Civak û Zarok

Bêguman civakên ku xwe pêşda birine û civakên ku xwe ji alê erênî ve veguherandine; em dibînin ku dîrok çêkirine, şaristan avakirine, bi perwerdê pêşeroja gelê xwe ronahî kirinin û ji gelan re bûne mînak.

Ger paşdamayîn; feqîrî, nezanî, îxtilaf jiyana civak û milet be, wê çaxê qeder ji me vegûhêrînê dixwaze. Çawa ku şûndamayîn qeder e! herweha pêşveçûn jî qedera rastî ye. Paşaroj ku qeder be! pêşeroj ezmûn û îmtihan e. Em di îmtihanê da serbikevin pêşeroja xwe, di her alî da xweş ava bikin. Di Qur’anê Kerîm de “Civakeke ku xwe neguherîne Xwedê Teala wan naguherîne’ Xwedê Teala guherandina erênî jî civakê dixwaze.

Zarok jî parçeyekî civakê ye; ji bo ku jiyan û civakeke nû  were avakirin îmkaneke giring e. Mirov, bi lawik û keçikên xwe kanin jiyana xwe rast bikin. Pêşveçûneke  pêk bînin. Civaka xwe nû û nûjen çê bikin.

Di heyama kevneşopiyê de zarok aîdê derva bû, aîdê bav û dê bû, aîdê civakê bû. Wek tiştonek û nesne bû. Zarokatiya wan tunebû; pitikî û gihandin hebû. Lewra, pitikî lawik dimeşiya û bi dest û pê dibûn, ji bo ku aligirê bavê bû, dibû bavekî biçûk. Zarokê keç jî dibû xanim û diyekî mînyator.

Dema kevneşopî, di civakê da pêşveçûn bi qêrqaşi bû. Malbat û civak pêşda nediçûn; bi hejmarî pir dibûn. Zarokên malbatên şêx û axa tenê bi îmtîyaz dihatin dinê. Mirovên li derva malbatên şêx û axa pêşwaçûneke tikayî qederê wan bû! Îmkan tunebû ku bi dest xwe bixistanan. Alî perwerdê û aborî de ast û sewîya wan yek bû, statoya wan ê civakî nedihate guherandin. Bi vî awayî civak statîk dima; guherîn u pêşveçûnek a tikayî pêk nedibû û paş da mayin qedere! Mirov û malbatên wê deme bûn. Mirov, însan bû; lê heyate wan ne wek ‘însanî bû.

Di heyama îro de malbat û civak ku bixwaze, bi zarokên xw

e kanin pêşeroja xwe ronahî bikin; civaka xwe biguherînin, nû û nûjen bikin. Lewra vê heyama nûjen de li her pêgehê wekhêvîyake îtibarî heye. Malbat û civakê di wexta kevneşopî de ku li kêleka jiyanê mane kanin îstîdad û qebîlîyeta xwe geş bikin. Bi xwandinê, bi eleqê xûsusî xwe û zarokan pêş ve bibin, tevger û hereketa civakî ya erênî çê bikin, modernîta xwe ava bikin.

Lewra serkeftin, pêşveçûn ne tesedufî ye. Ji herkesi re pêşberî şixulê xwe heye. Çawa ku birçitî hezmê xwarinê hêsan dike, herweha tunebûn û paşdamayîn jî ji bo pêşketin û serkeftinê xîret û xebata me zêde bike. Em xwe û zarokên xwe bi şûxilên xweş, bi karên baş biguherînin. Tevgereke rûyî zarokî pêk bînin. Em zarokên xwe nas û kifşbikin, li gor wext û demê civaka xwe em avabikin.

Bernameya li ser zarokan- Mehmet Akbaş

Derbar Çand Name

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply