Zeviya Ramûsanê Ya Tekin Çiftçi

1-“Pereyên Ser Şekir” dawîya hêvîyên me, çîroka girîye me, melodîya xizanîya me bû. Pereyên Ser Şekir sitrana kewarên destên me û kilama qermîçokên rûyê me bû. Di nav berê da pênc sal derbas bûne lê hêj ez Pereyên Ser Şekir di kulma rojên xwe de diparêzim û tenêtîya şevên xwe de vedişêrim. Dizanim her tişt dihêrike û diçe bi qirş û qal re, ba û bahozan re lê Pereyên Ser Şekir wê tim bi min re bimînin û her destên xerîb û sirgûnî da dê Pereyên Ser Şekir hebin.

2-Bîhna baranê ketiye ser umrê min, dizanim “Payîza Paşîn” e û mirina min nêzîk e. Dizanim roja duşemê dewsa canê min terme min wê derkeve der. Efû tu caran di wexta xwe de derneket; tim ji bo destpêkeke nuh dereng bû û tim ji bo ‘çîroka berê’ zû bû. Bîhna baranê ji her derê tê, dizanim qûya di dilê min de bi awazeke din, bi dengekî cuda, bi sewteke bêperdeyî dest bi Payîza Paşîn dike. Bîhna baranê ketiye koze, lêbelê her kes dê vegerê ser tenêtîye xwe, her tişt bikêş e li ser rastîya xwe, her ezmûn wegere li ser esasa xwe.

3-Yê ez dizanim na Kawî na Reşî tu eşîr di “Biniyê Sêlê” de sax û salîm derneket. Her eşîra hêleka xwe di biniyê sêlê de hîşt, her eşîrê biraka xwe di biniyê sêlê de şewitand, her eşîre di biniyê sêlê da ji bo tixûbên sexte û demkî, êş û şînên bêtixûb û rastîn kişand. Ji bo vê biniyê sêlê, li ser sêlê sortir bû, gurtir bû, hartir bû. Mezinan di biniyê sêlê da û biçûkan di serê sêlê da serê hev dixwar, paşê yên biçûk diçûn serê sêlê, şûna mezinên xwe digirt, kuçikan li dor sêlê jî laş û berateyê mezinan parva dikir.

4-“Elê û Meyro” na tenê didu nav bûn; Elê bîhna kulîlkên bihuştê bû û tim kulm bi kulm dirêj dibû; Meyro bîhna darên zikumê bû û tim û bênavber dişewitî. Elê rehmê di dila Habîl de bû; Meyro hesûdiya di dilê Qabîl de bû. Etê Elê, Hecîyê Bêhec bû; Heci Meyro, bê Heciyê bi Hac bû. Peyvên Etê Elê ava zemzemê û xurme bûn lê peyvên Hecî Meyroyê agir û tima bûn.

5-Di dila “Sosin”ê da darê sêvê yê qedexe zîl dabû lê ji vê rawşê na haya Sosinê na jî haya darê sêvê yê qedexe hebû. Tenê çîroka hemû evîndarên birîndar, di bêdengiya xwe yî bi jahrî da dimeşiya. Sosin dişibû mirina xwe lê mirinê wê dişibû yên din. Sosinê di bin sîya yeki bêhiş de çavên xwe vekirîbû û hîvê çîrokê wê di navbera didu gorên yad û biyanî de çibû ava, bi derîyên giran û bi perdeyên hesinî.

6-“Rêwî”  xewna evîn û jiyana xwe, rastî û heqîqeta xwe, hebûn û tunebûna xwe di mirêkê qedera xwe da ditîbû û di cîh da veciniqîbû. Rêwî tim li qeraxe rêya jiyanên yên din da bû, tim bîhna cixareyê ji devê wî dihat, tim hewceyê hilmeke din bû. Jiyan wiha bû. Di dile rêwîyê min da nameyên evînê bi awazên biyanî dihatin û bi bayê felekê diçûn û di dilê her rêwî da qedera evîneke din dihat nivîsandin, zare çîrokeka din dihat avêtin, dika jiyaneke din dihat damezrandin.

7-Helbet di dile her kesî da “Zeviya Ramûsanê” hebû, belkî nêzîk belkî dûr, belkî xuyayî belkî nexuyayî, belkî nehênî belkî eşkere. Tim di hêleka zevîyê da Biharak ji kendêl dihat xware, Hisênek di cîha xwe da can dida. Bi Baharê re tovên evînê dikevin Zevîya Ramûsanê, di havîna da dişewite dilê Hisênan. Û Bihar gulekê zû vekirîbû, Hisên dilekî dûr û dirêj şewitîbû.

8-Mirin di bin lingên “Bareş” da û jiyan li ser pişte wî da bû lê Sofî Selîm qet nedizanibû, çargavî diçûn dawîya çîroka xwe. Di navbera toz û dûxan da bîhna sê tiştan dihat: Pariyek nanê zuwa, firek çay û dûxana cixare ya qeçax. Sofî Selîm bi hesretekê hatibû gundê xwe bi Bareş va gundê xwe dû xwe hîştîbû.

9-“Mêvanê Şevê”, di tarîye da dihat û zarokekî di hundirê me da dikuşt û alam eşkere diçû. Her kes di çîroka xwe da tenê dijîya û her kes di jiyana yên din da kombikom dihat kuştin. Ji xwe, ji gunehên xwe, ji rastîya xwe revîn tune bû. Gor ya bi nûrê yan jî bi narê dihat tijî kirin. Mêvanê Şevê dengê tenêtiya însên bû, nalênala xeribîya mêriv bû, destpêka qiyameta dawî bû.

10-Tim bi hêsirên bêxwedî û hêvîyên baskşikestî “Kilama Dawî” dixwînim lê haya te jê tuneyê Sofî Sebrî. Niha tu li kû yî, ez li kû me? Tim di navberê me da hespên bêxewn baz didin û rûbarên bêcîh dihêrikin. Hemû temenê min ji erdê hate xwarê. Kesî kilama me bibêje tuneye, kesî kilama me dizane tuneye, kesî guh bidê kilama me nemaye. Niha di bêdengîya kilama xwe da tenê me, xerîb im, bêkes im. Heft zarokên me, mîna heft çîyayên di dilê min da rûniştine. Heps im, li paş heft derîyan, bi heft zincîran. Tenê bûm, ziyan û liyan. Tenê bûm, Nûraka bêcan û bêserlêdan.

11-Dengê çekên giran qet ji guhên min da derneketin û xofa Torosên sipî tim dû min bûn. Ez “Pêxwas”ê kûçe û kolanên Amedê bûm, nizanim ku ez xwe digeriyam yan jî ez ji rastîya xwe tahl direviyam. Lê zilamê erdê ez bûm, yekî mîna min bû, yekî mîna te bû. Pêxwas bûm lê hêviya dê û bavê xwe bûm û tim bi sucên bêqayit dihatim tewanbar kirin. Pêxwasê Amedê bûm, çemê Dîjleyê di dilê min da dihêrikî û tenê notirvanê tirs û xofên umrê xwe bûm û dawîya tirs û xofên min nedihat. Tirsek têkdiçû û sed xof dihat, sed xof diçû û hezar tirs vedigeriya.

12-“Xanê” êşeka berê bû, birîna salên 80yan bû. Diçûm ku derê qêrîn di Xana dila min da olan dida. Tim li ser Xaneya min da baranên xemgîn dibarîn. Lehî û lêmişt radibûn di dila wê yî biçûk da. Xanê di dila xwe da kevokên bêhêlîn û qulingên bêezman û çivîkên bêserî kedî dikir. Tim dila Xaneya min bi axîn û keser bû. Jiyanê, qelen û bedelekî giran dabû pêşiya wê. Qeder û kederên wê dixwast ku di çavên wê da hîn pir behr bimiçiqîn, bihar biçilmîsîn, umir bibihûrîn.

13-Lê Gulê tu dizanî hêvîya bihareka din di ruhê xwe da hebandin ewqas ne hêsane. Tim “Dargul”eka nîvşikestî di dilê te da tê xwarê, xwîn diherikê ji dil û hinavên te lê tu mecburî vê xwîne ji xelke, ji dost û neyaran veşêre, mîna çûkeka li ber mirinê, xwe biavêjî bextê şevê û tenê êşa xwe bikişînî, birînae xwe bikewîne. Lê Gulê tu jî dizanê evîn bihara bêreng e, demsala pêncemîn e, rûyê hîvê yê şevîn e, tîrêjên rojê yên zivistanî ne. Evîn di kûrahiyê dilê xwe da, ji xwe û wî mikûr hatine: Êdî nikanim evîna te ji dilê xwe derxînim. Bizane: Ji bone te dînîtî jî xweş e.

14-Hêj ez li Farqînê bûm, ew sindoqa textîn di dilê min da aj dabû û bendeyê mirina “Zîlan” û Şîlan û Gulşenê min bû. Nêzîkî Edeneyê bûm, hêj negêhiştibûm Amedê û nehatibûm ba we, pişt re sindoqa textîn ji dilê min pişkivîya, ewil hûn bi hev re ketin wê, paşê ez ketim. Yê me jî çîrokeka wiha bû, bêdestpêk û bi xwînî, kurt û kin, xemgîn û bi şîn.

15-“Hebû Tunebû”, çîroka mirineke ji xwe xeyidî û axekê dinepixî bû. Mirina min sîya hemû miriyên min di şevên min da dihewand, axa min sûreta hemû zindîyên min di rojên min da diçirand. Veger tune bû. Dudilî tune bû. Tenê teyrê şevê di navbera sî û sûretan da difirîya, di navbera mirî û zindîyan da diçû û dihat.

16-“Hewî” dawîya jiyana te û destpêka mirina min bû lê haya te tune bû. Te bi destên xwe ewrên reş li ser banê me kom kiribûn, te bi destên xwe gora min kola bû, te bi destên xwe weris li stûya qedera min wardabû û girêdabû, te bi destên xwe binê turlikê çîrokên min qetandibû. Hebûna min rizîyabû û morikên stûya min belav bûn lê haya te jê tune bû. Qey haya te ji çi hebû! Te rojekê jî qîrîna min nedibihîst, hêsirên çavên min paqîj nedikir, hêvîyên dilê min nedidît. Tim te digot “Hewî”, nedigot tiştekî din. Qey dalîqandina bedena min jî xelata daweta were bibe, bes!

17-Tim jî wiha dibe: Mêrê çê rastî jina xirab tê; jine çê rastî mêrê xirab tê û dibêjin:“Qismet!” Yanî nesîb, yanî ezmûn, yanî hevaltiya Sosîfos û Prometheûs. Jiyan, berxwedan bû. Jiyana bêberxwedan absûrd û tewş bû. Jiyana bêberxwedan ezmûn û helwesta Sosîfos bû. Lê kar û xebata Prometheûs, peywir û peyamê wî gelek watedar bû. Însan tarî bû û li ser xovbûn û tenêbûne hatibû afirandin. Ji bo vê pêdiwîya însên bi êgir hebû û Prometheûs ew agir dabû însên. Yên bi qismet hêlê Prometheûs digirt, yên bêqismet jî xwe diavêtin bextê Sosîfos. Prometheûs, roniya şeve bû; Sosîfos, tariya rojê bû. Yanî felsefeya yîng-yang: Jin bêmêr, mêr bêjin nabe lê qismete yên bi vîn û bi hêvî, yên bi hez û bi evîn, yên bi eşq û bi işiq hebû.

18-“Selîm û Silêman” çîroka me hemûyan bû; Selîm ez bûm û Silêman tu bûyî. Yanê ez yê din hundira xwe da hepsî bûm, tu yê di derveyî xwe da sirgûnî bûyî. Tim sînorên sextê li pêşiya min bûn, tim astengên rastî li ber te bûn. Tim çiya di hundirê min da hildiweşiyan û bajar bi ser te da dihatin rûxandin. Navê min hîçbûna ebedî bû, navê te penaberê bêgavî bû.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply