diavêjin alîyekî.
Mirov hewceye soza xwe bigire.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…