Zelam, tarîtiye; nûr, ronahiye- Yusuf AGAH

“Însan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji Te hem qerîb e hem dûr.”

Ehmedê Xanî

Zelam, tarîtiye; nûr, ronahiye…

Ev beyta jor di “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî de, di beşa “Pesnê Xwedê” de derbas dibe. Seyda di vir de wek ku ‘adet e ‘ewil bi hemd û pesnê Xwedê dest bi berhema xwe dike, piştra pesnê pêxember (sallallahû aleyhî wesellem) dide û Lê selewat dike, piştra dest bi nivîsa kitêba xwe dike. Di vî beyta jor de jî Seyda xîtaba Xwedê te’ala dike û dibêjî ku “Însan bi xwe hem tariye, taritiye; hem jî ronahiye…

Belê, di nav mirovan de qenc û xirap herdu jî hene. ‘Eynî wisa di nav mirov de jî hem qencî hem xirapî heye. Tê gotin ku; “Xwedê aqil da melaîketan, şehwet neda wan; ê heywanan jî şehwet da wan, aqil neda wan; Lêbelê ê mirovan hem aqil da wan hem şehwet. Eger aqilê mirov li hember şehwetê biserkeveew nîzîkê melaîketan dibî, belkî ji wan (hinekê wan) jî biborî.

Eger şehweta wî li hember aqilê wî biserkeve ew nîzîkê heywanan dibî, belkî ji wan jî jêrtir, adîtir bibî.” Di rêza diduyan de jî Seyda dibêjî ku “Adem ji te re hem nîzîk e hem jî dûr” Belê wek ku Seyda dibêjî em dikarin bibêjin ku nîzîkbûna bi bal Xwedê ve di destê mirov de ye.

Lewra Xwedê te’ala jî di hedîsekê qudsî de dibêjî “Ku ‘evdê min bostek nîzîkê Min bibî Ezê zîrayek nîzîkê wî/wê bibim; ew zîrayek nîzîkê Min bibî Ezê çengek(qulacek) nîzîkê wî/wê bibim; ew bi bal min ve bimeşe were Ezê bi bal wî/wê ve bi bez herim.” [Buxarî]

Belê, Xwedê te’ala ya me jî bike ji wan ‘evdan ku nîzîkê Wî ne. Ezê nivîsa xwe bi çend rêzên Melayê Bateyî b’dawî bikim; “Ya Rebb Tu yî ji nûr î Tu Sultanê jêr û jûr î Tu Her hazir î ney dûr î Tu Dûriyek hebî ew dê ji me bî”

 

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply