Edebiyat û Dîrok

Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman.

Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Erebê Şemo ye. Romana modern –nûjen- ya kurdî bi berhemên wî dest pê kiriye û bi Mehmed Uzun û bi sedan romannivîserên kurd hatiye domandin. Niha yên ku bi kurdî roman dinivîsînin ji sedî zêdetir nivîskarên kurd in û ew berhemên edebî diafirînin, roman dinivîsin. Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Şemo serî kişandiye. Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû, hatiye nivîsîn. Romana Ereb Şemo ”Dimdim” romaneke gelek baş e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin. Romana Ereb Şemo ya bi navê ”Şivanê Kurd” romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê weşanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weşandin û belavkirin.

Çend romanên Mehmet Uzun jî ji ber bûyerên dîrokî hatine nivîsîn. Romanên wî yên biyografîk û bûyerên ku di wan romanan de hatine qalkirin, dîmeneke ji dîroka kurdan ya nêzîk radixe ber çavên xwendevanên kurd. Romana min a navê ”Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” jî ji ber bûyera serîhildana Şêx Seîdê nemir hatiye nivîsîn. Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e ku bi xeyalî, lêbelê bi şêweya kurteromanê hatiye afirandin.

Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokî nîn in. Malzemeyê dîrokzan (yan jî dîroknas – zimanzanên kurd(!) hêj biryar nedane ku ew ji ”tarîxçî”yan re bibêjin dîrokzan yan dîroknas.) belgeyên rastîn û şîroveyên îlmî, zanîstî ne.

Yê romannivîser fiction, xeyal, îmge, kurgu, tevn û taswîr in. Herçiqas romannivîser carna belgeyên dîrokî bi kar bînin, yan jî ji wan feyde, sûd bigre jî, ew dikare li gor keyfa dilê xwe, li gor mentalîteya xwe wan bi kar bîne û bi şêweyeke din taswîr bike û şikleke xeyalî bi cureyeke din bide pê.

Binêrin, li gorê dîrokzanan Kleopatra jineka reş, nerind herweha xirab, poza wê xwar e. Bejna wê kin e, zikmeşk e, anku qet rind nîn e. Lêbelê romannivîser dikare Kleopatra’yê pir bedew û xweşik bide nîşandan, bi taswîra edebî û xeyalî wê rind û spehî bike û weke jineka bedew bide rave kirin. Romannivîser li gor zewqa xwe dikare her tişt bi xeyalî biafrîne, lê dîrokzan nikare weha bike.

Lewre jî, divê pirtûkên dîrokzanan li gor rastiya dîrokî û romanên romannivîser li gor hunera edebî bêne şîrovekirin.

Romanên Dîrokî

Niha hem li dinê û hem jî li Tirkiyê gelek romanên ku li ser bûyerên dîrokî û li ser şexsiyetên dîrokî hatine nivîsîn gelek têne weşandin û pir jî têne firotinê. Romana li ser Fîravûnên Misrî, ya li ser Keleopatra, romana Îskenderê Mezin, ya Hanîbal, romanên li ser Omer Hayam û Hesen Sebah, întreseya xwendevanan dikşîne û gelek têne xwendin. Gelek nivîskarên biyanî û yên Tirk li ser Padîşah û Xanim Sultanên Osmanîyan gelek roman nivîsîne û ev romanên wan di seriya lîsteya firotina pirtûkan de cihên xwe girtine.

 

Roman û dîrok bi hevdu ve eleqederin, bi hev ve girêdayîne. Romanek dema bê weşandin, ew roman dixwazî li ser dîrokê û dixwazî li ser bûyerên rojane ya dema nû be, piştê demeke dûr û dirêj -yanê nabeynê de dem û dewran bibûre- ew roman jî dibe berhemek, belgeyek anku pirtûkeke dîrokî. Dema ku roman tê weşandin, şahîdê dema xwe ye, lê piştê demeke ew jî dibe dîrok.

Romana dîrokî di sedsala 19’an de bi romannivîs Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn, Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gorê rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn.

Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa  û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya misrî ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye.  Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe. Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.

Dîrok di esasê xwe de şîrovekirin e. Li ser bûyereke dîrokî şîroveyên curbecur têne kirin. Li ser şexsiyetekî dîrokî gelek şîroveyên ji hev cuda têne kirin. Li ser jiyan û têkoşîna Hasan Sabah çar romanên cuda hatine nivîsîn. Li ser Harûnê Reşîd bi dehan çîrok û roman hatine afirandin. Di hinek romanên dîrokî de eynê wek vaqîanuseran bûyerên wan demên dîrokî, bi zimanekî çîrokî tên qalkirin. Di gelek romanan de jî hawayê mîstîk û bi şêweyên metafîzîk bûyerên demên dîrokî têne afirandin.

Helbet armanca romannivîserên ku romanên dîrokî dinivîsîn, bûyerên dîrokî ronahî bikin nîn e. Ew bûyerên dîrokî li gorê haceta estetîkî li hevudu dihonin. Tiştên ku însanan eleqeder dike di nav dekora dîrokî de qal dikin. Dekor dekoreke dewlemende û di nav vê dekorê de mirin, jiyan, evîn, tenêtî, hestên şehwetê, vijdan, dirustî, durûtî û herweha gelek tiştên ku însanan eleqeder dike hene.

Di hemû romanên dîrokî de sazkirinên hunerî û edebî hene. Di bin ronahiya bûyerên çûyîn de ji ceribandin û tecrûbeyên çûyîn ders derxistin heye. Romannivîsên romanên dîrokî bûyerên çûyî li gor dema nû dinirxînin, lê îskeleta berhema xwe li gor demên dîrokî saz dikin. Di sedsala 19’an de nivîskar Walter Scott bi nivîsa romanên dîrokî, rê vekir û gelek nivîskarên cîhanê li ser vê rê û şopê meşiyan û wan jî bi sedan romanên dîrokî nivîsandin. Hinek nivîskar di vê hêlê de bi serketin û berhemên pir bi qîmet yên giranbiha nivîsandin. George Lukacs dibêje “Serketina romanên dîrokî ev e ku, ew gihaştin radeya destanan.”

Di van demên dawîn de hinek nivîskarên Post-modernîst jî dest pê kirin û romanên dîrokî nivîsandin. Wan berhemên xwe bi şêweyeke nû, bi terzek nû nivîsîn û bi îmajan berhemên xwe xemilandin.

Romana Dîrokî û Hîcîv

Ez ji xwendina romanên dîrokî gelek hez dikim. Her dema ku romaneke dîrokî derdikeve, dikirim û dixwînim. Di salên 1970’yî de rojnameyên rojane yên Tirkiyê romanan wek tefrîka her roj diweşandin. Di wan salan de du romanên balkêş ku xwendina wan gelek xweşa min çû û ji bo wê jî min her roj rojnameya rojane dikiriyan û dixwendin. Yek jê romana “Rasputîn” bû. Di wê romanê de têkilî û entrîkayên saraya kralê Rusan (Urisan), (peyva kral bi tirkî nîne, bi rusî ye) dihat behskirin. Ya din jî romana bi navê “Kleopatra” bû. Kleopatra jî kralîçeya Misrê bû. Ji nesla Fîravûnan dihat. Di şerê navbera Misrê û împaratoriya Roma’yê de, Misir têk çûbû. Împaratoriya Roma û împaratorê wan Sezar bi ser ketibû. Di nav Sezar û Kleopatra’yê de hîsên evînî dest pê kiribû. Sezar bi Kleopatra re zewicî bû û  jê kurik çêbûbû. Piştê ku Sezar tê kuştin, Kleopatra û generalê ordiya Roma’yê Markos dibin evîndarên hev, ji hevdu hez dikin. Piştê kuştina Sezar, di şûna wî de Ostavîoz dibe serdarê împaratoriya Roma’yê. Kleopatra û general Markos desthilatdariya împaratorê nû Ostavîoz qebûl nakin û li dijê împarator Ostavîoz şer dikin, lê bi ser nakevin. Împaratorê Roma’yê yê piştê Sezar, temamê Misrê dagir dike û dixwaze Kleopatra’yê esîr bigre. Kleopatra ji bo ku esîr (destegîr) -dîl- nekeve destê leşkerên Romê, marê bi jehr berdide laşê xwe û xwe dikuje.

Piştê van herdu romanan, di nav pêvajoya jiyanê de min gelek romanên din yên dîrokî (ji romanên dîrokî qesta min romanên ku li ser bûyerên dîrokî lê di dema me de hatine nivîsîn) xwend. Herî dawî min romana li ser Omer Hayyam û romana jiyan û têkoşîna bawermendê sofîstan, Helacê Mansur xwend.

Du qategoriyên romanên dîrokî hene. Yek jê; roman li ser bûyerên rasteqînî yên dîrokî û şexsiyetên dîrokî hatine hunandin. Ya din jî; li ser bûyer û kesên mîtolojîk hatine nivîsîn. (Her wekî romana Gilgameş û Enkîdo.) Di romanên mîtolojîk yên dîrokî de, ew bûyer di dîrokê de bi rastî çêbûye yan nebûye û ew kes, ew leheng bi rastî hebûye yan tunebûye kes nizane. Qalkirina wan bûyer û lehengên mîtolojîk bi xeyalî hatine afirandin.

Roman û çîrokên ku behsa lehengê Yunanî Herkul û lehengê kurdan Mîrze Mihemed dikin, hemû jî xeyalî ne. Kesek nizane ku bi rastî jî Herkul û Mîrze Mihemed hebune yan na. Çîrokên gelêrî yên ku di nav kurdan de li ser Mîrze Mihemed têne gotin wek çîrokên hezar û yek şevî ne. Hemû jî xeyalî ne.

Di van çend salên dawîn de romannivîsên Ewropî metodek nû dane ber xwe. Nivîskarên romannivîs yên Ewropî destanên mîtolojîk ji nûh ve wek roman dinivîsin. Em bibêjin Homeros destana Îlyada nivîsiye, romannivîsekî niha vê destanê wek roman ji nû ve nivîsiye û weşandiye. Gelek bûyer û destanên mîtolojîk wek roman hatine nivîsîn. Her wekî destana Gilgameş û Enkîdo, şerê Toroya’yê û hwd bi şêweya romanê hatine afirandin. Li ser Fîravun’ên Misrê, li ser Hz. Musa, Hz. Îsa, Hz. Muhammed, Hz. Alî, Hz. Suleyman û serdarê kokkurd Selhadînê Eyubî, damezrevanê hêza fedaîyan Hasan Sabah, Siltanên Osmanî’yan, çarên Rus’an û lehengên bi nav û deng yên dîrokî, herwekî Robîn Hod, Willhelm Tell û Rustemê Zal, roman hatine nivîsîn.

Helbet romanên dîrokî, dîrok bi xwe nîn e. Lê di nav xwendevan û dîrokê de dikarin bibin pirek. Dîrok anku pirtûkên dîrokî yên îlmî-zanîstî pêvajoya civakan ya aborî, siyasî, çandî, civakî û psîkolojîkî dinirxînin, analîz dikin. Roman metnên edebî ne. Romanên dîrokî hinek aliyên civakî yê dîrokî radixe holê û bi hunerî hîtabê hestên mirovan dike. Romanên dîrokî ji îlmê dûrin, di wan de xeta û kêmanî gelek in û hêza manîpulasyonê zêde ye. Ev jî xwendevanan ber bi hîsiyatê ve dikşîne û li wan tesîr dike.

Nortrop Frye dibêje “Di gelek berhemên edebî de şêweyên komîk, romantîk, trajîk û îronîk hene. Di çîrokên gelek romanan de têkoşîna başî û xirabiyê tên qalkirin.” Îronîyên ku di romanan de hene gelek bala xwendevanan dikşîne. Di romana Don Kîşot da îronî heye. Puşkîn jî di “Çîroka Yevgenî Onegîn” de şêweya îroniyê bi kar anîye. Di romanên klasîk de tîp û fîgurên ku ji alî nivîskaran ve hatine xulqandin tîpên balkêş in û tîpên weha di nav civakê de tîpên nimune ne. Hinek lehengên romanan romantîk in, maceraperest in, hinek nihilîst in, hinek budala ne, hinek saxik in, hinek dîn in, hinek pir biaqil in, hinek bi îhtîras in. Hinek lehengên romanan hene ku bi karektera xwe tîpên navnetewî ne. Her wekî Hamlet û Don Kîşot. Hamlet ji ber fikrandinê nakeve hareketê, lê Don Kîşot qet nafikire û dikeve hareketê. Li vir du karekterên zidê hev derdikevin holê.

Di romana dîrokî Don Kîşot de hîcîv heye. Lê ev hîcîv, hîciveke basît nîn e. Di romanê de kurgu û teknîkek wisan hatiye pêk anîn ku bi afirandina tîpekî Don Kîşotvarî, ev roman hêjayiya xwe hetanî dema me berdewam kiriye.

Di gelek romanên dîrokî de mijara Hîcîvê heye. Hîcîv çiye? Hîcîv cureyek edebiyatê ye. Hîcîva gelêrî ya devkî heye û ya nivîskî heye. Hîcîv gelek kevn e, kevnbûna wê digihîşe dema Împaratoriya Roma’yê. Hîcîwa bi nivîskî cara pêşîn di Konstantîniyê de, di dema dewleta Bîzans de hatiye nivîsîn. Nivîskarên edebiyata Bîzansê Horatîus, Persîus û Juvenal wek cureyeke edebî Hîcîv nivîsîne. Westayê berhemên hîcîvî yên navûdeng Arîstophanes, Dante û Cervantes in.

Di Rusyayê de jî nivîskarên hîcîvvan yên sereke Puşkîn û Kantemîr e. Li Fransayê jî nivîskarên hîcîvvan xwestine hîcîva dema Bîzansê ji nûh ve jîndar bikin û di vê hêlê de gelek berhem nivîsîne. Serkêşiya Hîcîvvanên Fransayê jî Boîleau kişandiye.

Hîcîv bingeha xwe ji bûyerên civakî distîne. Nivîskarê Hîcîvvan li hember bûyerên civakî hêrsê xwe û xemgînîyên xwe bi metoda hîcîvê tîne zimên. Di berhemên hîcîvî de perwerdekirin jî heye. Bingeha hîcîvê li ser rexneyan ava dibe. Di gelek deman de nivîskarên hîcîvvan bune dengê civakê û li hemberê bêdadiyê, bêhizûriyê derketine. Di hîcîvê de hedef şexs in, kes in, sazuman in.

Hîcîv jî wek komedya û parodî, dîrek hîtabê xelkê dike. Di edebiyatê de Hîcîv şêweya herî demokratîk e. Di nav civakê de berhemên hîcîvî berhemên herî populer in. Umberto Eco jî di romana xwe ya “Navê Gulê” de -ku romaneke dîrokî ye- Hîcîvê bi kar tîne. Berhemên edebî yên ku li gor şêweya Hîcîvê hatine afirandin di her demî de desthilatdarên sazumanperestan daye tirsandin.

Li Rusyayê nivîskarê Hîcîvvan Kantemîr di nivîsên xwe yê hîcîwî de reformên civakî parastiye. Rexne li kesên ku tinazên xwe li zanînê kirine, girtiye. Rexne li kesên muhafazakar û ew kesên ku sazûmana kevnare diparastin digre. Têkiliyên edebiyata hîcîvî her tim bi jiyan ve, bi civakê ve hebûye. Nivîskarê navdar yê Rusî Puşkîn berhemek gelek balkêş nivîsiye û weşandiye ku ev berhema wî Hîcîv e. Navê berhema wî “Ji sansurvanekî re nameya vekirî“ ye. Wî bi vê nivîsa xwe serî li hember sansurê rakiriye û li dijê qedexebûnê derketiye. Ji bo Hîcîvê Davîd Perkîns dibêje “Di nav hemû çîrokan de ew ya herî bi êş e. Bi êş e, lewra me dide kenînê.” Nivîskarekî bixwaze dikare bi rengê şanoyê, bi rengê helbestê yan jî bi rengê çîrok û romanê jî hîcîv binîvîse. Ew êdî di destê nivîskar de ye, çawan bixwaze dê weha binivîse.

Di berhemên edebî de nivîskar bi metoda hîcîvê li nakokiyên nav însanan bi çavekî henekî dinêre û rexneyan dike. Hîcîv beşekê edebiyatê ye. Di edebiyata kurdî de berhemên hîcîvî kêm in. Lê edebiyata kurdî ya devkî ji alî hîcîvê ve dewlemend e. Lê çi heyf ku, ji alî nivîskî ve ev dewlemendî xwe nîşan nade.

Di bingeha hîcîvêê de êriş heye, hîcîv bi rexneyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Lê di hîcîva Kurdî de êriş û rexne kêm heye. Hîcîv, bi tinazbûnî li Cîhanê nêrîn e. Di nav gelek civakên Cîhanê de mesajên civakî yên herî balkêş bi riya hîcîvên siyasî têne dayîn. Lê, çi heyf di masmediya Kurdî de hîcîvên siyasî tune ye.

Di edebiyata Kurdî ya devkî de hîcîv ciheke girîng digire. Divê hîcîvên gelêrî bêne berhevkirin û weşandin.

(Li nav Kurdan Hing hebûn û di rastiya xwe de Hing û Hîcîv mîna hev in..)

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply