Rojekê kalek hat pêş mala me, pirsî got kes li odê heye, min got na kes tune ye. Wî got: “Bavê te li malêye?” min got: Erê li mal e.” wî got gazî bike bila were odê, bibêje Apê Hemê Zînê hatiye. Min gazî bavê xwe kir: “Bavo, Hemê Zînê hatiye odê û gazî te dike.” Bavê min ê “xwedê rihma xwe şa bike”, got: “bila derbasî odê be ez têm odê.” Min deriyê odê vekir, ew bir odê û rûnişt.
Me hevdû danasîn. Em hinekî peyivîn û min fêm kir ku kalekî pir gerîyaye û mirovekî pir zana ye. Simêla wî pir mezinbû, ji yê ku min berê dîtibûn mezintir û dirêjtir bû. Em jê re dibêjin simêl qeytan. Bavê min hat odê, merheba li hev kirin û pirsîn ka rewşa wî çawa ye.
Çay vedixwarin û hwd.. lê her tim ew axifî û nehîşt bavê min şorê bike. Wî ji her tiştî tiştek dizanibû. Gotina wî pir jidil û bibandor bû. Ew kesekî henekvan bû. Berî ku rabe, li ser mijarekê ev gotinan got. Ez tu car ji bîr nakim:
Jina qutik
Mêrê kinik
Erdê kirik
Çûkê zirik
Kûçikê finik
xwedîyê wan tu car xêrê jê nabîne.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…