Folkor û Ziman -2- Derket

Nûçeya Derketina Jimara Duyem a Folkor û Zimanê

Kovara kurdî ya bi navê Folklor û Ziman di bin banê Weqfa Mezopotamyayê û bi piştgirîya gelek akademîsyenên kurd bi jımara xwe ya duyem derket. Kovar navneteweyî û bihekem e.
Hejmara ewil dê di Adara 2020an da hatibû weşandin. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.

Di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, jîyana rojane, zanyarîyên gelêrî, ferhengên herêmî, têgehên folklora kurdî, berhevkarî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da yên wekî afirandina berhemên hunerî, cilûberg, alavên malê û cotkarîyê, xemlûxêz, xişir hwd. dihên weşandin.

Di çerçoveya xebatên zimanî da jî her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd. cih digirin.
Zimanê kovarê kurdî ye (kurmancî, soranî, zazakî, goranî).

Kovara Folklor û Ziman, bangewazî li hemû pispor, akademîsyen û lêkolînerên qada xebatên kurdî dike û dê bi rêbazeka akademîk û zanistî cih bide her cure nivîsên wan yên li ser kurdî. Kovar bi nêrîneka multîdîsîplînî, nivîsên wan yên derheqê ziman, çand û folkora kurdî da bi dilxweşî pêşwazî dike. Di kovarê da nivîsên di forma gotar, werger, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan da jî diweşin.

Hekemtîya vê hejmarê  van akademîsyenan kiriye:

  • Prof. dr. Farouk Ismail
  • Prof. dr. Tahirhan Aydın
  • Doç. dr. Mustafa Aslan
  • Doç. dr. Nesim Sönmez
  • Dr. Ahmet Kırkan
  • Dr. Hemin Omar Ahmad
  • Dr. İbrahim Bingöl
  • Dr. Kenan Subaşı
  • Dr. Necat Keskin
  • Dr. Nurettin Beltekin
  • Dr. Ramazan Pertev
  • Dr. Zülküf Ergün

Hûn dikarin Kovarê ji Weqfa Mezopotamyayê bixwazin yan bibin abone. Wekî din jimara yekem jî ji ser dergîparkê wek pdf bixwînin.

Nûçeya Amadehiyên Kovara Folklor û Zimanê Tên Kirin - 11.11.2019

Kovara kurdî ya bi navê Folklor û Ziman di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da dest bi weşanê dike. Kovareka navneteweyî ya bihekem e û dê salê du hejmar (Adar û Îlon) derkeve.
Hejmara ewil dê di Adara 2020an da bihê weşandin. Di kovarê da dê xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih bigirin.

Di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, jîyana rojane, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, berhevkarî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da yên wekî afirandina berhemên hunerî, cilûberg, alavên malê û cotkarîyê, xemlûxêz, xişir hwd wê bihên weşandin.

Di çerçoveya xebatên zimanî da jî dê her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd. cih bigirin.
Zimanê kovarê kurdî ye (kurmancî, soranî, zazakî, goranî).

Kovara Folklor û Ziman, bangewazî li hemû pispor, akademîsyen û lêkolînerên qada xebatên kurdî dike û dê bi rêbazeka akademîk û zanistî cih bide her cure nivîsên wan yên li ser kurdî. Kovar dê bi nêrîneka multîdîsîplînî, nivîsên wan yên derheqê ziman, çand û folkora kurdî da bi dilxweşî pêşwazî bike. Di kovarê da dê nivîsên di forma gotar, werger, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan da jî biweşin. Em dê li hêvîya nivîsên we pisporan bin.

Edîtor
Dr. Mistefa Aslan (Zanîngeha Artukluyê)

Edîtorê Alîkar
Dr. Mîkaîl Bilbil (Weqfa Mezopotamyayê)

Lijneya Edîtorîyê
Dr. Celîl Celîl (Institut für Kurdologie)
Dr. Mehmet TAYFUN (Malmîsanij, Zanîngeha Artukluyê)
Dr. Hemin Omar Ahmad (Zanîngeha Bîngolê)
Dr. Necat KESKÎN (Zanîngeha Artukluyê)
Dr. Ramazan PERTEW (Zanîngeha Rouen)

Lijneya Edîtorên Alîkar
Bunyamîn Demir
Hikmet Bedran
Ayhan Yildiz

Lijneya Şêwirmendîyê
Dr. Sabah Reşîd Qadir (Zanîngeha Raperînê)
Dr. Qedrî Yildirim (Zanîngeha Artukluyê)
Dr. Şukrîye Resûl Îbrahîm (Zanîngeha Tîşkê)
Dr. Farûk Îsmaîl (Frei Universität Berlin)
Dr. Şehab Valî (Zanîngeha Artukluyê)
Dr. Suleyman Şanlı (Zanîngeha Artukluyê)
Dr. Canser Kardaş (Zanîngeha Mûşê)
Dr. Mehmet Zahir Ertekin (Zanîngeha Bîngolê)
Dr. Mistefa OZTIRK (Zanîngeha Artukluyê)
Dr. Abdurrahîm Ozmen (Zanîngeha Dîcleyê)

– Ji bo hejmara yekem tarîxa dawî ya şandina gotaran:
15 Kanûna Pêşîn (15.01.2020)
– Maweya nirxandina gotaran:
Mehek e (30 roj).
– Ji bo şandina gotaran:
https://dergipark.org.tr/tr/pub/folklorziman

Rêbaza nivîsîn û çapkirinê

  1. Nivîs divê tevî kurte, deqê nivîsê û referansên xwe bi karakterê Times New Roman wekî belgeya Microsoft Word, li ser kaxeza A4, di mezinahîya 12 pûntoyan da û bi her du alîyan paldayî bin. Riste divê bi 1.5 navberî bin. Dirêjahîya nivîsan divê ji 25 rûpelan ne zêdetir be.
  2. Divê di nivîsan da ev rêza serenavan bihê şopandin: Sernavê nivîsarê, navê nivîskarî, kurte, deqê nivîsê, referans.
  3. Divê kurte hem bi kurdî, hem jî bi îngîlîzî bihê nivîsin û di dawîyê da peyvên sereke hebin.
  4. Ji bo jêgirtin û referansan divê sîstema APA 6 bihê şopandin.
  5. Şandina nivîsan, pêvajoya nirxandin û weşandinê li ser https://dergipark.org.tr dê bihêne rêvebirin.
  6. Di pêvajoya nirxandinê da hekem û nivîskar hev nas nakin.
  7. Rastnivîsîna gotarên bi zaravaya kurmancî dê li gor Rêbera Rastnivîsînê ku ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatîye weşandin, bihê kirin.

Derbar Rêvebir

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply