Roman û Metafor

Hemû roman, ji pêkhateyênrojane û rasteqîn tên afirandin ango pêkhateyên romanê fêyza xwe ji jîyana resteqîn digire lê tiştên ku di romanê da tên vegotin ne rastî bi xwe ne. Mijar, dem, mekan û hemû pêkhateyên romanê di bîra hunermend da bi awayekî hostayane ji nû ve tê çêkirin. Metnên edebî ne tenê çavkanîyê şahîyê ne, di heman demê da çalakîyên hunerî û zimanî ne; di demarên wê da çand, dîrok û civak diherike. Metnên edebî ne tenê rastîya heyî nîşan didin, rastîya heyî diguherînin û ji nû ve diafirînin.

Roman ji bo çavdêrkirin, analîzkirin û têgihiştina cîhana derûnî û vegotina jîyanê, derfetên giranbûha pêşkeşî me dike. Bi gotineke din, roman ji bo analîzkirina takekesî û civakî amûreke têr û tije ye. Ji ber ku demarên romanê di nav civakê da ye kodên civakî, çandî, sîyasî û zimanî vedihewîne.Her bûyer,hest û rewşên ku civakê eleqedar dikin, dibe mijara romanê û roman, bi alîkarîya hûnandineke çêkirî tê vegotin. Bi alîkarîya derfetên vegotina fîktîf / çêkirî pir caran pêkhateyên romanê tên îdealîzekirin.

Dema ku nivîskar romanê dinivîse kan û îlhama mijarê, jîyana rasteqîn e lê dema ku berhem diqede pêkhateyên romanê bi tevahî çêkirî ne û rastîyên hunermend in. Bi gotineke din, tiştên ku hatine vegotin ne bi tevahî rast in û ne jî mirov dikare bibêje dûrî rastîyê ne. Her çi qas kana romanê rastî bi xwe be jî rastîya jîyanê û ya romanê ne heman tişt e. Rastîya jîyanê di berhemên hunerî da rastîyeke xeyalî ye. Di berhemên hunerî da jîyana rasteqîn, li gor nêrîn û dîtinên hunermend tê guhertin û afirandin. Romannûs, afirînerîya xwe bi kar tîne da ku ji me ra cîhaneke nû û çêkirî ava bike. Hin caran ev cîhana çêkirî, mîna tiştên dûrî aqil bên pejirandin  jî bi domana demê ra mirov dibîne ku pêkan bûne. Romanên fantastîk mînak û delîlên herî baş ên vê mijarê ne.

Ji ber ku roman amûreke vegotina serdema nûjen e, bi awayekî xwezayî ji bo têgîhiştina têgeha modernîteyê derfetekê hêja dide me. Roman rê dide me ku him em hayî rastîya xwe bin him jî hayî dînamîkên cihêreng ên civakê bin. Ji ber van taybetmendîyên romanê,mirov dikare bibêje roman neynika jîyanê ye, tiştên ku di jîyanê da diqewimin di vê neynikê da tên temaşekirin.         

Angaştên di heqê afirandin û pêşveçûna romanê û modernîteyê dişibin hevlê  di vê mijarê da jî lênêzbûnên cuda hene. Di navbera van herdu têgehan da xala hevpar a herî girîng ew e ku pêşeroja her du têgehan jî hetanî sedsala 17mîn û 18mîn diçe. Her du têgeh jî berhemên heman serdemê ne. Li gor Monettî afîrînerê romanê netewe-dewlet e.[1]  Yên ku li dijî vê fikrê jî hene. Li gor Haşîm Ahmedzade tiştekî teqez heye ew  jî naverok û mijarên  romanên netewe-dewletan û yên neteweyên bêdewlet, ji hev cuda ne[2]  Wek têgeha neteweperwerîyê , di vê mijarê da jî nêrînên cuda hene lê mirov dikane bibêjê ku her du têgeh jî berhemên serdema modern in û mijar, parîyekî dişibe gengeşeya hêk û mirîşkê.

Metafor                                                                

Gotinên ji wateyên mecazî dûr û rojane, dema ku di hiş û binhişê hunermend da dimeyê û dikemile, di vê pêvajoya hişî da,bi rê û rêbazên îlmê semantîkê têgehên kûrwate û resen tên avakirin. Navê vê têgeha nûafirandî metefor e. Ev têgeha çêkirî, derfeta vegotineke bihuner û kûr dide vebêjan. Metafor, li gor kurahîya bîra  hunermendan û xwendevanantê watedarkirin.

Di pêvajoya dîrokê da nivîskar û ramanweran, ji têgehên kûrwate, qalibî û edebî sûd wergirtine da ku raman û nêrînên xwe çêtirbînin ziman. Navê vê derfetê, vegotina metaforîk e û ev derfet, ji serdemên antîk ve hetanî roja îro, ji alîyê hunermend û nivîskaran ve ji bo vegotina bûyer, hest û ramanan hatîye bikaranîn. Ji ber ku metaforli ser hefizayeke hevpar tê avakirin kodên çandî jî vedihewîne.Di dîroka mirovahîyê da hin bûyerên pêkhatî yên wek afat, şer û wd di bîr û jîyana gelan da cîh û war bûne û van bûyerên xwezayî têgeha metaforê û civaknasîyê anîyê bal hev û bi hev ra têkildar kirîye. Bûyerên ku li ser hefiza mirovan û civakê da bandorên erênî û neyînî hîştine jî bi têgehên derûnnasîyê hatine pêşwazîkirin.[3] Ango bikaranîna metaforan doh jî balkêş û hunerî bû, îro jî balkêş û hunerî ye. Di metnên edebî da bikaranîna meteforan wek taybetmendîyeke erênî tê pejirandin. Bi tevahî çêkirina meteforan, bi anîna cem hev a pêyvên cihêreng pêkan dibe û bi alîkarîya metaforan vegotina têgehên razber, hêsantir dibe. Di şêwaza vê vegotinê da mijar û têgehên ku bi pênc lebatên mirov nayên fêmkirin û bilêvkirin, bi alîkarîya metaforan tên pêşwazîkirin.

Metafor, bi giştî di navbera pêyvên ji alîyê wateyê ve bi hev ra netêkildar inda tê avakirin û ev pêyvên wateyên wan ji hev cuda bi alîkarîya şibandinê, îstîareyê, tenasubê û wd dixemilin û digêhêjin asta metaforê. Ev rewş di qada hunerên ciwankarîyê da bi heman şêweyî tê bikaranîn lê ne bi zimaneke rojane. Roger Acun, têkilîya bêjeyên rojane û metaforê wisa şirove dike: “Bêjeyên tena serê xwe di axaftina rojane da ji me ra ji rêzê tên, di peywenda helbestê û îmajê da rolek girîng dilîzin û dibin perçeyekî muhîm ê hunerê. Bêje bi vî rengî formekî wêjeyî digirin.”[4] Ji ber ku têgeha metaforê hunerên ciwankarîyê ên wek teşbîh, îstîare, mecaz, tesxîs, kînaye û wd dihewîne bi gelemperî di helbest û belaxatê da hatîyê bikaranîn lê di qadên hişmendî û ramanê da jî ji bo têgehên vegotina wan zahhmet hatîye bikaranîn.

Di binyada têkilîyên ku em bi mirovan ra sazdikin da, di pêvajoya perwerdeya ku em distînin da, di rewşên cihêreng ku em di seranserê jîyanê da pê ra rûbirû dimînin da, di biryardayîna der heqê pirsgirekan da û di pêjirandina hin fikir û ramanan da çê xirab pêwendîyeke çalak û eqlî heye. Ev pêvajoya zîhnî esasen bi watedarkirina têgehan tê avakirin. Dema ku şîrove dikeve mêrîtîyê bi awayekî xwezayîhin rewş û bûyer di jîyana rojane da ji rêzê tên dîtin lê di esle xwe da ev rewş û bûyerên ji rêzê, di hin merheleyan da derbas dibin, dikemilin û wateyên mecazî û kûr hildigirin. Di encama vê pêvajoyê da têkilîya têgehê û zimannasîyê derdikeve holê. Ev tiştê ku em jê ra dibêjin wate di zimannasîyê da di bin serenava semantîkê da tê lêkolînkirin. Peyva metaforê jî yek ji wan babetan e ku di bin vê serenavê da tê nîqaşkirin.

Roger Acun jî pêvajoya çêkirina metaforan wek çalekîyekî hişmendî dipejirîne û vê pêvajoyê wisa vedibêje: “Îmaj ji me ra ne dinyaya rasteqîn, ji kaînatan kaînatekê didin nîşandan. Ev tişt, pêşkeşkirineke nû ye. Dibe ku tu têkilîya tiştên îmajê temsîl dikin bi vî tiştî ra tunebe jî. Dibe ku tenê di kaînata xewnan da jî cih bigire. Dema em li îmajê dinêrin çi cure îmaj be bila bibe îmaj, berhemeke hişmendîya mirov e.”[5]

Hin awayên derbirînê hene him ji bo bilêvkirina hest û ramanên di jîyana rojane da him jî ji bo têgihîştina berhemên edebî wek mifteyê tên bikaranîn. Wegotina bi vî awayî, yekrengîya bêjeyan û vegotinê ji holê radike, zimanekî bixemil û herîkbar ava dike. Ji ber vê taybetmendîya sembolîk û resen, mirov dikare têgeha metaforê wek gotinên pêşîyan û biwêjan bipejirîne. Ji bo vegotineke kurt û kûr pêdivî bi meteforan heye. Roger Acun, di heqê çêkirina metaforan da wisa dibêje: “ Hunerên ciwankarîyê çêkerên îmajan e. Gotinên ku di peywenda helbestê da wek îmaj derdikevin pêşberî me, bi alîkarîya hunerên ciwankarîyê saz dibin. Îmaj, bi hunerên ciwankarîyê kirasekî rengîn li bêjeyan dike û wan dike parçeyekî dîmenên ji dûrî rastîyê. Her îmajek, herî kêm bi têkilîyadi navbera du bêjeyan da pêk tê. Ev têkilî  bi hunerên mecaz, îstîare û teşxîsê  çê dibe.”[6]

Di heqê têgêhiştinê da gotineke pêşîyan a hîndûyan wiha ye: “Ên bêbinî, ne bîr e, îxtîmal e ku benê li ser bîrê kin e.” Têgêhiştina ji metaforan, ji bo her kesi ne heman tişt e. Her kes li gor fereseta xwe û kûrbûna bîra xwe têdigêhêje. Hin caran wateya ku hunermend li metaforê bar dike û tîştên ku xwendevan jê fam dike ji hev cuda ne.Ev rewş him bi kûrahîya bîra hunermend ve him jî bi kûrahîya bîra xwendevan ve têkildar e. Heta hin caran têgihiştina xwendevanan ji ya nivîskaran kûrtir e lêberavajî vê rewşê jî pêkan e.Acun, di berhema xwe ya bi navê Îmajê da vê rewşê wisa şîrove dike: “Her xwendevan ji van gotinên dîmenkûr li gor fêma xwe ya estetîkî, li gorî dewlemendîya xeyalên xwe cîhaneke fantazîyan derdixe. Dibe ku ev cîhana fantastîk, ji cîhana îmajan a di mêjîyê helbestvan da avabûyî dûrtir, kûrtir û bixemiltir be jî lê dibe ku li gor fantazîya helbestvan li rû, teng, rijî, lawaz û bêtam jî be. Ev êdî ji rabirdûya xwendevan a hunerî ra dimîne.”[7]

Peyva metaforê peyveke yewnanî ye û ji yêwnanî  derbasî zimanên rojavayî bûye. Bikaranîna zimanekî hunerî ji bilî wateyên bingehîn bi gelemperî bi têgehên metaforîk tên vegotin.Hest û ramanên bi metaforan tênê vegotin ne tenê di wêjeyê da, her viha di gelek çalakîyên hunerî da tên bikaranîn. Heta pir caran ne ji metaforan be vegotina têgehên razber ne pêkan e. Ji ber vê taybetmendîyê metafor,  ji bo vegotina hest û ramanan amûreke hêja û bingehîn e.Dîyare ku têgeh di warên cuda yên wekî edebîyat, zimannasî, felsefe, retorîk, psîkanalîz û wdda bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Ji Arîstotales  heta îro lîteratureke berfireh li ser cure,pêywir û armanca mecazê hatîye avakirin. Di edebîyatê da armanca sepandina meteforê pêyvan bibandor û xweşik pêşkeşkirin e. Bi vî awayî him peywira metaforê ya xemilandina vegotinê  him jî têkilîya wê ya bi heqîqetê ve girêdayî tê dîyarkirin.

Serwet ORNEK

Çavkani

1) Ahmdzade, Haşîm, Ulus ve Roman, (Ji Monttî îxtîbas), Pêrî Yayinları, İst. 2004.

2) Aytekin, G, (2021) Metafor ve Psîkolojî, https://www. psikolojiarsiv.com/metafor-vepsikoterapi.

3) Acun, Roger, Îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern da, Wêşanên J&J, 2018.


                                                                                            

1] Ahmdzade, Haşîm, Ulus ve Roman, (Ji Monttî îxtîbas), Pêrî Yayinları, İst. 2004, r. 25.

[2] Ahmdzade, Haşîm,  heman berhem, r. 13.

[3]Aytekin, G, (2021) Metafor ve Psîkolojî, https://www. psikolojiarsiv.com/metafor-vepsikoterapi.

[4] Acun, Roger, Îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern da, Wêşanên J&J,2018, r. 66.

[5]Accun, Roger, heman berhem, r. 66-67.

[6]Accun, Roger, heman berhem, r. 66.

[7]Accun, Roger, heman berhem, r. 66.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *