Xutbe | Nirxên xwe yên netewî û dînî biparêzin

Dîrok: 20.12.2024

Gelî Musulmana!
Yek ji bingehê baweriya dînê Îslamê, baweriya bi pêxemberan e. Ji însanê ewil, pêxemberê pêşî Adem –a.s- ta bi pêxemberê dawîn Hz. Mûhemmed Mûstefa –s.x.l- baweriya bi hemî pêxemberan, îcaba îmana me ye. Pêxember, qasidê pîrozê Xweda ne. Ew hatine verêkirin bona fermanê îlahî ji însanan ra ragîhînin. Beşeriyet, heq û neheqî, rast û nerastî, rindî û nerindî ji wan hînbûye.

Gelî Musulmana!
Wekî hemî pêxemberan H.z ‘Îsa jî pêxemberek bû teblîxa İslamê kir. Wî jî, beşeriyet agahdar kiriye biweku tu xwedawendik tune ji bîlî Xwedê, bendetî ji wî Xwedayê yekta bi tenê ra tê kirinê û serî ji wî tenê ra tê danînê. Hindî pêxêmberê Xwedê hinartine, çawa me bawerî bi wan aniye, her wiha me bawerî pê aniye ku Hz. ‘İsa jî bende û qasidê Xweda ye. Çawa ji pêxemberê mayi hezdikin her wiha ji wî jî hezdikin. Digel vê qasê herçî bawerî û tevgerên pûç û remz û nîşanê bêrê ku ‘İsa pêxember ew negotine û riza Xwedê pê tune lê bi buhurîna demê va hatine spartine bal ‘İsa pêxember va; em wan qebûl nakin, nagerînin parçekî jiyana xwe.

Gelî Musulmana!
Hêman a bingehîna ku netewan xurt dike, wan bi gavên ewle va pêşva dibe ew e ku; pabendî bi nirxê xwe yê netewî û dînî va bimînin. Ew netewên ku dêleva nirxê xwe da nirxê netewê din, şûna remz û nîşanê xwe da remz û nîşanê xelkê din qebûl dikin ew nikarin ser xwe bimînin. Civakên ku çand û kûltura xwe ji bîrkin, bikevin bin bandora çandên biyanî; dîroka wan, zimanê wan, dînê wan û kesayetiya wan ji destê wan dehre. Ew agahdariya Cenabê Pêxember (s.x.l) ku dibêje: مَنْ تَشَبَّهَ بِقَوْمٍ فَهُوَ مِنْهُمْ “Kî xwe bixe dilqê qewmek din, ew jî ji wan e.” (2) bona me tevan gelek girîng e. Loma ew kevneşopiyê ku bi dînê me va, bi kevneşopiyê me va ti peywendîkî xwe tunin, hewesa xwe pê bînin, mînanî wan xwe tevgirêdin, mînanî wan diyariyan belavkin, dînê me da ew tune û durist nine.

Pêxemberkî ku bangî xelkê kiriye balî rastiyê va, rojbûna wî bi awakî dijberî nirxên wî anîne nayê pîrozkirin. Lewra hemî ew şahiyên ji tixûbê mehremiyetê der ku têda rî’ayeta helal û heramiyê nayê kirinê ew hemî dijberî baweriya me ne û guneh in. Him jî çi dibe bera bibe, kesê dibin destgîrê wanê ku xelkê bêguneh dikujin, tiştê ku ew difroşin, bînin diyarî hev bikin, ew yeka webalkî wer giran e; serî da hestiyê şehîdê Xezzê û hemî şehîdê pê diêşin. Vê yekî jî gotî ji bîr nekin ku alkola maka hemî xirawiyan, qumar a malwêran, zinya ku hîmê cem’iyetê ji binî va dihejîne, maddeyên ku hiş û îradê dişêlînin, leyistikên heram ên wek pîyangoyê ku ji bilî bextreşiyê tiştkî naînin, ti şahîkî, ti pîrozbahîkî wan rewa nadêre û helal nake.

Gelî Musulmana!
Musulman, dikevin nav şaşitiyên ku bi bîr û baweriyê wan va li hev nayên, sedemê wê, dunyaperestî ye, dûrketina ji pîvang û qanûnê xwedayî ye. Cenabê Pêxember, li ser vê mijarê me ewha agahdar dike: “Ji we kesên wer dê werin, buhust bi buhust, gaz bi gaz ewê li pey şopa ummetê beriya we herin. wisa dikin ku ew bikevin qula meqezerê ewê jî dê bikevinê.” (3) Wekî wer e, ew nirxên ku em pê hene û bi wan xwe radigrin zexm xwe pê bigirin. Baweriyên pûçên ku dînê me da şûna wan tune, tevger û rewiştên nelê yên bêrê, bi zar û zêçan va xwe û hemî famîla xwe, jê biparêzin. Ji bîr nekin, kesê bi hal û rewiştê xwe va bibe peyrewê Xweda û qasidê wî; li dunê ewê bigîhîjin hizûr û aramê, lê axiretê ewê bibin naîlê bextyarî ya sermedî.

Xutba xwe bi me’na vê ayeta Sûreya Beqere diqedînim: “Heyanî tu nebî peyrewê dînê wan ne cihû ne jî filleh ji te razî nabin. Tu bêje: ‘Rê ya rast bes rêya Xweda ye.’…” (4)

1.Beqere, 2/285
2.Ebû Dâvûd, Libâs, 4
3.Buhârî, Enbiyâ, 50
4.Bakara, 2/120

Mela Ebdûselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *