Di demên kevnar de, dema ku ji bo artêşa an jî saziyên perwerdehiyê şagirt digirtin, zarokên herî nehewok û yên pir serê wan hatibû şikestin ji bo perwerdeyê dihatin qebûlkirin.
Nêrînek hebû ku zarokên herî nehewok, yên herî jîrin. Ez jî di wê fikrê de me. Ez wisa difikirim ku zarokên aram, bêdeng û bêtevger dimînin ne jîr in û ne jî hişmendin.Hêza ku mirovan teşwîq dike jîrbûn e. Dayika çalakvanîyê jîrbûyîn e. Zarokek jîr nikare li cihê xwe rûne,her dem dixweze dest bi tevgereke nû bike. Lê îro berevaji ya vê yekê difikirîn.
Civak li ser vê pirsê xelet difikire, mîna her tiştê ku di vê demê de hemû çewt tê fikirandin. Mamoste ji dibistanê gazî dê û bavê zarokan dike, dibêje; gelo zarokê we pir nebaş û nehewok e. Ewna dipirsin, ka wî çi kiriye? Mamoste bersîvê dide; kurê wê rihet nasekinîye, nehewok e, pirsgirêkên wî yên baldariyê hene, nikarîye bi baldarî dersan guhdar bike.
Lêbelê, ev yek ji ber kêmbûna derfetên mamosteyan û pergalên perwerdehiya nûjen e.Ne negihîştin a aqilê zarokan e.
Henîfî Xoce