Nivîskar destê xwînêr girtiye . Qonax bi qonax cureyên edebiyatê digerine.Tesele
wênesazîyê dike û xwêner dike şahidê wêneyên balkêş. Derhênerekî romantîk dike
mêvan û li ser piya fîlmek dikşîne. Ji xwe hevra çûyîna çîrokan a bi aheng, xwêner
dixe nav govenda rengîn a edebiyatê. Atmosfera çîrokan li ser xwênera wusa gran
dibe. Çi carî çîrok diguhere xwêner jî desdedû li pey , dikevine nava atmosferê.
Karakter di nava çîrokê dene,çîrok di nava karakter de. Çîrok him di nav hev de him jî
wek her bendekî werisekî cuda cuda ne û bi honandineke qenc dibe romanek kemîlî.
Çîroka Ferhad çîrokek ji çîrokê torosa spî ne.Belê ew der ne bakûre . Li wir
torosê Spî tunene. Lê axir serlehengê me bi awayekî kes nizane hatiye kuştin.
Metinger wek parçeyên din,li vir jî hemu tevgerên Kurda wek tewan dibinin. Dema
polês Ferhadê xwendekar desteser dikin. Dibên “Ressam yan xwendekarêkî
fitnekar? “Nehayî ( 2013:57)
Ferhad: Kesekî haj bayê felekê heyî ye. Xwendekare , di nava rêxistinêde ye ,
tabloyan xêzdike û pirtukên dixwîne. Him dinyayê dixwîne him jî li ser çand û hunera
xwe ye, mûzikên taybet ên Kurdî guhdarî dike.
Kalê: Jineke ne virdewêdeye lê dîsa jî em wê zêde nasnakin. Ew zêdetir bi metafora
neynikê ve heye.
Em werin li ser metaforê berhemê.
Ba: Metaforê zêdetir wek karekterekî efsunî, dema wê tê ,dertê holê. Hîn caran (dibe
mêvanê Şeva Yelda” Di şeva salê de hatime xema jiyana te bidim ber bê” Nehayî
(2013:125) )avadike. Hîn caran ( dibe alîgirê êgir, Kalê dixe qefesa êgir “ Xwe
dispêre hemêza dilpij bayê. Alav li ber bayê gur dibin” Nehatî( 2013:9))xerabdike.
Demjimêr: Kana stresêyê bo mirovê serdema nûjen, ji ber kû tiştek nagihê tiştekî.
Kesayetên me jî nagihên tu nexset û mirazê xwe. Hemî tişt nîvî diminin. Wek
hevokên wan (Hema bêja her diyalogê de).Ew mala kavilde di bin wê tozû xubarê de
jî demjimêr dişixulî. Ev tê wê wateyê ku hîn hevî heye.Lê dema Kalê û Efsane û
Perîxan mirin demjimêr sekinîn.
Neynik: Di serdema nûjen de, ji ber ku alava xwe temaşekirêneye wek remzeya
xweheziyê tê pejirandin. Lê di mitolojiyan de buye remzeya têgehên curbecur. Dema
mirov dîna xwe dide mîtolojiyên Mezopotamî . Taybetî destana Gilgamêş de neynik
dema herî tengasiyê de buye rêyke nû. Ango remzeya rizgarbuna tengasiyê . Li ser
vî esasî em çîrokê binêrin. Xilasî xwe xwîtiyê de ye.
Behn: Behn alî gelek nêrîna têgehek maliqe. Bêhna xweş xweşiyê a nexweş jî
nexweşîyê destnîşan dike. Di vir de em vegerin li ser berhemê. Qet nabêje xweş an
nexweş tenê divê “bêhna şewatê”. Şewat, agir, xwelî. Dawiya tiştekî û despêka wî
pênase dike.
Hemû jinê çîrokê mirin. Hemû mêr wek marê birindar man. Neynik şikest,
demjimêr sekinî. Li hember hemî neyêniya ev agir gelo dibe bive destpêkeke nû.?
Di nava hurgilîyan de têkiliyên civatî ên, taxe û kolanê bigire heya ên malbatî(
malbat li ser mirata Mîrza Seîd hev dibin tînîn lê pirskirêke giring dernayê) hûrehûr
vedibêje.
Zimanê berhemê bi min bi qayde bû. Ne zêde firehbû pêşiya berhemê bikeve. Ne
jî qelsbu kû berhemê jî qels bike.Pênase gelek caran kawukubar in wek “Keça av û
baranê” Nehayî ( 2013:82) an jî Gula hinarê a li ber pencerê. Hîn caran jî pênasê
seyr hebun wek “enîşka çavan “( 84).
Û ahenga berhremê . Ev gotina Kalê “Min tenê nehêle…Nikarim rahêjim vî
barî”(61,160)û bêhna ziblê şewitî û hevokên nîvco mayî dibin ahenga berhemê. Serî
heya dawiyê bi xwênere ye.
Di nava van evînê dilhênik xwêner wextekî dinêre di orta nava Helepçede ye.
Çîroka Birahîmok û Perîxanê kû amajeye bo Helepçê .jî kêmî trajediya Helepçe nîne
.
Axiriya hemû evînan trajîke. Neynik dişkên, demjimêr ji kar dikevin. Jin( Kalê,
Perîxan, Efsane) bi awakî trajîk jiyana xwe dest didin . Mêr jî ( Ferhad, Birahîmok,
Ew)dibin “merekî birindar”Nehatî( 2013:118) jiyana xwe didomînin.
Şanyar Adir
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…