Kurtilî

Li welatekî xerîb jin û zilamekî belengaz û feqîr hebûn. Heft kurên wan hebûn û her yek ji yên din kurttir bû. Zarokê herî biçûk jî qama wî bi qasî tiliyê bû. Navê lawik danîbûn Kurtilî.

Li welatê wan xela destpêkiribû. Kesî xwarin nedidît. Dê û bavan wan heyîrî mabûn wê çawa heft kura têr bikin. Bi hev dişêwirin û biryarê didin wê zarokan bibin daristanê û wan li wir bihêlin. Kurtilî hemû gotinan seh dike. Diçe cem çem û tûrikê xwe tijî kevir dike.

Dema dibe sibeh dê û bav tevlî heft kuran dikevin rê û diçin daristanê. Kurtilî di rê de ji bo rêya vegerê bibîne kevirên xwe bi dizîka datîne erdê.

Gava tên nava daristanê û ji malê dûr dibin ji bo bêhnvedanê ji xwe re disekin. Ji bo xwe ji sermayê biparêzin jî agir dadidin û bi saya germbûna agir zarok bi xew ve diçin. Dê û bav zarokan li dibistanê dihêlin û vedigerin malê.

Zarok dema hişyar dibin dê û bavên xwe nabînin. Heyîrî dimînin û nizanin wê çi bikin. Kurtilî gazî wan dike û wan dide pey xwe. Bi saya keviran rêya malê dibînin.

Dê û bav vê carê wan dibin cihek dûrtir. Zarok rêya malê nabînin û bi ser de jî dikevin xefka hûtî. Hût ji bo xwarinê wan dibe malê. Ji bo hinekî bêhna xwe vede hût hebekî dikeve xewê. Di wê kêliyê de Kurtilî pêlava sihr ya hûtî ji lingên wî derdixe û dixe lingên xwe. Sê biryaên xwe dide mila rastê û sêyên din dide milê çepê. Bi vî awayî bi saya pêlava sihr rêya dûr û kûr di wextekê pir kin de derbas dikin û vedigerin mala xwe.

Berhevkar: Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply