Endospor

Ji ber rû bi rû mayina bi hawirdorek neguncav, di nav xaneya bakteriyê de, bi bergê stûr, bi bergiriya qayim û di qonaxa bêdengî de xaneyek tê çêkirin ji vê pêkhateyê re tê gotin endospor an jî spora navekî (bi înglîzî: endospore).[1]

Gava di hawirdorê de xurek pir hindik be, an jî hawirdor bi awayekî neasayî pir germ bibe, an pir sar bibe, ziwa bibe, an jî pêkhateya kîmyayî ya hawirdorê bi awayekî neyînî biguhere, hin bakterî li dij van guherînên hawirdorê bertek nîşan didin, endospor çêdikin û dikevin qonaxa bêdengiyê (bi înglîzî: dormant state).[2]Bi kurtî, bakterî bi çêkirina spora navekî, xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêzin.[3]

Pêvajoya sporbûnê

Bakteriya ko dikare endospor çêbike, lê hê di qonaxa endosporê de nîn e, wekî di qonaxa vejetayî de tê hesîbandin. Di vê qonaxê de, xaneya bakteriyê jî wekî xaneya vejetayî (bi înglîzî: vegetative cell) tê navkirin. Ango xaneya vejetayî, xaneya asayî ye. Guherîna xaneya prokaryotî bo çêkirina endosporê, wekî sporbûn (bi înglîzî: sporulation) tê navkirin.

Pêvajoya sporbûnê di xaneya vejetayî de bi duhendebûna ADN-yê û bi çêkirina navbirek (bi înglîzî: septum) dest pê dike. Navbir, xaneyê bi awayekî neyeksan dabeş dike. Di beşa piçûk de ji bilî hinek ji rîbozomên bakteriyê û kopiya ADN-ya bakteriyê, di nav sîtoplazmayê de, asîda dîpîkolînî (bi înglîzî:dipicolinic acid) û îyonên kalsiyumê (Ca2+) û hin madeyên din cih digirin. Hema %10ê giraniya ziwa (hişk) ya spora pêşî ji asîda dîpîkolînî pêk tê.ADN-ya endosporê, kopiya kromozoma bakteriyê ye û bi parzûnek ji xaneya bakteriyê tê cudakirin. Di vê gavê de bakterî wekî zîndewerek duxaneyî xuya dibe. Xaneya piçûk wekî spora pêşî (bi înglîzî: forespore) tê navkirin. Spora pêşî diguhere bo spora navekî. Piştî çêbûna endosporê, diwarê xaneya mak (bakterî) hildiweşe û endospor derdikeve derve.

Di qonaxa spora navekî de bakterî ji bo demek dirêj bêyî bidestxistina xurek û av, bêdeng dimîne. Gava şert û mercên hawirdorê ji bo bakteriyê guncav dibe, endospor zîl dide, diguhere bo bakteriya asayî û hemû karlêkên metabolî yên bakteriyê ji nû ve dest pê dikin.[3]

Sporbûn û Spordan

Bi gelemperî gava di hawirdorê de xurek kêm dibe an jî şert û mercên hawirdorê nebaş dibe, sporbûn jî dest pê dike. Sporbûn bi gelemperî di bakteriyên Gram + de rû dide. Hin corên bakteriyên ji tuxmên (bi înglîzî: generaBacillus û Clostridium, endospor çêdikin.[4]Pêvajoya sporbûnê ne qonaxek asayî ya çerxa jiyana xaneyê ye, sporbûna bakteriyê navberek e ji bo çalakiyên jiyanê û di rewşa awarte de rû dide.

Di hin riwekkarok û kevzan de pirbûna nezayendî bi çêkirina sporan rû dide. Ango spordan (bi înglîzî: spore formation) corek pirbûna nezayendî ye. Loma, endospor (spora navekî) û spor ne heman tişt in. Bakterî bi endosporê pir nabe, tenê xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze. Di pêvajoya sporbûnê de, ji bakteriyek tenê yek endospor peyda dibe, ango hejmara bakteriyê naguhere.[2]

Pêkhateya endosporê

Endospor bi rêzek qalikên yeknavendî pêçayî ye.

Endospor bi rêzek qalikên yeknavendî (bi înglîzî:concentric shells) pêçayî ye. Qalik li dij hawirdora neguncav de bergirî dabîn dikin, pêwendiya navbera endosporê û hawirdorê rêk dixin. Herwiha zîldana endosporê hêsan dikin.[5]

Kakil (core)

Beşa navî ya endosporê ye. Di kakilê de kopiyek ADN-ya bakteriya mak, hinek rîbozom, ARN-guhêzerenzîm, proteîn û hin madeyên nav sîtoplazmaya xaneya mak cih digirin. Proteîn ADN-yê ji bandora neyînî ya tîrojên serbinefşî diparêzin. Dema zîldanê (bi înglîzî: germination), enzîmên kakilê çêkirina proteînên nû didin destpêkirin. Di kakilê de asîda dîpîkolînî heye. Ev asîd û îyonên kalsîyumê li dij germahiyê, bergiriya sporê dabîn dikin. Bi zîldana endosporê; kakil, parzûna plazmayê û dîwarê xaneyê tevlê pêkhateya xaneya bakteriya nû dibin.

Parzûna plazmayê (plasma membrane)

Ji parzûna xaneya makê çêbûye. Wekî parzûnek asayî ji coteçînên fosfolîpîdê pêk tê. Piştî zîldana endosporê, tevlê çêbûna parzûna xaneya bakteriya nû dibe

Dîwarê xaneyê (cell wall)

Ji diwarê xaneya makê peyda bûye. Ji peptîdoglîkanan pêk tê. Xweragiriya pestoya osmozî ya kakilê dabîn dike. Li dawiya qonaxa bêdengiya sporê, tevlê pêkhateya dîwarê bakteriya nû dibe.

Tûkila endosporê (endospore cortex)

Tûkila endosporê pêkhateyek stûr e, li aliyê derveyî dîwarê xaneyê de cih digire û ji peptîdoglîkanan pêk tê. Ji bo hişkmayîna (bêavmayîn) kakila endosporê û berdewamiya qonaxa bêdengiyê ya endosporê, pêdivî bi çîna tûkilê heye. Piştî qonaxa daqurtandinê ya sporbûnê, tûkil di nav valahiya navbera parzûnên ko spora pêşî dorpêç dikin (parzûna derve û parzûna navî) de tê çêkirin. Proteînên ku ji bo senteza tûkilê berpirsiyar in, hem di beşên spora pêşî û hem jî di xaneya mak de têne hilberandin. Ji bo ko endospora bakteriyê zîl bide û zindeçalakiyên bakteriyê ji nû ve dest pê bikin, divê pêşî peptîdoglîkanên tûkilê bi çalakiya enzîmên taybet werin hilweşandin.[6]

Bergê endosporê (endospore coat)

Çînek stûr a ji proteînên dişibin keratînê pêk tê. Di navbera tûkil û egzosporyumê de (heke hebe) cih digire. Piraniya proteînên endospore di bergê de cîh digirin, proteînên bergê, bi komên dîsulfîd ve dewlemend in. Berg li dij germahî, hişkayî, sermahî, madeyên kîmyayî yên jehrevî (toksît) û dijetenan bergiriyê dabîn dike. Bandora bergê li ser zîldana endosporê jî heye.[7]Heke di endosporê de çîna egzosporyumê tune be, têkiliyên endosporê bi hawirdorê re ji aliyê bergê sporê ve tê rêkxistin.[8]

Egzosporyum (exosporium)

Çînek sist e, li ser bergê endosporê de çêdibe, lê di hemû endosporan de çênabe, bi gelemperî di hin corên bakteriyên Bacillus and Clostridium de peyda dibe. Ji ber ko çîna egzosporyum aliyê derveyî endosporê dadipoşîne, têkiliya endosporê bi hawirdora wê re rêk dixe. Girêdana sporê û zîldana sporê han dike. [9]Wekî mînak; di endospora bakteriya bi navê Bacillus anthracis de egzosporyum heye û ji çewrî û glîkoproteînan pêk tê. [10]

Kurê Reşîd- biyolojiyabikurdi.blogspot.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Yamalı Peyzaj (Peyzaja Pînekirî)

Xwendineke Derûnkolînerî — Nêrînek Psîkanalîtîk, Civaknasî û der-kolonyal Destpêk Edebiyat ne tenê hilberîna hûnerî ye …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *