Çîroka Reşo Axa

Çi hebû çi tunebû

Li bajarekê Kurdistanê yekî bi navê Reşo axa hebû. Reşo axa mirovekî pirr dilovan, jêhatî, dilnerm, mêvanperwer û dilsoz bû. Pirr dewlemend bû bavê gelek zarokên zîrek bû. Lê pirr zû dihat xapandin.

Cîranên wî devdost bûn lê pirr xayîn bûn. Qet rindiya Reşo axa nedixwest in. Hertim ji bo wî planên têkçûnê dikirin.

Reşo axa zarokên xwe dabûn xwendinê û hemû bibûn xwedan pîşe. Zeviyên xwe gelekî bi dahatibûn ji her cureyên fêkî û zebzeyan lê dibûn. Bi hezaran pez û dewarên Reşo axa hebû. Ji bo parastina mal û milkê xwe jî çend leşker xwedî dikir Reşo axa.

Cîranên Reşo axa çêlikên şeytên bûn lê xwe kiribûn şiklê mirovan. Reşo axa nizabû ku ew cîranên wî çêlikên şeytên in.

Gava ku Reşo axa û cîranên xwe rastî hev tên , tim ji Reşo axa re dibêjin: “Cîran, tu çima van leşkeran xwedî dikî ye, heyfe perên ku tu didî van, berde bila herin mala xwe. Ma tu nikarî mala xwe biparêzî.”

Wexta ku Reşo axa van gotinan dibihîze, hinekî difikire û bi xwe re dibêje: “Cîranê min rast dibêje. Ma ez çima van xwedî dikime, ma ez nikarim bi xwe mala xwe û milkê xwe biparêzim.”

Çend rojan diponije û biryara xwe dide. Paşê diçe cem leşkerên xwe û ji van re dibêje: Êdî hûn azad in, hûn her kes herin mala xwe; êdî ez ê her tiştê xwe bi xwe biparêzim. Leşkerên xwe belav dike û tê mala xwe rûdine. Çend roj derbas dibin, xeber jê re tê dibêjin: Li çolê gur û çeqel ketine nav pez û dewarên te tar û mar kirin.

Du sê roj diçin cîranên wî tê keçên wî direvînin. Dûv re diçin lawê wî direvînin û dixin hebsê/girtîgehê.

Paşê diçin nav zeviyên Reşo axa ku çi hebe didizin, darên ji kok ve jêdikin, agir bera zeviyên genim û ceh û nîsk û nokan didin.
Bendava wî xerab dikin. Embarên genimê wî talan dikin û dişewitînin. Kargehên êrd xirab dikin. Ku çi mal û milkê wî hebe hemû talan û wêran dikin.

Reşo axa nû bi birînên xwe dihese û li çongê xwe dixe lê vala ye, fehm dike ku leşker tunebin, mal û milk û zarok nayên parastin. Lê êdî derenge.

Fatme Xanim

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *