
Gelî Musulmana!
Yekê ji wan pirsyariyê ku dînê ‘ezîzê İslamê ferman kiriye ew e ku malê mîras Xweda û Resûlê wî çawa fermankirine wer parve bikin. Mîras, herçî tişta kesê mirî li pey xwe hiştî parvekirina wî ye li warisan bi angorî hin pîvangane.
Di Qur’an a Kerîm da ehkamê mîrasê bi hûrgilî hatine beyankirinê, bi ‘Hûdûdû’llah’ hatine bi navkirinê. Cenabê Pêxember –s.x.l- ferman kiriye: “Malê mîrasê bi angorî Kitêva Xwedê li warisan
parve bikin…”1 him xwastiye biweku tu wariskî ji heqê xwe yê mîrasê mehrûm nemîne.
Gelî Musulmana!
Dînê ‘ezîzê İslamê, ferman kiriye ku wekî hemû îş û karê din di parvekirina mîrasê da jî bi hessasiyet ‘edaletê tetbîq bikin, wê parvekirinê da ha jin ha mêr, ha piçûk ha mezin heqê her kesî bidinê. Çawa ku Xwedê Te’ala, di ayeta heftan ji Sûreyê Nîsa da difermê: “Herçî tişta ku ji dê û bavê û ji eqreban dimîne têda ji mêran ra parkî heye; herçî tişta ji dê û bavê û ji eqreban dimîne têda ji jinan ra jî parkî heye. Xwedê Te’ala ji malê mîrasê ji yê hindik jî ji yê zaf jî ew parana birrîne.”2
Beramberî vê yekê jî dînê me, di parvakirina mîrasê da xedr li jinan nekiriye; ji dê û bavê wan, ji mêr û ji zarûyê wan, heta ji neviyê wan jî par daye wan 3. Ser da jî rê dayiyê waris bi riza hev û dinê malê mîrasê di nav hev da çer hezbikin wer parve bikin.
Gelî Musulmana!
Pirbûna pirsgirêkê nav malbatan da, xeydandina xwûşk û biran û lêziman, pehvçûnên nav wan da, sedemê wan ê sereke neheqiyê ku dema parvakirina mîrasê da rûdidin ew in. Hal bi hal parvekirina mîrasê da ew pîvangê ku İslamê danîne rî’ayeta wan neyêkirinê, gunehkî mezin e, webalkî giran e. Heqê qîzan nedinê, çima ku çûne mêr wan ji mîrasê mehrûm bihêlin, mal û milk û eraziyê ku tu warisek naxwaze liyaqê wan bibînin ew zulmek eşkera ye. Dest daînin ser heqê sêwiyan yê ji mîrasê û nedinê tê me’na tijîkirina zikê xwe bi parçekî agir va çawa ku di ayetê da hatiye.4 Yek rabe malê xwe nav zarûyê xwe da parve bike durist e bi şertê ku pabendî ‘edaletê bibe. Malê xwe gişkî yan hinekî jê bide zarûkî xwe û heqê yê din binpê bike ew bê ’edaletî ye. Çawa ji Xwedê” اِتَّقُوا اللَّٰ وَاعْدِلُوا ِفِ أَوْالَدِكُْ :ku Qasidê Xweda difermê bitirsin, navbera zarûyê xwe da bi êdalet bikin.”5
Gelî Musulmana!
Wekî hemî qanûnên ku Xwedê danîne ew pîvangên di parvekirina mîrasê da jî bi afirînîşa însan ra li hev guncaw in. Rêya yekane bona rakirina hemî pirsgirêkên dema me û tengaviyên ku di parvekirina mîrasê da rûdidin, ‘emelkirina bi rêgeza ‘edaleta İslamê ye.
Gelî Musulmana!
Kesê di parvakirina mîrasê da neheqiyan dikin encama wan a kirêt Qur’an a Pîroz ewha jê salix dide: “Kî ku bi Xwedê û bi qasidê wî ra asê be û ji tixûbê wî derbasbe, Xwedê dê wî biavê je nav agir û ewê heta bi hetayê têda bimîne. Jê ra ‘ezabkî bijan heye.”6
Wekî wer bi menfe’eta dunê nexapin û çavbirçîtiyê nekin, tixûbê ku Xwedê bona mîrasê danîne binpê nekin. Heqê her kesî bidinê, heqê ‘evdan nexwun. Di parvakirina mîrasê da merhemetkin, heqnasbin, bi însaf û bi ‘edaletbin. Ji bîr nekin, di heqê mîrasê da yê bi parvekirina Xwedê qaîl nebe û ji heqê xwe zêdetir da’we bike, dawiya wî, li dunê ziyan e, li axiretê ‘ezabkî bi êş û jan e.
Dixwazim xutba xwe bi vê agahdariya Cenabê Pêxember bi dawî bînim: “Erda ku heqê yêkî têda tunebe bi qandî buhustkî be jî bera negre! Ku bigre Xwedê Te’ala roja qiyametê heft tebeq erd dê bi hustiyê wî va bike.” 7
1.Muslim, Feraiz, 4.
2.Nîsa 4/7
3.Nîsa 4/11
4.Nîsa 4/10
5.Muslîm, Hîbe 11
6.Nîsa 4/14
7.Muslim, Musaqat, 141.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…