“Si ve Rehan/Sî û Rehan” navê romana Ahmet Kahraman e ku di Sibata 2024an de ji Weşanên Aramê bi Tirkî derçûye. Nivîskarê romanê ronakbîrekî di civaka Tirk û Kurdan de hatiye naskirin e. Ger ez derheqê jiyan, têkoşîn û berhemên wî de binivîsim dê ev nivîs ji eyarê xwe derkeve -tenê vê bibêjim dema di salên 1980an de bi pirtûka xwe ya bi navê “Sanık Ayaga Kalk”/Bersûc Rabe Serpiya” deng li îşkencekaran dikir di Tirkiyê de dibû yek ji wan pêşengên têkoşeriya guherîn û veguherînê- ji ber vê çendê ez dê tenê qala behremendiya vê romana wî ya parçeyek ji dîroka me ye, bikim.
Çîrok di şeveke sar û bi seqem ya ber bi biharê de, bi rêwîtiya Sî dest pê dike. Sî neviyê Xelefê Zana ye. Xelef yek ji leşkerên Şêx Ubeydullehê Nehrî ye.
Çîrok bi du hêlan ve bi pêş dikeve û tê vegotin. Ya yek koçberiya Kurdan a mecbûrî ya ku ji ber şer û zilma Osmanî û Rûsan diqewimî ye. Wêraniya gund û bajaran, perîşaniya di rêwitiya ber bi nediyariyê ve çûna wan e; ya duyem vegera li cihê bav û kalan ya ku di kesayetiya Sî de wekî guleke biharê dibişkive ye. Li aliyekî hilweşîn û tunebûn, li aliyekî avakirin û berxwedana berdewamkirina jiyana hatibû qutkirin. Bûyer li dora van du hîman geh me xemgîn û bêhêvî dike, geh jî me bi hêviyên xweşik bihêztir dike. Wekî bi vegerê Sî gundê xwe yê hilweşiyayî û şewitî ji nû ve şên dike. Ev vegera Sî gotineke Yaşar Kemal hebû ku digot “ew mirovên delal li hespên xwe yên xweşik suwarbûn û çûn” û em di nava hestên xemgîniyê û tenêtiyê de dihîştin tîne bîra mirov lê Ehmed Kahraman bi vegerandina Sî yê li ser pişta hespê sankî wan hestên neyînî vediguherîne hêza rabûna li ser piyan û wiha deng li me dike; “bila herkes bi hêvî be, mêyzeke va ye ew mirovên delal li hespên xwe yên xweşik suwar bûne, bi çargavî vedigerin û welatê xwe jinûve şên dikin.” Ehmed Kahraman hetanî dilopa dawî ya hibra qelema xwe jî dev ji niştimanperweriya xwe bernedaye, bi ruhekî bi axa welatê xwe ve girêdayî xwestiye welatê wî yê xweşik ji bin simên hespê ‘mirovên boz’ were xelaskirin. Ji bo vê armanca pîroz jî Sî û Rehan ji xwe re kiriye behane û kula dilê xwe, hesreta bi welatê xwe re raxistiye ser rûpelên vê romanê…
Di dema şerê Osmanî -ku nivîskar wekî Romareş binav dike-û Rûsan de yê herî zêde zirarê dibînin Kurd in. Mecbûr dimînin ku gund û malên xwe di zivistaneke dijwar de diterikînin. Bi qasî ji axavtinan tê derxistin dema koçberiyê/reva ji zilmê dema Şerê Cîhanê yê Yekem e û sal jî di navbera 1914- 1918an de ye. Çimkî Evdal ji Sî re qala mirovekî dike ku di artêşa Ûris de bi Kurdî zanibûye û xwe daye naskirin û navê wî jî Erebê Şemo bûye. Em jî dizanin ku Erebê Şemo di sala 1915an de wekî tercûman di artêşa Ûris de di eniya Kafkasyayê de peywîrdar bûye. Dîsa em bi bîranînên Omo -ku demekê şivanê gund bû û di kemînekê de ji hêla leşkerên Osmanî ve tê kelemçekirin û çend salan bi darê zorê li leşkeriyê dimîne û di fersenda ewil de fîrar dike û vedigere mala xwe- dibîhîsin ku xela, birçîbûnî, nexweşîyên wekî gurîbûn, tîfûs û kolerayê leşker bêyî şer bikin çawa qir dikir. Omo di axavtinên qumandaran de dibe şahid ku çawa di zivistana sar a bi qeşa de cilûbergên zivistanî yên leşkeran tunebûye û li hêviyêbûne ku dewleta Alman ji wan re bişînin. Romannivîs rewşa xedar wiha tîne ziman: “Artêşê di nameya ku jê re ‘kaxeta reş’ dihat gotin de ji malbatên leşkeran re di şûna ku bibêje kurê we bi êrîşên ‘sipîyan û nexweşiyên têger têk çûye, digot lawê we di oxira dîn û welat de di şerê man û nemanê de gehîştiye mertebeya şehîdbûnê.” (rûp. 183).
Di wan salên Rûs û Osmaniyan şer dikirin de ne tenê Kurdan, her weha Ermeniyên niştecihên wê herêmê-Serhedê- jî zirarên mezin dîtibûn. Em zilm û zora li wan hatî kirin di bîranînên Stepan ku xwe wekî Selîm dide nasîn- da ku bikaribe bijî- de bi xemgînî dibîhîsin.
Piştî derbasbûna çar salên koçberiyê îcar di destpêka belekiyên biharê de Sî dixwaze vegere warê bav û kalên xwe. Rêwîtiya wî di şeva ewil de bi fikirîna tirsa dê ‘cin û gur’ êrişî wî bikin, derbas dibe. Ew cin û gurana di rastiya xwe de dibin zilma Romareş û bi ser welatê wî de dibarin.
Sî û Rehan bi tevahî romaneke realîst e, kana xwe/îlhama xwe ji dîroka xwe ya nêzîk digire. Ew biyaniyên zorbe çawa ku li Amerîkayê li pêşberî Çermesoran navê wan ‘mirovê sipî’ bû û sembola dagirkeriyê bû, Ehmed Kahraman jî wan zilimkarên welatê xwe wekî ‘mirovê boz’ bi nav dike. Di kesayetiya Sî û Rehanê de dagirkeriya wan red dike. Em hetanî dawiya romanê, hetanî hilmgirtina dawî ya Sî jî têkoşîn û serînetewandina li hember van ‘mirovên boz’ dibînin.
Destpêka ewil ya rêwîtiyê bi gihîştina gundê Kevirêsor re hêviyê dide Sî. Kevirêsor gundê dostê kalikê wî ye. Hetanî belekî dikeve erdê li wir dibe mêvan. Di rawestgeha duduyan de rastî dijminê bav û kalên xwe tê: Gundê Qelareş dibe ku bibe gorra wî. Dema dike ku bigihêje xelasiya gund kalekî deng lê dike û dixwaze wî binase ka kî ye û bi ku ve diçe. Ev mirovê kal Evdal e û ji mirovên zana û serpêhatiyên li welatê xwe qewimiye serwextî rastiyan bûye, kesayetekî hişmend e. Dema Sî qala gundê xwe Mêrgasorê dike wisa difikire ku êdî di dafika dijminê xwe de ye lê Evdal bi bersiveke wiha wî di şaşwaziyê de dihêle: ”Binihêre, lawê dijminê min! Ez ji aniha ve ji te re bibêjim û bila ev kalên hanê jî bibihîsin. Ger tu pir bi dijminahiya bi me re girêdayiyî hema aniha ji vê derê ji erdê kevirekî hilde û serê min di xwînê de bihêle, lê tenê bila ev pîsîtî were jibîrkirin.“ (rûp. 67). Ev gotin bedena Sî dilerizîne û dixwaze destê vî kalê hişmend yê aştîxwaz maç bike lê kalo/Evdal destûrê nadeyê. Sî di vê mêvaniyê de Rehana ku li ser kaniya nêzîkî gund tasek av dabûyê û aniha jî jê re sifrê radixist û cur bi cur xwarin li ser rêz dikir jî ji nêz vê didît û evîna her du dilan geştir dibû.
Zaroktiya Sî wekî fîlmekê di bîra wî de zindî dibe. Geh dibe xortê berzewac û bi şivanê gund re diçe şevînê, geh dibe evîndarê Nefertarî ya ku ji zaroktiyê de hev dinasîn û berî koçê ji bo hev dikarîbûn bimirana û pilana zewacê dikirin, lê aniha çavên wî li bejn û bala ‘Rehanê’ bû…
Sî piştî rêwîtiyeke dirêj ya bi tena serê xwe digihêje gundê xwe, Mêrgasorê. Gund bêkes û xerabe ye. Dema di derê mala kalikê xwe Xelef re dikeve hundir matmayî dimîne. Her tişt talanbûyî ye. Ev talanbûyîna mal û gund wî di nava hêsirên çavan de dihêle û wiha xwe bi xwe qise dike: “Ev der welatê min yê talanbûyî bi bîr dixe.“ (rûp.139). Rewşa gund eşqa welat di dilê Sî de gur û geş dike û wisa dibe ku ev rêwîtiya wî dê bi çûyîna gund re bi dawî nebe û belkî bibe destpêka rêwîtiyeke nû ya bêdawî…
Di nava çend salan de gund bi mirovên ji maciriyê vedigerin re qelebalix dibe, birrê pezan, naxirê dewaran û dengê bilûrvanan dîsa deşt, zozan û çiyan dixemilîne, Sî û Rehan dizewicin, gund dibe gundê herî xweşik yê wê cîvarê. Lê mixabin ku ev şênahî, bextewerî zêde najo. Di şevek zivistanê de ji qasidek hîn dibin ku Romareş/”mirovê boz” ji nû ve dest bi zilma xwe kiriye, qanûnek nû derxistiye, zimanê Kurdî qedexe kiriye, li sûk û bazaran, kuçe û kolanan herkes wekî mirovên bêzar û ziman tevdigerin, ‘guhbelên’ dewletê mirovan dişopînin, kesên bi Kurdî qise dikin di îşkenceyan re derbas dikin, li gorî pir yan hindik qisekirinê cezayê pereyan li wan dibirin; kesên pereyên wan tunebûya an diketin hefsê an jî pez û dewar, hesp û hêstirên wan jê dihat stendin û tî-birçî dihatin hîştin. Ji ber van kiryarên nemirovane di bin pêşengiya Mîro de serhildanek nû dest pê dike, Sî dildara xwe Rehanê bi tenê dihele û di rojek zivistanê de ‘lekan’ di ling de, tivinga ji şerê Ûris mayî di mil de xwe digihîne serhildêran…
Ber bi dawiya romanê em rastî karesata li Geliyê Zîlanê qewimiye tên. Firoke û teyareyên romannûs wan wekî ‘teyrên hesin’ bi nav dike, bi armanca ku li wê herêmê di navbera erd û asîman de tu zindîyek nemîne, bi hovîtiyek nehatiye dîtin êrişan pêk tînin…
Carek din qedereke reş dibe para zarokên ji qirkirinê xelas bibûn. Lê ligel van hemû karesatên wekî xeleka zincîrekê pêsîra Kurdan bernedida jî romannûs Ehmed Kahraman her kêliyê bi hêviyan dihûne û ji bo siberojeke ronak di karekterê Sî de berxwedanek dide avakirin. Xwîner hetanî dawiya romanê jî ji xwendinê ne sar dibe ne jî diweste; tenê dixwaze tiştek bi Sî û Rehanê neyê û ji dehfik û êrîşên Romareş bi selametî bifilitin. Ger hûn jî dixwazin serboriya Sî û Rehanê ya li ‘Zinarê Qertela’ qewimiye hîn bibin hema dest bi xwendina pirtûkê bikin û hetanî dawiyê bi kelecanî bixwînin û bibînin ka çawa ‘Elîşêr û Zarîfe Xanima’ ku serlehengên Serhildana Qoçgirîyê bûn jixweber tên bîra meriv û hêsirên şikestinê yên di dîroka me de, me di nava lehiya tenêtiyê de dixeniqîne…
Romannivîs Ehmed Kahraman di nava rûpelên romanê de tenê qala talanbûyîna Kurdistanê ya destpêka sedsala 20. nekiriye, her weha kevneşopiyên di çand û jiyana Kurdan de cîh girtiye û di roja îroj de li ber windabûnê ye bi hizneke kûr aniye ziman. Wekî dawetên Kurdan yên demên berê. Mîsal berî dawetê çûyîna ‘rûvî’ ya mala bûkê, di riya bûkanînê de “kullikrevandin,” sewalvaniya li zozanan, ber bi dawiya payîzê dêlindêziya “beranberdanê,” di sîndir de kutana genim, pêşbaziya hespan, her sibehê ji ber ku tîroj û germahiyê li ser ruhberan direşîne vegera ber bi rojê ya mirovan, vekirina destan ya ber bi jor û şukirdariya ji ‘roja pîroz’ re, êdî ne wekî sed sal berê ye, mixabin.
Nivîskar bi zimanekî edebî wekî di vegotinên Yaşar Kemal de tê dîtin, vegotinên metna xwe bi çîrok û efsaneyên di nava gel de berbelav e nexşandiye û bihêztir kiriye. Mînak çîroka trajîk ya xwîşk û bira û çivîka pepûkê yek ji van mînakan e. Dîsa teswîrkirina xwezayê ya tevî ajalên kedî û kûvî û tevger û guherînên tê de kêfeke bêemsal dide xwîner.
Romannivîs bi ruhekî huzn jê difûre hema her rûpela romanê bi peyv û gotinên Kurdî xemilandiye. Mirov carinan difikire ku xwezila ew peyvên Kurdî yên xweşik tevlî zimanê Tirkî nekiribûya yan jî romana xwe bi Kurdî binivîsiya. Çimkî bêhna vegotinek Kurdî ji romanê tê. Navê cîh û karekterên sereke yên romanê hemû Kurdî ne; Mêrgasor, Mêrgadirêj, Kevirêreş, Gola Sipî, Xelef, Sîdar, Sî, Rehan, Zozan, Kewê, Xezal, Gewrê û hwd.
Wekî gotina dawî çend gotin jî dê li ser ‘rastnivîsîna’ peyv û hevokên di romanê be. Mixabin weşanxaneyê karê xwe yê edîtoriyê paşguh kiriye, hema hema di her çend rûpelan de carekê em pêrgî xelet nivîsîna peyvan/hevokan tên. Mîsal ji ‘berfa ku cemed/qeşa girtiye’ re “kurşe” tê gotin, le di gellek rûpelan de wekî “kuşre” hatiye nivîsîn (rûp. 12). Di rûpelên destpêkê de navê lektor/redaktor tune ye. Hêviya min ew e ku ev ‘şahberhema’ ku dê di demeke pir kin de çapên xwe yên duyem û dehem jî bibîne wê bi redaktekirineke baş jinûve bigihêje ber destên xwendevanan… Û pê re jî em bi hêvîne ku nivîskar wekî berdewama vê romanê ‘cîlda duyem’ ya ku geşedanên piştî 1980an li welatê me qewimiye dihundirîne û ne tenê li Rojhilata Navîn her weha li hemû dunyayê bûye sedema gellek guherînên bingehîn jî bi demê re diyarî me bike.
Nîşe: Ev romana qala dîroka me dike bi Tirkî hatiye nivîsîn, ji 496 rûpelî pêktê, ji vê romanê min xwest hûn jî sûdekê wergirin û piştî xwendina bi Tirkî nivîsek Kurdî ya wiha hat amadekirin..
Bi hêviya em her kesayetên di dîroka me de rol û rist wergirtine û navê Kurdan wekî stêrkan teyîsandine nas bikin û pirtûkên derheqê wan de hatine nivîsîn bixwînin û serwextî dîroka xwe bin…
Mahmut Ozçelîk
Çavkanî: Ahmet Kahraman, Si ve Rehan, Aram Yayınları, Birinci Baskı, Ankara, 2024.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…