XWEREXNEYEK LI SER ZIMANÊ DAYIKÊ

Taybetmendiyeke diyarker a ku mirovan wek kesayetiyeke neteweyî bide xuyakirin jî ziman e. Belê, yek ji van taybetmendiyan e ziman. Lê belê bi ya min taybetmendiya herî girîng e. Lewra hemû rengên neteweyan, bi alîkariya zimanê wan neteweyan derdikeve pêş û bi zimanê wan teşe digire. Ger em bibêjim belê rastî ev e, divê em jî hemû rengên xwe bi zimanê xwe derbixin pêş û bi vî awayî deynin holê.

Mimkûn e ku em ancax bi vî awayî bikaribin dêhn û bala xelkê bikişînin ser rastiyên xwe û xwe bi awayekî birêkûpêk û bêkêmasî bi wan bidin nasandin.

Gava ku em bi vî awayî ango bi zimanê xwe dernekevin qada jiyanê; em ne wek kesayetî ne jî wek netewe, nikarin bibin em bi xwe. Dibe ku em xwe wisa zen bikin an bixwazin xwe wisa bibînin lê belê yên  ku li me mêze dikin –xêrxwazî yan jî nexêrxwaziya wan ferq nake helbet- tu carî me wisa nabînin. Lewra em xwe bi çi rengî û çawa deynin holê, em ê ji aliyê wan kesan an neteweyan ve jî wisa werin dîtin. Ez dibêjim qey hinekî jî ji vê yekê ye ku em bi tu awayî naqedînin xwe wek Kurd deynin holê û wek Kurd bidin pejirandin. Jixwe gava ku mirovek; xwe ne bi rengên xwe, bi rengên mirovekî/e din bîne ziman an deyne naverastê, teqez dê di dawiyê de bibe ew mirov bi xwe. Ango ji ber ku taybetmendiyên  xwe yên kesane nade xuyakirin, wê di dawiyê de jî wan taybetmendiyên xwe yên kesane bi temamî winda bike. Heman tişt ji bo neteweyan jî derbasdar e helbet. Lewra ya ku bi heman şêweyî xwe bide xuyakirin neteweyek bi xwe be, mixabin ku wê demê ew ê jî bibe neteweyek din. Neteweyeke ji taybetmendiyên xwe cuda, ji nirxên xwe dûr… Di dawiyê de jî êdî her kes, her civak û her netewe dê wan ji neteweya wan bi xwe na, ji neteweya ku ew xwe bi rengên wê didin nîşan bibînin û mixabin ku dê wan wisa jî bipejirînin. Wê demê ha tu bêje ku ez ne ji wan im û ez ev im. Naxêr êdî tu nikarî qet bi tu kesekî jî bidî bawerkirin û pejirandin. Ji ber ku baweriya kesan an neteweyan tenê bi dîtinên wan û bihîstinên wan bi xwe tê, em li hember van dîtin û pejirandinan çi qende li serê xwe jî bidin û pê re biqîrin jî ev hewldanên me dê yan nivîşkan bimînin an jî vala derbikevin. Lewre em bi xwe, xwe berevajî rastiya xwe didin nîşanî wan. Ji ber vê yekê jî xeletî, ya wan nîne ya me bi xwe ye…

 

Heke ya rast wisa be; divê em di cihê xwe de rawestin û bi aqilê selim hinekî, lê belê pir kûr li ser vê rastiya xwe, bi awayekî rast û durist bifikirin, bifikirin, bifikirin… Dû re ger hewce bê dîtin divê biryarên pir radîkal jî werin girtin.  Pişt re jî li gorî van biryarên ku hatine girtin, divê em, civaka me, heta ku neteweya me bi awayekî bibiryar, bi hemû pêwistî û rengên xwe, xwe deynin holê û hemû rastiyên xwe bi awayekî diyarker raxin ber çavên xwe û cîhanê.

Dibe  ku di serî de wek xwezayî hin tevlihevî jî çêbibin. Lê belê ya baş ew e ku bi vî awayê bibiryar ev tevliheviyên ku çêbûne jî dê hêdî hêdî ji holê rabin. Demek bi şûn de jî dê werin asta herî kêm û bere bere ber bi xelasbûnê ve herin…

Belê, haya min baş bi vê yekê jî heye ku, mirov nikarin zû bi zû ji hînbûnîyên xwe yên ku bi salan e pê re bûne yek, xelas bibin an jî di carekê de dev ji wan hînbûniyên xwe berdin. Lê belê gava ku mirov baweriya xwe bi vê anî û vîna xwe ya li hember vê yekê derxist pêş, neserkeftin jî pêkan nabe. Ger ku demeke pir dirêj jî bigire, di dawiyê de serkeftineke ku daxwaza bi milyonan kesan  e jî dê pê re derkeve holê. Belê, wê gavê êdî em ê jî bibin em bi xwe. Wexta ku em bûn em bi xwe, êdî dermankirina birînên me bi xwe; yên bi salan e her tim di kûr de diçin jî, wê hêdî hêdî kew bigirin û qenc bibin.

Ez dibêjim qey ez ê di vê mijarê de xelet neyêm fêmkirin an dîtinê min dê tûj neyên dîtin. Ji ber ku em, a niha bi misogerî hewceyî vê yekê û van biryarên ku divê werin girtin in. Ji bo têgihîştina van biryarên ku divê bên girtin jî, gotina mamosteyê rûmetgiran a ku di vê derheqê de aniye ziman bes e û hêj zêde ye jî…

Bawer im ku, tu mirov nikare vê gotina Mamoste Celadet Bedirxan biavêje pişt guhê xwe û girîngiyê nedê. Lewra kê çawa dinirxîne bila binirxîne û çawa şîrove dike bila bike; dîsa jî dê di dawiyê de rastiya vê gotinê bibîne û wek rastiyeke misoger bipejirîne.

Mamosteyê hêja, li ser rastî û pêwîstiya ziman wiha dibêje. “ZIMANÊ XELKÊ WEKÎ CILÊN LI SER MIROV IN; WAN LI XWE DIKÎ Û JI XWE DİKÎ. LÊ BELÊ ZIMANÊ DAYIKÊ, ÇERMÊ MIROV E.” Heke wisa be û ku em jî ji vê gotinê re bibêjin “Belê rast e û wisa ye.” Divê em zimanên din ên ji me re mînanî kinc û cilên li ser me ne, li gorî pêwîstiyên wan zimanan bi kar bînin. Ne ku wekî çermê xwe bibînin û bi kar bînin.

Mirov dikare her rojekê cileke cuda li xwe bike û paşê jî ji xwe bike, lê belê tu carê nikare çermê xwe ji xwe bike. Nexwe divê em bikaribin li gorî pêwîstiya her tiştî wateyên cuda bidinê, li gorî wateya wê jî bi kar bînin. An na em ê van gilî û gazindeyên xwe yên ku her daîm tînin ziman û wek birîneke ku qet qenc nabe û her tim me dizêrîne , dubare bikin û her tim jî di cihê xwe de bihejmêrin.

Girêdayî  van hemû kirinên me yên çewt û bêcidiyet ên ku mixabin me tu carê xwe tam jê xelas nekiriye û em her carê bi hinceteke bêbingeh xwe pê ve dizeliqînin jî; tiştên ku em ê bidin ser hevdû û bi wan tiştan rengên xwe yên neteweyî derbixînin pêş, dê tu carê gor daxwaz û hêviyên me, gor pêwîstiyên me pêk neyên. Bi van hemû nivîşkaniyan ve jî gihîştina me ya kesayetiyeke neteweyî mixabin ku negengaz e. Ango mimkûn nîne…

Çi dibe bila bibe, çawa tê kirin bila were kirin; divê her mirov, her sazî û dezgeh, her rayedar û peywirdar di cihên xwe yên ku lê ne de rist û rola xwe rast û dirust bileyîzin û hemû peywîrên xwe bê kêmasî bînin dewsê. Bila her kes têr baş bizanibe ku tenê bi vî awayî gihîştina daxwaz, hêvî û armancan pêkan û gengaz e.

Bi hêviya KESAYETIYEKE NETEWEYÎ , em li zimanê xwe yê dayikê xwedî derbikevin û di tevahiya jiyana xwe de bidin xuyakirin…

Bêyî ku xelas bikim; bibîrxistineke ku gor min pir girîng,  hewceyî gotinê û divê bînim ziman jî heye. Dema behsa ziman tê kirin teqez bi gotina “ZİMANÊ DAYIKÊ tê gotin. Lê mixabin di vê dema ku em tê de ne, dibêjim qey vê gotinê wateya xwe winda kiriye. Ger dayikên me bi vî awayî berdewam bikin zêde na, deh sal şûn de em ê di civînên xwe yên wek vê civîna îro de tenê bigirîn. Lewra bala xwe bidin vê pirsê ka; gelo gor deh sal ewil bikaranîna ziman îro di çi astê de ye? Ji kerema xwe re hinekî lê kûr bibin û li ser vê pirsê bi baldarî bifikirin…

Çi dibe bila bibe dîsa jî divê mirov bêhêvî nebe.

JI BO ZIMANÊ XWE… 

            DE HAYDÊ, EM HÊZ BIDIN XWE Û RABIN!… 

 

Mamoste Ahmed

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply