Ziman, Man û Neman e

Gelo! Rabe ey şêrekurd ê biêş

Bilez rabe şîrî ji kalan bikêş*

Wiha gaziya gelê xwe dikir, zana û rewşenbîrê wan di destpêka sedsala bîstî de.

Weke hemdemên xwe dît ku cîhan diheje, li hev dikeve.

Pêşbaziya pêşketinê ya gelan dest pê dike. Lê sed heyf û mixabin şêrekurd di xew de ne… Ji zimanê xwe, dîroka xwe û dewlemendiya xwe bêxeber in…

Dest dane hev, li pey siyasetmedarê bi rûmet Seyid Evdilqadirê Nehrî. Rehmî, Miksî, Erwasî, Modkî û Nûrsiyan. Li pey şopa Xanî û Cizîriyan…

Bingeheke zexm û bêhemta avêtin.

Nûrsî/Kurdî wiha gazî kir: Di vê rê de bimeşin, li ser vê bingehê ava bikin!

Çi heyf e ku ew bingeh bi dehan salî sêwî û bêxwedî ma. Qiyamet bi ser Kurdan de bariya. Şerê man û nemanê dest pê kir.

Kurd ji vî şerê giran bi mêranî derketin. Hebûna xwe bi hêz û serbilindiya xwe nîşanî hemî cîhanê dan…

Çerx zîvirî, dem û dewraneke nû dest pê kir. Zanîn û ragihandin bi ser mirovahiyê de bariya.

Jîn û hebûna zimanî ji her demê bêtir xwe nîşan da.

Lewra ziman, man û neman e.

Bo avahiya hebûnê hêman e.

Cudahiya gelan ji gelan e.

Wekheviya wan bi wan e.

Ayetek ji ayetan e.

Mohra qederê li ser mirovan e.

Hemî millet bi zimanê xwe dijîn, dipeyivin. Bi zimanê xwe dinivîsin, dixwînin, difikirin. Bi zimanê xwe ji hev hez dikin, bi hev re şer dikin. Bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde dikin. Lê gelo Kurd?

Lê gelo tu?

Lê gelo hûn?

Ger hûn bi zimanê xwe nejîn, hûn nabin milletek.

Dibe ku hûn jinek, mêrek, şagirdek, partîzanek, siyasetmedarek an oldarek bin.

Lê hûn bê ziman ne milletek in.

Nexwe! Di her qadê de yan li zimanê xwe xwedîtiyê bikin an jî nebêjin em milletek in.

Ger hûn mêr bin, bi zimanê xwe ji hev hez bikin, dijberiya hev bikin!

Ger hûn xêrxwaz bin,bi hînkirina zimanê bav û kalan zarokên xwe perwerde bikin!

Ger hûn guh bidinê; ji Cizîrî ta Xanî, ji Axtepî ta Nûrsî hûn ê dengê bi sedan rêberên qenc seh bikin ku gazî dikin: “Bi xîret bin! Rabin piya!

* Ji helbesteke Evdirehîm Rehmî Hekkarî (1890 – 1958)

Derbar Rêvebir

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply