Dibêjin rastî çiye nabêjin
Her rojan bi were xûyaye,
Kî dikare bêje bê dîtin vaye
Têgeh û dîtin bi hevre ye.
Roja tu korbûyî bi çevan
Te hinda kiriye ezmûn û vîn
Karê te nîne bêjî erk wahaye
Jiyan yeke nabe didu eşkeraye.
Bawerî û îman qal û peyv e
Dîn yeke bi Îslam nav bûye.
Pirtûk û resûl şerîeta demê ye.
Hêza rastî ewê têdigêhêje.
Terîfa rengan vaye xweza
Nasnama milet axaftina ziman
Hêstên hesûdî dibin ejderha
Çi li ber ket dixwe tim birçiye.
Dibe celad bi navê Xweda
Payirvantî dike bibe paşa
Serî digre bi terîfa ewran
Kafir ewin ê bê dad dijîn.
Xweda daye aqil şane û mêjî
Terîf dike binbîr xezîne ye
Kilît û nifte daye bi çevan
Tê bigêha bêje bi ziman,
Mal û milk xweyîtî bi ked e
Parve bike fikra qencî dad e
Xizmeta mirovahî îbadet e
Mûkafat bi par dibî qîmete.
Hestên hezkirinê dibe rûmet
Li hev nekin dek û boblat,
Xeyal şikest dibe kîn û nefret
Her roj nexweşî bi mereqan.
Behçet Ateş – 05.05.2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…