Dennis Dargul
Di destpêka sazbûna Sumeran de, jiyana malbatê ya vê civakê bi hin berhemên dîrokî ve mirov dibîne ku afirandêriyek baş hebû ye. Eger em ji aşpeşxanê destpê bikîn dikarîn bêjin, jiyana mirovan û pêwistiyên wan desthilatdariya dayiksalêriyê jî destnişan dike. Duristkirina kaçk û kulûskan, tas û kefçîkan, kase, sendiq, mêz, kursîk û hejmarek zor cureyên alavên xwerinê di wê demê de dihatin afirandin.
Ev serdema Sumeran ku wek destpêka şaristaniya mirovahiyê tê zanîn, afirandêriya berhemên suruştê, mifa wergirtina ji fêkî, ji berhemên lawiran, wek peydakirina şîrê lawiran, dohn, durstkirina spiyatiyan, reçel, bikaranîna çerm, kevil û hiriyê û hwd. Sumeran, ew alavên li jor hatine bi rêzkirin bikardianîn û di nav wan alavan de diparastin. Ji vekolînan û nivîsên bizmarî diyar dibe ku di nav malbatê de jiyanek hevpar hebûye. Mirov dikare nave vê serdemê ya malbatî wek Komîn jî binav bike. Di jiyana malbatê de, çeqo-kêr, metqep û alavên birînê di duristkirina xwerinê de bikar dianîn. Di jiyana malbatê de Berxik, Şomîne, Kuçk, Sêpêk, hebû ye û bikar dianîn. Di jiyana rojane de Jinê Stivank, gustîl, bazin, xilxal û cil û berg durst dikirin. Her wiha jibo nivîsê jî Tablet amade dikirin.
Li gorî tabletan, Jinan di nav malbatê de dersuk bikar dianîn. Bi karanîna dersûkê wek mezanî û pîrozahiyek dipejirandin. Dersukên wan pirani bi purik û gufîk ve bûn. Gerdana wan bi dersukê diparastin. Alevên aşpêjxanê piranî jinê durist dikirin. Cureyên giyayê xwerinê berhemek Dayikê bû ye.
Mêran jî di heman demê de, wek xwezaya xwe û bikaranîn giyanê xwe alavên xweparastinê durist dikirin. Alavên wek xencer, xişt, mertal, tîr û kevan û karên nêçîrvaniyê ve eleqedar bû. Di alavên xwe parastinê de, nexşeyên curecûr yên destî bikar dianîn. Di jiyana rojane de, Seat (Demjimêr) Roj, Heyv û Stêrk bikar dianîn. Di dema Roj ba Siber li dora Keviran wek demjimêr bikar dianîn û Şev jî Heyv û Stêrk wek destnişana wextî bikar dianîn. Navê wê jî Demjimêra Rojê û Demjimêra Heyvê dihat binav kirin.
Di nav malbatên Sumeran de, gelek berhem hene ku alavên mûzîkê afirandine. Taybet li Mezopotamya aletên Mûzikê Nehî (Bilûr) hatiye nexşandin. Di rê û resmên ayinî û di jiyana hevseri de ev aletên Mûzîkê bikar dianîn.
Di desthilata Sumeran de 36 Bajar hebûn. Her bajarek li dora wê bi suran hatibû dorpêç kirin. Di nav Bajar de devera Herî bilind Zîgurat hati bûn avakirin ku Malbat serdanê lê bikin û jibo xwe duayan bikin. Navenda Jiyana Mirovan ev Perestgehene bûn, cîhê hevî, daxwaz, xwe afûkirin û yasayan bûn. Zîgurat, navenda Jiyana civakê bûye. Her kes neçar bû ku heftê carekê serdana Ziguratê bikira û hediyeyek jê re bibira.
Di heman serdemê de, her ku dem derbaz dibû desthilatdarî diket destê Zilam. Parvekirina kar û şola rojane ya malbatê zilam dikir.
Di nav sîstema Sumeran de
1-Nûnerên Ayinî û Leşker di çînê herî bilind bû
2-Civak di dereca 2yê de bû
3-Kole di dereca 3yê de bûne.
Di jiyana Rojane de burokrasiyek û pargelek jîyanê hebûye. Her dem çîna desthilatdar dikarî endamên civakê bikin koleyên xwe. Melikên Dewletê ji aliyê Ruhbanên Bilind yên Dewletê ve dihate parastin. Karên Siyasî û civakî vê koma Ruhbanan rêve dibirin. Di her bajarekî de Rahibê sereke her wiha serokê Bajar bû ye. Ev babetên ku em qala wê dikîn beriya zayinê 3000 salane. Ev Rahîp, di rêveberina hemû arêşeyên civakê de perpirsê sereke bûye.
Li Bajarê Ur ê di tabletekê de hin yasayên ku bi nivîsa bizmarî hatibûn pênûsdan, hatin peyda kirin ku wek Yasayên “Nammu” hatine binav kirin. Di vê tabletê de hin yasayên balkêş di derbarê malbatê û civakê de hatine destnişan kirin. Di tabletê de Lu-gal (mirovê mezin – melik), civakê wek 2 Çinên sereke destnişan dike kesê Azad (Lû) Kesê Kole (Arad) û jin jî, Geme bi nav dikirin. Jin her di merteba koleyan de bûye. Kurê Lû (azad) yekê heta dizewice “Dumu-Nîta” tê bi nav kirin. Kiç jî (Munus) ji ewladiya dayik û baban derdikeve û dibe Dam (Jin), eger mêrê jinê bimre dibe Numasû (Jinebî) lê dikare bes ji binemala xwe li gel kesekê bizewice.
Zewaca mirovan jî, ji aliyê nûnerên olî, dayîk û baban ve dihate rêvebirin. Peymana zewacê jî, li ser tabletekê dihate nivîsîn. Li gorî nivîsên tabletan babê Zava da xelatekê jibo babe Bukê diyar dike û ew zewac digehe asta fermiyetê.
Di derbarê Zewac û jidayikbûnan de hejmarek tablet hatine peydakirin û cîrok û serpêhatiyên mirovên wê demê, hatine nivîsîn. Di serdema Sûmeran de, beriya zewacê Gan ne kiryarek durist bûye. Di tabletan de gelek qala kiryarên Sex ê hatiye kirin ku “a/é-nu-gi-a” kiç (bûye jin), di tabletên Akadan de Kiç “La Nagbat” (penîs nedîtî) di tabletan de hatiye bi nav kirin. Yanî di serdama Sumeran de pêwendiyên mirovan yên cinsî ango zayendî gelek azadane bû. Hin giringî nedidan pêwendiyên Gan ê. Rawiştê mirovan li gorî kiryarên cinsî nedihatin şîrovekirin ango tawambar kirin. Li gorî reftara mirovan ya xerap dihate nirxandin. Di tabletan de hatiye destnişan kirin ku Partner li gel hev û din çawa pêwendiya cinsî durist bikin. Di tabletekê de hatiye destnişan kirin ku Rahîbeyên “ENTU” qedexe bû zarokan çêbikin, lê anal sex li gel hev û din encam didan. Hejmarek zor tablet û resim hatine peyda kirin ku pêwendiyên civakê ka çawa bûye, destnişan dike.
Evrô, dema mirov temaşeyî jîyana civakê ya rojane, olî, bazirganî, desthilatdarî û pargela rêvebirina dewletê dike, di hizir û bîran de, pêşketinek mezin li ser Xaka Sûmeran ya îroyîn de, çêne bû ye. Tabloyên wê demê, evro jî, bi şêwazeke tundtir û xeraptir, hêşta berdewamin.
Dê berdewam be…
Dennis Dargul-Basnews
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…