Çîrokên Watedar | 3 Heval di şikeftê de asê mane

Sê heval bi hev re çûn seferê. Ev her sê heval demekê geriyan, bi hev re xweş sohbet kirin. Êvarî ji bo ku şeva xwe derbas bikin xwe li şikeftekê girtin. Wan şikir ji Xwedê re kir ku şikeftek dît ku bikaribin wan ji tarîtî û xetereyên şevê biparêze. Piştî ku bi lez li hundurê şikeftê nihêrtin, ji xwe re cîhek bêhnvedanê amade kirin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, wan xwest ku hinekî razin.

Ew hê nû ketine xewê, bi dengekî bilind matmayî man. Bi vê dengê bilind hemû di carekê de şiyar bûn. Pêşîyê pir tirsiyan, lê zû bi sedema deng fêm kirin. Ew erdhejek bû. Dema ku ew di şikeftê de ewle bûn û ji xetereyê dûr bûn, ew bi mirinê re rû bi rû bûn. Ji ber ku di encama vê helweşînê de kevirekî mezin ji çiyê daketiye û devê şikeftê girtiye. Derketineke din tune bû. Êdî ne mimkûn dixuya ku ew ji şikeftê derkevin. Ji ber ku perçeyê kevirê ku bi tevahî devê şikeftê girtibû, ji sê kesan re mezin bû ku wî kevirî ew bihejînin. Heçî gazî dikirin jî, li nêzîk kes tunebû ku dengê wan bibihîze. Yê ku erd helweşîya û devê şikeftê girt, Xwedê bû. Tenê ew bû ku karîbû wan ji wir derxîne û wan xilas bike. Ev mirovên ku ji dil û can baweriya xwe bi Xwedayê mezin anîn, tu carî hêviya xwe qut nekirin. Di nav xwe de dipeyivîn, hewl didan ku rêyekê bibînin ku ji şikeftê derkevin…

Di dawiyê de, ew hemî gihîştin encamek hevpar.

Wan got ku duayên ku ji Xwedê re kirine û qenciyên ku Xwedê razî kirine dikare me ji vê rewşê xilas bike.

Li ser vê yekê ji her sê hevalan yê pêşî wiha dua kirin.

Dêûbavên min ên pîr û hewcedarê lênêrînê bûn. Min wan pir diparast. Êvarê, pêşîyê min li wan dinêrî, xwarin – vexwarin û hewcedariyên wan dianî cih paşê min diçû malbat û heywanên xwe dinêrî.

Rojekê ez çûm li daran bigerim. Wê rojê gava ez vegeriyam malê, herdu jî di xew de bûn. Di vê navberê de bi fikara ku dê ew hinekî din rakevin ez derketim derve ku ez şîrê ku ewê vedixwin bînim. Dema ez hatim ku şîr bidim wan hê di xew de bûn. Min nexwest ku berî dêûbavê xwe xwarinê bidim malbat û sewalên xwe. Di hêlekê de jî min tehemûl nedikir ku wan şiyar bikim. Di destê min de firaxên şîr, ez li benda şiyarbûna wan mam. Di dawiyê de, ez ji rawestana li ser lingên xwe ew qas westiyayî bûm ku lingên min li dijî daxwaza min li ber xwe didan. Xewa min jî pirr dihat. Di vê navberê de dengê ezanê hat guhê min. Ev dengê ku min anî ser hişê min, dê û bavê min jî şiyar kir. Bû sibe. Nizanim ez çiqas ser lingan bûm. Bi hurmeteke mezin min ew şîr da wan û  zikê wan têr kir. Paşê min û malbata xwe şîr vexwar û em têr bûn.

Xwedayê min! Min ev yek ji bo razîbûn û xweşiya Te kir. Ger min ji bo te kir, me ji vî kevirê ku rê li ber me digire xilas bike!

Gava mirovê pêşî duaya xwe qedand, kevirê ku devê şikeftê girtibû hinekî vebû. Lê ne bi qasî ku ew dikaribûn derbiketana.

Hevalê duyem got:

Xwedayê min! Keçek apê min hebû. Min ji her kesî bêtir jê hez kir. Her çiqas ne daxwaza wê bû jî, min xwest bi zorê pê re bizewicim. Lê qet rû nedida min. Rojekê ket tengasiyên aborî û di dawiyê de neçar ma serî li min bide. Wê ji min alîkarî xwest. Min sed û bîst dînar di berdêla ku bi min re be, da wê û wê jî qebûl kir. Bi rastî, ew neçar bû ku qebûl bike ji ber ku ew hewcedar bû.

Dema ku min dixwest ez daxwaza xwe lê bigrim, wê bi girî û lerizîn ji min re got.

– Ji te re heram e ku mohra Xwedê bi rêya xayrîmeşrû destbixînî!

Bi izna Xwedê ez hatim ser hişê xwe û

– Hewcedariya te bi pereyên ku ezê bidim te hebû lê tu tirsa Xwedê dilerizî lê çawa ez ji Xwedê netirsim?

Her çend ew kesê ku min di nav mirovan de herî zêde jê hez dikir bû jî, min dev jê berda. Min pere jî paşve negirt.

Xwedayê min! Heger min ev ji bo bidestxistina razîbûn, hezkirin û xweşîbûna te kir, me ji vê tengasiyê xilas bike.

Piştî vê duayê, zinar hinekî din vebû. Lê dîsa jî têra xwe venebû ku ew derkevin derve.

Hevalê sêyemîn jî got:

– Xwedayê min! Min karker bi xwe re dixebitandin. Min tavilê heqdestê wan dida. Lê belê yek ji wan bê pere çû. Ji ber vê yekê min pereyê wî veqetand. Paşê min bi vî pereyî li ser navê wî karsazî kir. Min gelek qezenc kir. Ji ber ku bi wî pereyî ew karker bû xwediyê gelek mal û milk.

Dûv re piştî salan ew Zilaman derket û hat.

– Ey Abdullah! Ez ji te re xebitîm û bêyî ku heqê xwe bistînim derketim çûm. Got: Deynê min bide min.

Û min rewş şirove kir,

– Min got: Hemû dewar, pez, deve û xizmetkarên ku tu dibînî, yên te ne. “Van hilde û bibe.”

Zilam got:

– “Ey Abdullah henekê xwe bi min neke”.

– Bi rastî ez henekê xwe bi te nakim. Min dûbare kir: “Here, wan hemûyan bibe.”

Mêrik şa bû û hemû birin.

– Ya Xwedayê min, min ev yek ji bo xatirê te kir.

Got: “Eger min ji bo te kir, kerem bike ku em ji vir derkevin ey Rebbê mezin.

Piştî ku hevalê sêyem ev dua kir, kevirê ku devê şikeftê girtibû hê bêtir hejiya û deriyekî rizgariyê ji wan re vebû. Ev karên qenc ên ku wan tenê ji bo riza û razîbûna Xwedê dikirin, di rizgariya wan de bûn alîkar. Wan bi kêfxweşî, bi hêstiran, bi kêfxweşiya ku alîkariya Xwedê ji nêz ve hîs kirin, li hev nêrîn. Ji Xwedê re gelek spas kirin.

Kêfa eslî ya ku wan di dilê xwe de hîs dikir ev hest û raman bû: Xwedayê mezin ku rehma wî bêsînor e, dema ku em dua dikin me dibihîze û hewcedariyên me ji me çêtir dizane. Ew tenê ye ku dikare hewcedariyên me li cih bîne ku kesekî din nikare wan bicîh bîne. Rebbê me bihîst, bersîva me da, xizmeta me qebûl kir…

Her sê heval ji şikeftê derketin û rêya xwe domandin, soz dan ku ji niha û pê de zêdetir hewl bidin karên qenc bikin.

Mehmet Kuçuk 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *