Testeke teze a ku tespîtkirina vîrusê

Testeke teze a ku tespîtkirina vîrusên mîna ebolayê hêsan dike hat kewşkirin

Bi testa VîroCapê ve her cure vîrusên di însên û heywên de dê bên tespîtkirin.

Zanyarên ji Amerîkayê testeke nû ya ku tespîtkirina vîrusên mîna ebolayê hêsan dike û beriya ku belav bibe rê lê digire, kewş kirin.

Lêkolînerên Zanîngeha Washingtonê ya li Missouriya eyaleta DYAyê daxuyandin ku wan testeke nû û basît kewş kir ku ev test her cure vîrusên di însên û heywên de dê tespît bike.

Lêkolîneran diyar kirin testa ku navê “VîroCap” lê kirin, digel ebolayê ji bo ku di teşxîskirina nexweşiyên berbelav ên mîna rotavîrus û norovîrus ên ku dibin sedema gastroîntestînalê de alîkar bibe, hat çêkirin.

Dr. Gregory Storcê ku serkêşiya ekîba xebatê dike wiha got, “Hûn ne mecbûr in bizanibin ku hûn bi vê testê ve li çi digerin. Dema ku testên standart nikaribin teşxîsê bikin û nikaribin kifş bikin ka çi dibe sedema şêwbê, ez wisa difikirim ku wê çaxê testa VîroCapê dê gelekî kêrhatî be.”

trtnuce

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çend Nexweşî

Jarbûna Bazên Dil: Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *