We dizanibû ku, di demên kevnar de di nav gelê Kurd de wek îro jî emeliyat li ser ajalan dihat kirin?
Li gundê me pîrek hebû. Mala wê nêzîka mala me bû yanê cîranê me bû. Xwedê jê razî be. Ew hemşîreya zayîn a hemû jinan bû. Di nav gel de jêre dibêjin pîriktî. Yanî pîrikîya me hemûyan wê kiribû. Ev kar ji bo rizayê xwedê dikir. Tu pere û pûl jî ji kesî nedistand ji bo ev karên ku dikir. Ne wek hemşîrên nihabû.
Hemşîreya min a jidayikbûnê jî yanî pîrika min jî ev meta min a bi navê Helîme bû. Şirîn dipeyivî, bi ken bû, şekir li zarokan belav dikir, bi tena serê xwe dijiya û her tim bi avdest bû. Ji ber ku mezhebê wê Şafiî bû, dema ku şîranî li zarokan belav dikir, bi hûrgilî difikirî û digot: “Destê xwe bi min nekin, dê avdesta min bişkê.” Carekê şekir da min û destê min bi destê wê bû, û bi nîv ken û nîv hêrs got: “Ey nerazî, di vê hewaya sar de te avdesta min şikand, binêre te çi kir.” Ez ji vê rewşê pir xemgîn bûm. Ji ber ku min pir li meta helîme hezdikir.
Di salên paşerojê de min dît ku ew çiqas miroveke saf û pak e. Metka min a Halîme mirîşkê wê hebûn, her cure mirîşkên rengîn xwedî dikirin. Her mirîşkek bi navekî dihat naskirin. Navên cuda cuda lêkiribûn. Demên bûrî da çora mirîşkan (kuş grîbî) pir zêde dihat. Çorê mirîşk diqedandin li wê herêmê. Pir hindik mirîşk difilitîn li ber çorê. Dema çor bihata û hemû mirîşk li gund telef bibûna jî lê mirîşkên meta helîme nedimirin. Ji ber ku wê tu carî mirîşkên xwe di pînê dernedixistin, heta çor xelas dibû di pînê da dihîştin. Kirêc bi pîna mirîşkê xwe werdikir. Piştî ku çor derbas dibû, wê mirîşkên xwe derdixistin derve.
Helbet ji ber ku gelê kurd feqîr bû, min di wê demê de dît ku eger Kurdek goştê mirîşkê dixwîye, yan mirîşk nexweş e, yan jî nexweş bixwe ye, nexwe wê tu carî goşt û mirîşk jî nexwaran a. Ev jî qedera Kurdaye ku feqîrî ye. Dê pêra mirîşkên meta helîme bi qîmet bibûna. Carinan wê li kê hezbikira mirîşkek bi mehmele dida wî/ê kesî/ê. Wî/ê jî ev mirîşka qurq dadihanî û jê çêlik digirtin. Nîvî wa çêlikana didan meta Helîme, ji vê re Kurd dibêjin mehmele. Nîve nîv. Loma jî ji ber ku mirîşkên wê nedimirin emrê wan pir dirêj bû, hemû mirîşk pîr bibûn. Di meşê de zehmetî dikişandin. Ji ber ku gundê me ji ber çalî û stiriyan dewlemend e, gundekî avî ye, dema ku ev mirîşkên pîr di nav qirşan re derbas dibûn digeriyan, rojekê mirîşka navê wê çîlê lêkiribû meta Helîme, stirîyekî berkurûga vê çirand. Mirîşk bi berkurûga xwe ya çiryayî hat hewşê û bi rastî alîkarî ji meta Helîme xwest. Wê ji min xwest ku ez mirîşkê bigirim. Min mirîşk bi yek livê girt. Kurê min şêre maşella, şikir ji Xwedê re, tu wek gurekî sivikî, pir jîrî mihemedê min, got û ez jî kêfxweş bûm. Ez li bendê bûm ku wê mirîşkê serjêbike, lê min dît ev li kêrê nagerê, li tiştekî din digeriya. Û va ye, di destê wê de derzî, dezî û ava kelandî hat ba min. Min nepirsî hûn ê çi bikin. Min nêrî û hewl da ku fêm bikim. Wê ji min xwest ku ez lingên mirîşkê pêt bigirim. Min ya wê kir. Berê pûrta ser berkurûga wê rûçikand, dû re berkurûga wê qelaşt û bi ava germ şuşt. Dû re dest bi dirûtina berkurûgê kir û wek berê, bi derzî û dezî, mîna ku kincekî ku mirov didirû. Bi dezîyê pembû, dirûnên piçûk û hûrik dirût. Dûv re jî wê kontrol kir û ji min xwest ku ez lingên wê berdim. Min mirîşka çîlê berda, ewil xwe hejand û dû re jî ket pînê. Paşê ev mirîşka meta helîme du salan jîya. Bavê min û dîya min bi salan ji min re behsa pisporiya beytarîya meta Helîme dikirin.
Xwedê rehma xwe lê bike û cihê wê bihuşt be.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…