Nivîskar: Bedran Hîkmet
Ji ber ku di bingeha navê folklorê da zanîn an jî zanist heye, divê em bizanin ku xebatên li ser wê jî bê teorî nabin. Di her pêvajoya xebatên folklorî de teorî xaleke giring e. Ev pêvajo bi beriya berhevkariyê, dema berhevkariyê û piştî berhevkariyê re têkildar e.
Folklor û Teorî
- Giringiya teorîyê ji bo qadeke xebatê çi ye?
- Teorî ji wê sîstema fikirînê re tê gotin ku di îzahkirina fenomenekê de tê bikaranîn.
- Piranî mirov di îzahatên xwe yên rojane de jî teorîyê bi kar tînin.
- Teorî hewla têgihîştina xweza û civakê ye.
- Esasen hemî teorî rêbazên şîrovekirina materyalên wê zanistê ne.
- Teorî zanist nîn e lê hemî zanist di encama teorîyan de hatine avakirin.
- Ji bo folklorê jî ev wiha ye. Her teorî cureyeke xwendin an jî şîrovekirina otantîk ya materyalên folklorê ye.
Teorîyên folklorê di binê sê sernavên sereke de hatine pênasekirin:
- Teorîyên Metin-Navendî
- Teorîyên Binyadgêr
- Teorîyên Kontekstî
1. Teorîyên Metin Navendî
Di binê vê sernavê de gelekî teorîyên folklorê hene ku di lêkolînên xwe de metna vegotina gelêrî ji bo xwe dikin bingeh û şîrove û analîza xwe li ser wê ava dikin wekî; Teorîya Dîrokî Erdnîgarî (Ekola Fînî), Teorîya Mît-Rîtuel, Teorîya Ji Nû ve Sazkirina Dîrokê, Teorîya Tekamulê, Teorîya Psîkanalîtîk.
- Teorîya Dîrokî-Erdnîgarî
Ev ekol digel ku carina wekî rêbaz jî hatibe dîtin di eslê xwe da wekî teorîyek şekil girtiye. Di binê bandora xebatên folklorzanên mîna Elias Lönnrot, Brayên Grimm û C. W. von Sydow derketîye meydanê. Damezrînerên ekolê Kaarle Krohn û Julius Krohn in. Têgihên mîna ûrform û varyant ji bo vê ekolê giring in.
- Teorîya Dîrokî-Erdnîgarî
Sê folklorzanên giring; Axel Olric, Stith Thompson û Anti Aarne, valahiya teorîk ya vê rêbazê tije kirine. Axel Olric: Rêgezên epîk, Stith Thompson: Motîf îndeksa çîrokên gelêrî, Anti Aarne: Tesnîfa çîrokan
- Teorîya Ji Nû Ve Sazkirina Dîrokê
Damezrînerê teorîyê: George Lucas Gomme , Li gorî vê ekolê; folklor cureyeke dîroka nenivisandî ye. «Helbesta epîk dişibe tebeqeyên erdê yên ku bermayên jeolojîk yên serdemên cuda di xwe de dihewînin» Bi armanca ji hev veqetandina dîroka Îngilîstanê ya beriya Aryenan; Keltan hatiye damezrandin.
- Teorîya Tekamulê
Damezrînerên teorîyê: Sir Edward Brunett Tylor, James Frazer û Andrew Lang in, Li gorî vê teorîyê şaristanî li her deverên cuda yên cîhanê di pêvajoyên wekî hev de derbas bûye.
Serencama mirovahîyê ji hovîtîyê ber bi şarizabûnê ve ye û berhemên folklorî jî aydê dema hov in. (Ev nêrîn hinekî etno-sentrîk e) Çand û folklor ne ku ji cihekî derbasê cihekî dî bûne lê li her deverên cuda paralel pêş ketine.
- Teorîya Mît-Rîtuel
Damezrînerê ekolê: Lord Raglan, Ev teorî folklorê wekî dîrok nabîne. Li gorî wan tu lehengên mîtolojîk têkiliya wan bi rastiyê re nîn e. (Bi vê teorîyê ra girêdayî nîqaşên li ser pêşengên dînîpêxemberan çêbûne)
Li gorî vê nêrînê bingeha mîtan rîtuelên dînî ne. Herwiha bingeha resim, muzîk, reqs/dans û peykervanîyê jî ji rîtuelên dînî tê. Folklor jî di destpêkê da wekî parçeyeke rîtuelê derkete meydanên lê piştî ku rîtuel dejenere bû folklor jî jê veqetiya û bi serê xwe pêşket. Meseleya Guy Fawkes û Mazlûm Doğan
- Teorîya Psîkanalîtîk
Damezrînerên Teorîyê: Wilhelm Wundt, Sigmund Freud, Carl Gustav Jung û Eric From in.
Li gorî vê ekolê xewn û mît bi hev ra hevterîb in. Sigmund Freud: Ji ber astengkirina têkiliyên ensestî mît derketine meydanê. (Odipûs û Odîpûsa Kurdî) Hin tiştên di jiyana rojane de derveyê sînorên exlaqê civakê di folklorê da meşrû tên dîtin. Lehengên çîrokan ne îdeal in (Memê Alan, Siyabend) Eric From; Çîroka Keçika Kumsor û meseleya nefretkirina ji têkilîyan seksuel û parvenekirina taybetmendiya biberîyê.
- Teorîya Bîyolojîk
Damezrînerê Teorîyê: Arnold van Gennep. Ev ekol bi tundî li hember ekola fînî dertê ku folklorê wekî prosesek temambûyî, qedîyayî dibîne. Li gorî wan, ekola fînî her tim li malzemeya sabît û mirî gerîyaye ku ev yek li dijî xwezaya dînamîk û zindî ya folklorê ye. Lêkolînerên folklorê divê bala xwe bidin malzemeya zindî. Têgiha Serdemên Derbasbûnê (zayin, xortanî, zewac, mirin) ji alîyê van Gennep li sehaya folklorê hatiye zêdekirin
- Teorîya Çandî-Girseyî
Damezrînerên Teorîyê: Herman Bausinger û Tom Burns. Ev ekol folklorê wekî proseseke temambûyî/xilasbûyî nabîne û sehaya xebatên folklorê bi tenê bi gundan bi sînor nakin. Bi nêrîneke dî ew navend û bajaran li derveyê sehaya xebatên folklorê nabînin.
“Em êdî bawer nakin ku civaka sanayî teqez tê wateya bidawîbûna çanda gelêrî. Lê li şûna wê em lê dikolin ku di civaka sanayî û bajarî de guherîn û veguherînên çanda gelêrî bi çi rengî pêk tên. Em dixwazin li ser vê lêkolînê bikin.”
- Teorîya Dîrokî-Çandî
Damezrînerên Teorîyê: Fritz Graebner, Giuseppe Cocchira, Friedrick Ratzel û Wilhelm Schmidt in. Ev ekol balê dikêşe ser rewşa nû ku folklor û çand bi rêya koçberîyan û tevgerên dî yên civakê dikevin nava hev. Di folklorê de teqlîd û adaptasyon rêbazeke gelekî berbelav e ku di encama hatina cem hev an jî li hev rasthatina çandên cuda de derdikeve meydanê.
Pêgirên vê ekolê îdîa dikin ku, ew bi rêya tesbîtkirina hawzayên çandî û şopandina tevgerên mirovî-civakî dikarin rêya belavbûna çandê ji nû ve nîşan bidin. Herwiha derbarê eslîyet an jî meyla belavbûna hin hêmanên çandî de jî li gorî vê rêbazê dikarin hin zanîn bên bidestxistin. Ev ekol gelekî dişibe ekola fînî û ya vesazkirina dîrokê.
- Teorîya Nîvglobalî
Damezrînerê Teorîyê: Richard Dorson e. Ew jî wekî Greabner, balê dikêşe ser têgiha adaptasyonê û karîgerîya wê ya di hilberîna çanda nû ya modern.
Dorson, xebatên xwe bêtir li ser civaka amerîkî dike û vê civaka ku di dîrokeke nêz de xwe organîze kiriye ji du alîyan ve vedikolîne. Yek jê bi tevegerên koçberî re hatina civakên nû bo Amerîkayê û bi çanda berê ya niştecih re adaptasyona wan û ya duyem jî ji gelekî dever û hawzayên çandî yên cuda hatina komên gel û têkilîya wan a nû bi hev re. Li gorî vê ekolê pir rengî, pir etnîsîteyî û pir çandî êdî li her devera cîhanê realîteyek e û lêkolînerên folklorê di peydabûna folklora nû de lazim e vê realîteyê bibînin.
2. Teorîyên Binyadgêr
Damezrînerên teorîyê: J. G. von Hahn, Otto Rank, Eric Hobsbown, Lord Raglan, Vlademir Propp û Levi Strauss. Pêgirên vê ekolê li şûna ku li dû varyanta orjînal a vegotina gelêrî bigerin bala xwe didin avahiya ku vegotin li serê ava dibe. Ew pirsa «çawa» û «ji ku derê» li vegotina gelêrî nakin lê pirsa «çi» û «çima» dikin lê di eslê xwe da ew jî wekî metin navendan li ser metna sabît vekolînê dikin.
«Bingeha xebata li ser avahîya vegotina gelêrî ev e ku; hêmanên bingehîn ên folklorî tesbît dike, têkilîyên wan ên bi hev re destnîşan dike û awayê organîzebûna wan a di metnê de nîşan dide.» Alan Dundes
Modela Roglan ya leheng û fonksiyonên Propp giring in.
3. Teorîyên Kontekstî
Di binê vî sernavî de em ê li ser sê teorîyan; “Teorîya Karîgerîyê”, “Teorîya Formula Gotyarî” û “Teorîya Performansê” bisekinin ku di dîroka nêz a folklorê de roleke wan a giring heye.
- Teorîya Karîgerîyê
Damezrînerên teorîyê antropolog û folklorzanên mîna Kaspar Malinowski, Ruth Benedict û William Boscom in. Ew bêtir wekî folklorzanên di meyla antropolojîyê de jî têne zanîn. Teorîya Karîgerîyê bêtir bala xwe daye rola û fonksiyana folklorê ya di nava civakê de.
Pêdiviyên bingehîn êm mirovan hene, wekî pêdiviya xwe têrkirinê, pêdiviya zêdebûnê, pêdiviya tendurustî û xweparastinê. Çaresersiyên ku ji bo van probleman têne peydakirin, bersivên çandî yên mirovahiyê ne. Ev yek çand û dûre folklorê diafirîne. (Malinowski)
Teorîya Formula Gotyarî
Damezrînerê teorîyê Milman Parry û Albert Lord in. Teorî ji nîqaşa li ser «Meseleya Homer» an jî awayê pêkhatina destanên Îlyada û Odessia derketiye. Li gorî vê nêrînê ev destan ne berhemên Homeros in lê malên hevpar yên çanda devkî ne. Destanên wiha dirêj bi rêya formulên devkî têne înşakirin û dengbêjên bi qabilyet di van formulan da pispor in. Meseleya nîqaşa Dengbêj Evdo û Dengbêj Mumîn
Teorîya Performansê
Damezrînerên Teorîyê folklorzanên amerîkî yên bi nâvê Roger Abrahams, Dan Ben-Amos, Alan Dundes, Robert Georges, K. Goldstein û Richard Bauman in. Li gorî vê teorîyê berhemeke gelêrî di encama komînîkasyoneke civakî da derdikeve meydanê. «metin», «tevna gotyarî» û «kontekst» (tekst, kontekst û teksture) sê têgihên giring in. Digel ku pêgirên ekola formula gotyarî bala xwe bi tenê didan ser gotyar, ev ekol tenê gotyar na lê civaka ku guhdarî dike û hemî kontekstên dî yên civakî jî wekî hêmanên sereke yên metna vegotinê dibîne. (Meseleya Zembîlfiroş) Metin giring e lê metna bê kontekst mirî ye.
“Ew berhemên ku tên îdîakirin ku otantîk û gelêrî ne bi rastî ji bo ku girseyên mezin ji alî zêhnî û exlaqî ve bên organîzekirin, hatine lihevanîn û berhemên sentetîk in.”
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…