Rêya herî baş ta zarok hînî axaftinê bibe, ew e ku dê her dem bi zaroka xwe re biaxive. Lê di heman demê de divê bizanibe wê çewa pê re biaxive û ferhenga gotinên wî û têgihiştina wî bi pêş bikeve. Ev çend şîretin divê dê wan ji bîr neke.
Di têkiliya xwe ya rojane de bi zarokê re:
- Her tiştî jê re şirove bike. Tiştên ku li dora te û bi te re çêdibin, jê re şirove bêje. Mînak: Çaxa tu xwarinê çêdikî ew li erdê rûniştiye, ji xwe re dileyîze. Jê re bêje ku hun li metbexê ne û bêje dayê xwarinê çêdike. Tu jî dileyîzî. Ev alîkariya wî dike ku gotinên nû ji ber bike.
- Pirsan jê bike. Zaroka te nikare axaftin û pirsan ji hev nasbike. Eger biçûk be û nizanibe bersivê bide jî, jê bipirse. Mînak: Jê bipirse “Tu dixwazî xwarinê bixwî?”. Careka dinê jî jê bipirse û bersivê bide. Bêje “erê”. Wê serê xwe bihejîne. Ta ew jî hîn bibe û nasbike ku pirs jî hewceyî bersivê ne.
- Jê re çîrokan bêje ta xeyalên wî fireh bibin û ferhenga gotinên wî dewlemend bibe.
- Bi zimanê pitikan pê re neaxive. Ji ber ev zimanê zarokan qels dike.
- Îşaretan bikar bîne. Di çaxa axaftinê de bikaranîna îşaretan alîkariya zarokê dike ku zûtir û rihettir têbigihê.
- Divê tu posîtîv (erênî) bî. Hinek dê, tenê çaxa şîretan li zarokan dikin, an çaxa bi wan re dixeyîdin, bi zarokan re diaxivin. Divê tu erînî bî, bi henek û bi xweşî bi zarokan re biaxivî.
- Li zaroka xwe guhdarî bike. Her gavê şaşîtiyê wî rast neke. Bi gotinên wî nekene. Henekên xwe pê neke.
Peyama Kurd