
Gelî Musulmana!
Em dîsan nêzîngî serê saleka mîladî bûn. İsal sala mîladî ya nû bi xêr û bereketa xwe va tê. Roja ewilê vê salê; him roja ewila sê meheyên pîrozê rehmet û mexfîretê ne jî. Hemd û sena ji Xweda ra ku dîsan em vegîhandin van rojana. Selat û selam li qasidê rehmetê Hz. Mûhemmed Mûstefa bin. Her sê mehê hanê ji niha da li me tevan pîroz bin.
Gelî Musulmana!
Temenê me yê ku sermiyanê me ye, zû diqede. Her deqa ku dubuhure, me hinek din nêzîngî mirinê dike. Tevî vê hindê jî, ‘ehd û besta bendetiya xwe carna ji bîr dikin; pirsyariya xwe ya li hemberî Rebbê xwe û famîleya xwe û der û dorê xwe em piştguh dikin. Carna jî roja hisabê guh nadinê. Digel ku Rebbê me, li me şîret dike wê kêliya ku em têda ne qîmeta wê bizanin, bi rabirdûyê xwe ra hîsabê bibînin. Nexşeya pêşeroja roja xwe li ser rindiyê û xêrê daînin. Xweda li me ferman dike: يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَلْتَنظُرْ نَفْسٌ مَّا قَدَّمَتْ لِغَدٍ “Gelî wanê îman anîne! Ji Xwedê bitirsin. Bera her kes lê mêzeke hela bona sibe çi hazir kiriye!” (1) bi baweriyê û bi ‘îbadetê û bi xwûyê xweş va xwe ji ‘alem a ebedî ra amadekin, ji hemî xeta û gunehê xwe tobekin.
Gelî Musulmana!
Yek ji wan nî’metê ku Xwedayê jorîn daye bendeyê xwe, tobe ye. Tobe, ‘îbadetkî wer e ku ji Hz. Adem virda hemî pêxemberan, him bi xwe tobe kirine him jî bang li ummetê xwe kirine daku tobe bikin. Tobe, poşmanî ye, vegera bi ser fitretê va ye. Vegera bende ye balî Xwedayê xwe va û jê daxwaziya bexişandinê bike. Xwedayê jorîn bi ayeta hanê:وَتُوبُٓوا اِلَى اللّٰهِ جَم۪يعاً اَيُّهَ الْمُؤْمِنُونَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ “Gelî bawermendan! Pêkve balî Xweda va tobe bikin; hîvî heye hûnê serfiraz bin.” (2) Gazî me dike bona tobedar bin. Wekî ku em dikevin sê mehê pîroz de îcar werin em van rojana ji xwe ra bi tobe û îstîxfarê derbas bikin. Biryara xwe bidin carkî din venegerin wan xetayê xwe.
Gelî Musulmana!
Wezîfeyên ku dînê ‘ezîzê İslamê li me ferman kiriye eger têda qisûr hebe, ji Xwedayê xwe ra tobe bikin. Eger ‘îbadetê me yê wextê da nekirî hebin demek zûtir da wan temamkin. Vê agahdariya hanê ku dibêje: وَاعْبُدْ رَبَّكَ حَتّٰى يَأْتِيَكَ الْيَق۪ينُ “Heyanî ew mirina yeqîn pê heye ji te ra hat ji Rebbê xwe ra ‘îbadet bike.” (3) ti carî ji bîr nekin. Bi gotin û tevgera xwe va eger me famîleya xwe êşandibe; zarûyê xwe yên fitretpak destê nebaşan da hiştibin; dê û bavê xwe yê ku durist nine jê ra off jî bêjin ji wan ra bêhurmetî kiribe, gotî bexişandina xwe ji Xwedê bixwazin.
Ger zimanê xwe bi xirawiyên wek zemê û heqaretê va qirêj kiribe; bi nerindiyên fenanî pozbilindiyê û çavtengiyê va dilê xwe reşkiribe; ger heramiyên wek alkolê û rîbayê û qumarê xwaribe; bi bertîlê û îhtikarê (stokçîtî) û bazara reş va me qezencek neheq kar kiribe, demildest gotî tobe bikin; ha derva ha li ‘alema gumanî eger tixûbê mehremiyetê bin pê kiribe; bi derewan û bi buhtanan va ziman dirêjî rûmet û hisyeta xelkê kiribe, gotî hema dest da ‘efwa xwe ji Xwedê bixwazin.
Xizm û lêzimê xwe va eger ji hev xeyidî bin; cîranê xwe ‘aciz kiribin; heqê sêwiyan xwaribin; di çûn û hatinê da, li kargeha xwe, li çarsûyê û bazarê gotinên nelê gotibin, yan dawa zorê kiribin, dest da tobedar bin. Hasilê kelam, heqê kê li ser me hebe gotî heqê wan bidin, jê helaliyê bixwazin û bi dil û can ji Xwedayê xwe daxwaziya bexişandinê bikin.
Gelî Musulmana!
Gunehê me çiqa zaf bin jî rehmeta Xweda hemî gerdûn rapêçaye. Deriyê wî yê tobê li ser piştê vekiriye. Cenabê Pêxember di hedîskî xwe da difermê: “Hemî ademî gunehan dikin; lê çêtirê gunehkaran ewê tobedar in.” (4)Wekî wer beriya wê roja mehşerê ku devê me yê bê mohrkirin, dest û pê û çermê me ji kirinê me yê xeber bidin, rabin xwe û xwe ra hisabê xwe bibînin. Ji ber xeta û gunehan ji perwerdîgarê xwe ‘efwa xwe bixwazin. Ji bîr nekin, piştî ku can hat ber gewriyê, xirrinî ket qirrikê ew tobeya tê kirin, li cem Xwedê ti qîmeta xwe tune.
Xutba xwe, bi vê ayeta sûreyê Nîsa bi dawî tînim: “Tobeya li cem Xwedê mu’teber , tobeya wan kesan e ku bi nezanî guneh kirine û dereng nexistine zû tobe kirine. A Xwedê tobeya wan kesan dipejirîne. Xwedê her zana ye, xwedan hîkmet e.”(5)
1.Heşr, 59/18.
2.Nûr, 24/31.
3.Hîcr, 15/99.
4.İbn Mace, Zhhd, 30.
5.Nîsa, 4/17.
Mela ‘Ebdûselam Şadî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…